Skip to content
Opens in a new window

[1] Xwer'a p'ûta û h'eykela çê nekin, xwer'a stûna nedine sekinandinê, welatê xweda bi kevira tiştekî dilqşibandîyê nedine çêkirinê, bona h'ebandinê, çimkî ez Xudan Xwedêyê we me.

[2] R'ih'etîya şemîyêd min xwey kin, qedirê pîrozgeha min zanibin. Ez Xudan im.

[3] Heger hûn pê qeyde-qanûnêd min r'abin-r'ûnên û t'emîyêd min xwey kin û wan biqedînin,

[4] ezê jî wer'a baranê we'deda bibarînim, e'rdê deremeta xwe bide û darêd deştê jî berêd xwe bidin.

[5] Bêdera weyê bik'işîne h'etanî tirîçinînê, tirîçinînê jî bik'işîne h'etanî vedan-çandinê, hûnê nanê xwe t'êr bixwin, welatê xweda bêxof bijîn.

[6] Ezê e'dilayê bidime welatê we, hûnê r'ih'et p'aldin, t'u kesê ze'metê nede we, r'e'wirêd xirab ezê ji welêt bidime hildanê û şûrê welatê wer'a derbaz nebe.

[7] Hûnê berî neyarêd xwe din, ewê pê şûr li ber we bik'evin.

[8] Ji we pêncê berî sedî de û sedê ji we berî dehe h'ezara de û neyarêd weyê li ber we pê şûr bik'evin.

[9] Berê minê weda be, we şîn kim zêde kim û peymana xwe t'evî we qedîm kin.

[10] Hûnê xurekê kevin bixwin, ji dest yê nûda hûnê yê kevin derxine der.

[11] Ezê konê xwe nava weda lêdim û nefsa minê ji we zivêr nebe.

[12] Û ezê nava weda biger'im, ezê bibime Xwedêyê we û hûnê jî bibine cime'ta min.

[13] Ez Xudan Xwedêyê we me, ku min hûn ji welatê misirîya derxistin, wekî nebine xulamê wan û min qeydê nîrê we şkênandin û hûn serfinyaz birin.

[14] Lê heger hûn gur'a min nekin û van h'emû t'emîya neqedînin

[15] û qanûnêd min bêhurmet kin, nefsa we ji qirarêd min zivêr be, ku hûn h'emû t'emîyêd min neqedînin û peymana min bit'er'ibînin.

[16] Hingê jî ezê aha serê we bikim: R'isasê bişînime ser we, h'îlê û germê, ku r'onayîya ç'e'va kêm dikin û canîya mêriv dih'elîne dimaşîne, hûnê badîhewa t'oxim bir'eşînin, çimkî dijminêd weyê k'eda we bixwin.

[17] Ezê li ser weda binihêr'im û li ber ç'e'vê dijminêd we qir'a weyê bê, xêrnexwazê weyê h'ukumî li ser we bikin, bêyî peyk'etin r'evê bik'eve we.

[18] Lê heger pey haqas tiştîr'a hûn gur'a min nekin, hingê ezê ji ber gunê weva h'eft car zêde we ceza kim.

[19] Ezê k'ubar-babaxîya we bişkênim, e'zmanê we bikime h'esin û e'rdê we bikime sifir .

[20] Qewata weyê cîkî badîhewa p'ûç' be her'e, e'rdê weyê deremeta xwe nede û darêd e'rdê jî berê xwe nedin.

[21] Heger pey haqas tiştr'a jî hûn miqabilî min bin û nexwazin gur'a min bikin, hingê ezê anegorî gunê we, h'eft cara zêde bela li ser weda bînim.

[22] R'e'wirêd çolê ezê bişînim li ser we, ewê we bêzur'et bihêlin, qir'a h'eywanêd we bînin, we bixwin kêm kin û r'îyêd weyê vala bin.

[23] Heger pey vê yekêr'a jî hûn li ser h'işê xweda neyên û miqabilî min her'in,

[24] hingê jî ezê miqabilî we bim, ji ber gunê weva ezê jî h'eft cara zêde bela we bidimê.

[25] Ezê şûrê h'eyfa peymana min hildanê li ser weda bişînin, heger hûn bajarêd xweda jî bicivin, ezê nexweşîya h'ala bişînime nava we û hûnê bik'evine destê dijmin.

