Skip to content
Opens in a new window

[1] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[2] «T'evî t'emamîya civîna zar'êd Îsraêl xeber de û bêje wan: ‹Pîroz bin, çimkî ez Xudan Xwedêyê we pîroz im.

[3] Ji we her kes qedirê dê û bavê xwe bigire û r'ih'etîya şemîyêd min xwey kin, ez Xudan Xwedêyê we me.

[4] Li p'ûta veneger'in û xwer'a xwedêyêd r'okirî çênekin, ez Xudan Xwedêyê we me.

[5] Gava hûn Xudanr'a dîyarîya heleqetîyê bidin, usa bidin ku bê qebûlkirinê.

[6] Wê r'oja ku we dîyarî da û r'ojtira dinda gerekê ew bê xwarinê û çi jî ma r'oja sisîya ew gerekê bê şewitandinê.

[7] Lê heger r'oja sisîya ji wê bê xwarinê ew h'eramî ye, nayê qebûlkirinê.

[8] K'î ku ji wê bixwe, ew gune dike stûyê xwe, çimkî ew tiştêd Xudane pîroz dih'er'imîne, ew kesa ji nava cime'ta xwe gerekê bê undakirinê.

[9] Gava hûn zevîya xwe bidirûn, devê zevîyê h'eta xilazîyê nedirûyî û simbilêd ji zevîya te k'etî berev nekî.

[10] Tirîyêd xwe ku diçinî paşin nekî, tirîyêd ji destê te k'etî hilnede, wana yê k'esîb û xerîbr'a bihêle, ez Xudan Xwedêyê we me.

[11] Dizîyê nekin, derewa nekin û hevdu nexapînin.

[12] Pê navê min derew sond nexwin û navê Xwedê xwe bêhurmet nekin. Ez Xudan im.

[13] Dilê kesekî neêşînî û t'alan nekî, heqê xebata p'aleyê te h'eta sibehê li cem te nemîne.

[14] Nifir'a li yê ker' nekî, tiştekî nedî li ber nigê yê kor, lê ji Xwedêyê xwe bitirse. Ez Xudan im.

[15] Dîwanêda ner'astîyê nekin, pişta belengaza negirin ne jî qedir li yê mezin bikin, r'ast li ser îşê wanda binihêr'in.

[16] Nava cime'ta xweda buxdanbîyê nekî, nebî bayîsê serê hevalê xwe. Ez Xudan im.

[17] Dilê xweda nejenî birê xwe, hevalê xwe hilêyî, ku gunê wî tu nek'işînî.

[18] H'eyfê hilnedî û k'înê zar'êd cime'ta xwer'a nejoyî, lê hevalê xwe weke xwe h'iz bikî. Ez Xudan im.

[19] Qeyde-qanûnêd min xwey kin, h'eywanekî xwe t'evî h'eywanekî cûr'ekî mayîn nedî kelkirinê, zevîya xwe du cûr'e t'oxim ner'eşînî, k'inca bi du cûr'e t'êla çêkirî xwe neke.

[20] Heger yek serê xwe k'ulfeteke xulamoka merivekîr'a dayne ku yekîr'a nîşankirî be, ya ku hela hê nehatîye k'ir'înê yan azadî jêr'a nehatîye dayînê, gerekê her du jî bêne cezakirinê, lê mirin ji wanr'a nak'eve, çimkî k'ulfet ne aza bû.

[21] Û mêr bira dîyarîya ji bervadayîna xwe beranekî Xudanr'a bîne li ber derê Konê Civînê.

[22] K'ahîn bona wî pê beranê dîyarîya ji bervadayînê li ber Xudan bona gunê wîyî kirî k'ewandinê bike û gunê wîyî kirî wê lê bê baxşandinê.

[23] Gava ku hûn bik'evine wî welatê Kenanê û her cûr'e darêd xweyîber daç'ikînin, berêd wan nepaqij h'esab kin. Sê sala gerekê ew ber bona we nepaqij h'esab bin û ew neyêne xwarinê.

[24] Lê sala çara h'emû berê wan dara pîroz h'esab kin û bona pesindayîna Xudan bidin.

[25] Sala pênca hûn paşê dikarin berê wan bixwin. Bi vî awayî berê darêd wê li we zêde bin. Ez Xudan Xwedêyê we me.

[26] T'u tiştî xûnêva nexwin. R'e'mildarîyê yan pîresêrtîyê nekin.

[27] P'or'ê dora serê xwe kur' neke û serê r'ûdana xwe nebir'e.

[28] Bona mirî birîna li ser xwe çê nekin û nivîsarêd k'utayî li xwe dernexin. Ez Xudan im.

[29] Qîza xwe neh'er'imînî, wê bona p'ût nedî qavîyê , wekî welat qavîyê neke û k'irêtîyêva t'ijî nebe.

[30] R'ih'etîya şemîyêd min xwey kin, qedirê pîrozgeha min bigirin, ez Xudan im.

[31] Neçine cem yêd gazî r'uh'a dikin û ji micêwirê cina nepirsin, ku ji wan hûn neh'er'imin. Ez Xudan Xwedêyê we me.

[32] Li ber yê p'or'sipî r'abe û qedirê e'mirê mezin bigire, ji Xwedêyê xwe bitirse. Ez Xudan im.

[33] Heger xerîbek e'rdê weda cî-war be bimîne, tengasîyê nedine wî.

[34] Xerîbê ku nava weda bimîne bona we bira mîna binelîyê welatê we be, weke xwe wî h'iz bikî, çimkî hûn jî welatê Misirêda xerîbîyêda bûne. Ez Xudan Xwedêyê we me.

[35] Dîwankirinêda neheqîyê nekin, ne çapê, ne mêzînê ne jî pîvanêda.

[36] Bira mêzîna we r'ast be, kevirê mêzînê r'ast, koda we r'ast, cêr'ê we r'ast be. Ez Xudan Xwedêyê we me, yê ku hûn ji welatê Misirê derxistin.

[37] H'emû qeyde-qanûnêd min û qirarêd min xwey kin û wan biqedînin. Ez Xudan im›».

Q. K'anîntîyê — Chapters