[1] Heger yek bê gazîkirinê li ber dîwanê, ewî tiştek bihîstibe yan şe'de be û vê yekê veşêre, hingê ew wî guneyî dike stûyê xwe.
[2] Heger yek ji nezanîya xwe tiştekî nepaqij k'eve, awa gotî cendekê r'e'wirekî, cendekê h'eywanekî yan cendekê şûlikîkî neh'elal k'eve, ew xwe dih'er'imîne û sûcdar dike.
[3] Heger yek ji nezanîya xwe k'irêtîya mêriv k'eve, tiştekî k'irêt ku mêriv dikare bih'er'imîne, gava ew bizanibe hingê ewê sûcdar be.
[4] Heger yek ji nezanîya xwe, pê devê xwe bona qencîyê yan xirabîyê sond bixwe, (çawa meriv pê sondêd xwe tiştêd p'ûç' dibêjin), gava ew bizanibe, hingê ji van yekîda ewê sûcdar be.
[5] Heger ji van yeka tiştekîda sûcdar be û xwe mikur' bê, gunê xwe bide r'ûyê xwe,
[6] bira bona gunê xweyî kirî Xudanr'a ji kêrî berxeke mê, yan jî kareke mê bona neheqîya xwe çawa dîyarîya paqijbûnê bîne. Bira k'ahîn bona gunê wî k'ewandinê bike.
[7] Heger dêstda t'une, nikare ji ber neheqîya xweva pêz bîne, bira du fatimoka yan jî du cûcûkêd kewa Xudanr'a bîne, yek bona dîyarîya paqijbûnê, yek jî bona dîyarîya t'evayîşewatê.
[8] Bira ew vana bîne li ber k'ahîn, pêşîyê dîyarîya paqijbûnê bide, serî ji stukurê hilqetîne, lê jê neqetîne.
[9] Û ji xûna dîyarîya paqijbûnê bir'eşîne dîwarê gorîgehê, xûna mayî jî bira biniqite jêra gorîgehê. Eva dîyarîya paqijbûnê ye.
[10] Ya din jî anegorî qirara dîyarîya t'evayîşewatê bide û k'ahîn bona gunê wîyî kirî k'ewandinê bike û wê li wî bê baxşandinê.
[11] Lê heger dêstda t'une, ew nikare du fatimoka yan du cûcûkêd kewa jî bîne, hingê bira yê gune kirîye bona h'edîya xwe p'areke êfayê ji deha yek arê xas çawa dîyarîya paqijbûnê bîne. Ne r'ûn bike ser ne jî bixûrê, çimkî eva dîyarîya paqijbûnê ye.
[12] Ew vî arî bîne cem k'ahîn, k'ahîn bona bîranînê bi k'ulma xwe t'ijî arê xas hilde, li ser gorîgehê t'evî dîyarîyêd şewatêye bona Xudan bişewitîne. Eva dîyarîya paqijbûnê ye.
[13] Û k'ahîn bona gunê wîyî kirî k'ewandinê bike, çi derecêda jî çi kiribe wê li wî bê baxşandinê. Û yê mayî jî mîna dîyarîya nanî k'ahînr'a bimîne».
[14] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[15] «Heger yek borcê xwe neqedîne û bê h'emdê xwe hindava tiştêd Xudane pîrozda gune bike, bira ji ber neheqîya xweva ji kêrî beranekî bêqusûr, weke wî qîmetê teyî pê şêkilêd zîvîn k'ifşkirî, anegorî şêkilêd pîrozgehê Xudanr'a dîyarîya ji bervadayînê bîne.
[16] Bira cirma wê zîyana ku daye tiştêd pîroz bik'işîne, usa jî p'areke ji pênc p'ara li serda zêde ke, bide k'ahîn. Û k'ahîn bira pê wî beranê dîyarîya ji bervadayînê k'ewandinê bike û wê li wî bê baxşandinê.
[17] Heger yek bê h'emdê xwe gune bike û ji wan t'emîyêd Xudane dayî şaş be, yekî ji wan neqedîne, ew sûcdar dibe û gune dike stûyê xwe.
[18] Bira ew weke wî qîmetê teyî k'ifşkirî, ji kêrî beranekî bêqusûr bona dîyarîya ji bervadayînê k'ahînr'a bîne, k'ahîn bira bona wê neheqîya wîye bêh'emdê xwe kirî k'ewandinê bike û wê li wî bê baxşandinê.
[19] Eva dîyarîya ji bervadayînê ye, bona neheqîya ku ewî li ber Xudan kiribû».