[26] Gava ez nan li we bikime h'izret, hingê dehe k'ulfetê tendûrekêda nanê we lêxin û pê mêzînê nanê we bidine we, hûnê bixwin û t'êr nebin.

[27] Lê heger pey van yekar'a jî hûn gur'a min nekin û miqabilî min her'in,

[28] hingê jî ezê bi hêrs miqabilî we bisekinim û ji ber gunê weva h'eft cara zêde we bidime ceza.

[29] Hingê hûnê goştê kur' û qîzêd xwe bixwin.

[30] Hêlanêd weye jorin ezê wêran kim, p'ûtêd weye te'vê ezê xirab kim, cinyazêd we bidime li ser kerîyêd p'ûtêd weye hûrdexweşî bûyî, nefsa minê ji we zivêr be.

[31] Bajarêd we ezê bikime xirabe û pîrozgehêd we bikime xikî-xwelî û bîna qurbanêd weye bînxweşîyê ezê hilnedim.

[32] E'rdê we ezê bêkes bikim, dijminêd weye ku lê dimînin wê e'cêbmayî bin.

[33] Ezê we belayî nava mileta kim, şûr li pey we bişînim, welatê weyê bêkes bimîne û bajarêd weyê vala bin.

[34] Hingê e'rdê t'emamîya wan r'ojêd valamayîna xweda, şemîyêd r'ih'etîya xwe derbaz ke, gava hûn welatê dijminêd xweda bin, hingê e'rdê ku r'ih'et bimîne wê şemîyêd xwe derbaz ke.

[35] T'emamîya wan r'ojêd valamayîna xweda e'rdê r'ih'et be, çimkî şemîyêd weda ew r'ih'et nebûye, gava hûn lê diman.

[36] Herç'ê ji we sax mayî jî ezê welatê dijminêd wanda lerzekê bikime dilê wan û dengê belgê h'ejyayî wê wan bide r'evê, usa wê bir'evin çawa ku ji ber devê şûr û bê peyk'etî wê bik'evin.

[37] Çawa ji ber şûr r'evî, wê bê peyk'etî li ser hevda bik'evin û qewata weyê t'unebe ku li ber dijmin bisekinin.

[38] Nava miletada hûnê unda bin û e'rdê dijminêd weyê we bixwe.

[39] Herç'ê ji we mayî jî wê ji dest bêolîtîyê xwe welatê dijminêd weda bih'elin her'in, usa jî dest bêolîtîêd kal-bavêd xwe bih'elin her'in.

[40] Lê heger ewana bêolîtîyêd xwe û bêolîtîyêd kal-bavêd xwe bidine r'ûyê xwe, ku çi neheqî hindava minda kirine, çawa miqabilî min sekinîne,

[41] û çima ez miqabilî wan çûm û min çima ew birine welatê dijminêd wan, heger hingê dilê wanî kevirî bişkê û cezayê bêolîtîya xwe bi dil qebûl kin.

[42] Hingê ezê wê peymana ku min t'evî Aqûb girêda bîr bînim, usa jî ya t'evî Îshaq û Birahîm girêdayî bîr bînim û wî welatî jî bîr bînim.

[43] Ew welat ku bêyî wan bimîne wê şemîyêd r'ih'etîya xwe derbaz ke, çimkî ji wan vala ma, ewana gerekê cezayê bêolîtîya xwer'a qayl bin, ku wana qirarêd min bêhurmet kirin û nefsa wan ji qeyde-qanûnêd min zivêr bû.

[44] Lê belê çawa ku ewanayê welatê dijminêd xweda bin, ezê wan t'exsîr nekim û ji wan zivêr nabim ku wan lap unda kim, ku peymana xweye t'evî wan bit'er'ibînim, çimkî ez Xudan im, Xwedêyê wan.

[45] Bona wan ezê wê peymana t'evî kal-bavêd wan bîr bînim, k'îjan ku min li ber ç'e'vê mileta ew ji welatê Misirê derxistin ku bibime Xwedêyê wan. Ez Xudan im.

[46] Ev in ew qeyde-qanûn, qirar û hînkirinêd ku Xudan li serê ç'îyayê Sînayê pê destê Mûsa danîne navbera xwe û zar'êd Îsraêl».

Q. K'anîntîyê — Chapters