Skip to content
Opens in a new window

[1] Xudan gote Mûsa: «T'evî k'ahînêd, kur'êd Harûn xeber de û bêje wan: ‹Bira ji wan t'u kes mirîyê miletê xwe nek'eve û xwe neh'er'imîne,

[2] pêştirî neferê mala xwe, awa gotî dê û bavê xwe, kur' û qîzêd xwe û birê xwe,

[3] usa jî xûşka xweye nemêrkirîye cem xwe, ew dikare bona wan van k'eve û xwe ne paqij ke.

[4] Ew gere xwe neh'er'imîne, awa gotî destê xwe nede cinyazê pismamtîya xweye alîyê h'al-zewacêda ku nepaqij derê.

[5] K'ahîn bira p'or'ê serê xwe belek-belekî kur' nekin, serê r'ûdana xwe nebir'in û li ser xwe dexma çê nekin.

[6] Gerekê bona Xwedêyê xwe pîroz bin û navê Xwedêyê xwe bêhurmet nekin, çimkî k'ahîn dîyarîyêd Xudane şewatê, nanê Xwedêyê xwe didin, lema jî ewana gerekê pîroz bin.

[7] Ew gerekê k'ulfeta qav yan bê namûs nestînin, yan jî ya mêrber'dayî, çimkî ewana pîrozê Xwedêyê xwe ne.

[8] Cime't k'ahîna pîroz h'esab ke, çimkî ew nanê Xwedêyê we dide, ew bona we bira pîroz be, çimkî ez pîroz im, Xudanê ku we pîroz dike.

[9] Heger qîzeke k'ahînekî qavîyê bike bih'er'ime, ew bavê xwe dih'er'imîne, gerekê agir berdine wê bişewitînin.

[10] Lê serekk'ahînê nava birayêd xweda, li ser serê k'îjanîda r'ûnê r'ûnkirinê hatîye r'êtinê û qewîn-qedîmkirinê ku k'incêd pîroz li xwe ke, ew gerekê p'or'ê xwe ser xweda neyne û k'incêd xwe neqelêşe.

[11] Ew gerekê nêzîkî t'u mirîyî nebe, h'eta nêzîkî cinyazê dê û bavê xwe jî nebe, ku xwe neh'er'imîne.

[12] Ew gerekê ji Pîrozgehê neqete û Pîrozgeha Xwedêyê xwe neh'er'imîne, çimkî r'ûnê Xwedêyî bona bijartinê li ser wî ye. Ez Xudan im.

[13] Ew gerekê qîzeke bik'ir bistîne.

[14] Jinebîyê, mêrber'dayê yan ya bênamûs yan qav nestîne. Lê ji qebîla xwe qîzeke bik'ir bistîne.

[15] Îzina wî t'une ku ew r'ik'inyata xwe nava cime'ta xweda bih'er'imîne, çimkî ez Xudan im, yê ku wî pîroz dikim›».

[16] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[17] «T'evî Harûn xeber de û bêjê: ‹Ji r'ik'inyata te heger kesek nava nisilêd xweda qusûreke wî hebe, bira nêzîk nebe ku nanê Xudanê xwe bide.

[18] Ew kesê ku qusûra wî hebe, heger kor be, yan bikule, yan e'blû, yan bêcûr'e

[19] yan yê nigşkestî, yan destşkestî,

[20] yan kûzik, yan bocî, yan ç'e'vşêlû, yan gur'î, yan r'îşî, yan t'aqur'î be.

[21] Ji r'ik'inyata Harûnê k'ahîn, qusûra k'îjanî ku hebe, t'u kes nêzîk nebe ku dîyarîyêd Xudane şewatê bide. Qusûra wî ku heye bira ew nêzîk nebe ku nanê Xudanê xwe bide.

[22] Nanê Xwedêyê xwe ew dikare ji tiştê here pîroz û ji tiştê pîroz bixwe.

[23] Lê t'enê nêzîkî p'er'dê nebe û gorîgehê nek'eve, qusûra wî ku heye, ew gerekê tiştêd mine pîroz neh'er'imînin, çimkî ez Xudan im, yê ku wan pîroz dikim›».

[24] Mûsa aha gote Harûn, kur'êd wî û h'emû zar'êd Îsraêl.

Q. K'anîntîyê — Chapters