Skip to content
Opens in a new window

[1] Kur'êd Harûn, Nadab û Abîhû her yekî agirdanga xwe hilda, agir kirinê, bixûr kirine ser û li ber Xudan şaş agir dan, ku ev ne li gora qirara Xudan bû.

[2] Û ji Xudan agir derk'et, wan xist û ew li ber Xudan mirin.

[3] Wî çaxî Mûsa gote Harûn: «Ay bona çi Xudan xeberda û got: ‹Ezê nava yêd nêzîkî min dibin pîroz bim û li ber t'emamîya cime'tê bême pesindayîn꛻. Harûn xwe ker' kir.

[4] Hingê Mûsa gazî Mîşaêl û Elsafanê kur'êd Ûzîêlê apê Harûn kirin û gote wan: «Her'in birayêd xwe ji ber pîrozgehê hildin bibin ji zomê derxin».

[5] Ew çûn, çawa ku Mûsa gotibû ewana kirasêd wanva ji zomê derxistin.

[6] Mûsa gote Harûn û kur'êd wî Êlazar û Ît'amar: «P'or'ê serê xwe ser xweda neynin û k'incê xwe neqelêşin, wekî nemirin û xezeba Xudan neyê serê t'emamîya civînê. Lê bira birayêd we, usa jî t'emamîya mala Îsraêl li ser wan bigirîn, k'îjan ku Xudan şewitandin.

[7] Hûn ji derê Konê Civînê dernek'evin ku nemirin, çimkî r'ûnê Xudanî r'ûnkirinê li ser we ye». Wana jî anegorî gotina Mûsa kir.

[8] Xudan Harûnr'a xeberda û got:

[9] «Gava tu yan kur'êd te bik'evine Konê Civînê, şerab-araqê venexwin ku nemirin. Nava nisilêd weda ev yek qeyde-qanûna h'eta-h'etayê be,

[10] wekî firqîya pîroz û nepîroz yan paqij û nepaqij ji hev derxin

[11] û wan h'emû qeyde-qanûna li zar'êd Îsraêl hîn kin, k'îjanêd ku Xudan bi destê Mûsa e'mir li wan kirîye».

[12] Mûsa gote Harûn û kur'êd wîye mayî, Êlazar û Ît'amar: «Ji dîyarîyêd şewatêye Xudanr'a dayî, dîyarîya nanî hildin û hinda gorîgehê bê hevîrtir'şk bixwin. Çimkî eva ya here pîroz e.

[13] Ewî li cîyê pîroz bixwin, eva p'ara te û p'ara kur'êd te ye, ji dîyarîyêd şewatêye Xudanr'a dayî, çimkî minr'a aha hatîye e'mir kirinê.

[14] Sersîngê dîyarîya h'ejandinê û pîlê dîyarîya berbir'îkirinê tu cîkî li paqij t'evî kur' û qîzêd xwe bixwe. Çimkî evana ji qurbanêd dîyarîyêd heleqetîyê ne, alîyê zar'êd Îsraêlda dayî, ew p'ara te û kur'êd te ne.

[15] Pîlê dîyarîya berbir'îkirinê û sersîngê dîyarîya h'ejandinê t'evî bezê dîyarîya şewatê bira bînin li ber Xudan bih'ejînin, çawa dîyarîya h'ejandinê. Û bira eva bi qeyde-qanûna h'eta-h'etayê p'ara te û kur'êd te be, çawa ku Xudan e'mir kir».

[16] Û Mûsa nêrîyê dîyarîya paqijbûnê ger'îya, lê ew îdî şewitandî bû, ewî hingê hêrsa xwe li kur'êd Harûne mayî Êlazar û Ît'amar r'akir û gote wan:

[17] «We çima dîyarîya paqijbûnê li cîyê pîrozda nexwarîye? Ne eva ya here pîroz e? Wer'a hatîye dayînê ku gune ji ser civînê bidine hildanê û li ber Xudan k'ewandinê bona wan bikin.

[18] Awa xûna wê nek'etîye pîrozgehê, ku we gerekê ew qurban li cîyê pîrozda bixwara, çawa min e'mir li we kiribû».

[19] Hingê Harûn li Mûsa veger'and û gotê: «Awa îro wana dîyarîya paqijbûna xwe û dîyarîya t'evayîşewata xwe li ber Xudan dan, ev yek ku hate serê min, heger îro min dîyarîya paqijbûnê bixwara, gelo wê li Xudan xweş bihata?»

[20] Mûsa ev yek bihîst û li wî xweş hat.

Q. K'anîntîyê — Chapters