Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 5:50

[1] Gava em xilaz bûn, hingê em pê h’esîyan, ku navê wê giravê Malta ye.

[2] Binelîyêd wir gelek qedir-hurmet mer’a kirin, agir vêxistin, ji ber wê sermayê û barana ku destpêkir em qebûl kirin.

[3] Hingê Pawlos bermile qirş berev kir danî ser êgir, me’rek ji dest germê derk’et, dev avîte destê wî girt.

[4] Binelîya gava r’e’wirê destê wîva dardabûyî dît, hevr’a gotin: «Eva r’astî mêrkuj e, ji be’rê xilaz bû, lê xudanê Heqîyê nehişt ku ew bijî».

[5] Lê Pawlos r’e’wirê destê xweva dawşande nava êgir û zîyan li wî nebû.

[6] Ewana jî hîvîya wê yekê bûn ku wê biwerime yan nişkêva bik’eve bimire, gava gelekî hîvîyê man û dîtin ku t’u tişt li wî nehat, fikirê xwe guhastin û gotin: «Eva xwedêk e».

[7] Li wî cîyê dor-berêd wan bergêd serwêrê wê giravê hebûn, ku navê wî Poplîyo bû. Ewî hurmet mer’a kir, sê r’oja em cem xwe xwey kirin.

[8] Bavê Poplîyo t’ayêda bi zikêşîyê nexweş p’aldayî bû. Pawlos çû cem wî, dua kir, destêd xwe danîne ser wî û ew qenc kir.

[9] Gava ev yeka qewimî, nexweşêd mayîne wê giravêda jî dihatin qenc dibûn.

[10] Wana gelek qedir-hurmet mer’a kirin û gava em r’êk’etin, ew tiştêd ku bona r’ê wê kêrî me bihatana mer’a dagirtin.

[11] Sê meha şûnda em bi gemîya Skenderyayê r’êk’etin, ku wê jî zivistan li wê giravêda derbaz kiribû, şikilê her du xudanêd Heval-cêwî jî ser bû.

[12] Em gihîştine Sîrekûsê, sê r’oja wir man.

[13] Ji wir jî em çûn gihîştine R’êgîyomê. R’ojekê şûnda bayê başûrê hat, em du r’ojada gihîştine Potîyolê.

[14] Wir me xûşk-bira dîtin û hîvî ji me kirin, ku em h’eftêkê wir bimînin. Û bi vî awayî em gihîştine R’omê.

[15] Xûşk-birayêd wir jî bona me bihîstibûn, pêşîya meda hatin h’eta Meydana Epîyû û Sê Mêvanxana. Pawlos ku ew dîtin, şikirî da Xwedê û dilê wî şidîya.

[16] Gava em gihîştine R’omê , îzin dane Pawlos ku t’enê t’evî wî eskerê ku nobedarîyê wî dike bimîne.

[17] Sê r’oja şûnda Pawlos gazî giregirêd cihûya kir, gava ew hatin, wanr’a got: «Gelî bira! Min tiştekî miqabilî cime’tê yan kal û bava nekirîye, lê Orşelîmêda ez girtim dame destê r’omayîya.

[18] Gava ez anîme ber dîwanê, xwestin min ber’din, çimkî ser min bona kuştinê t’u xirabî nedîtin.

[19] Lê gava cihûya miqabilî wê yekê xeber dan, min îdî bêç’arîya xwe de’wa Qeyser kir, lê ne bona wê yekê, ku şikîyatê miletê xwe bikira .

[20] Lema jî min hîvî kir, ku we bibînim û t’evî we xeber dim. Belê ez bona gumana Îsraêlê van qeyd-zincîrada me».

[21] Wana jî wîr’a got: «Me bona te ji Cihûstanê ne ne’me standîye, ne jî ji birayêd me kes hatîye bona xirabîya te gilî kirîye yan xeber daye.

[22] Lê em dixwazin ji te bibihên, k’a bîr û bawerîya te çi ye, çimkî bona wê k’omelê meva îdî e’yan e ku h’emû cîya miqabilî wê xeber didin».

[23] Awa r’ojek k’ifşkirin û wê r’ojêda gelek hatine wî cîyê ku Pawlos têda dima. Ewî sibê h’eta êvarê wanar’a bona P’adşatîya Xwedê şirovedikir û bi me’rîfetî dannasîn dikir, derheqa Îsada jî bi Qanûna Mûsa û nivîsarêd p’êxembera ew didane bawerkirinê.

[24] Hineka xwe li gotinêd wî girtin, hineka jî bawer nekir.

[25] Awa berî çûyîna wan nava wanda bû dutîretî gava Pawlos ev yek got: «Çawa r’ast R’uh’ê Pîroz bi Îşaya p’êxember t’evî kal-bavêd me xeber da

[26] û got: ‹Her’e cem vê cime’tê û bêje: Hûnê bibihên û guh bidinê, lê fe’m nekin, hûnê binihêr’in û dîna xwe bidinê, lê nebînin.

[27] Çimkî eva cime’ta serh’işk e, bi guha giran dibihên û ç’e’vêd xwe girtine, wekî bi ç’e’va nebînin, bi guha nebihên û bi h’iş fe’m nekin, veneger’in, ku Ez wan qenc kim› .

[28] Awa bira weva e’yan be, wekî xilazkirina Xwedê necihûyar’a hate şandinê û ewê guhdarîya Wî bikin» .

[30] Pawlos t’am du sala mala xweye k’irêkirîda ma, k’î jî dihate cem wî, h’emû qebûl dikirin.

[31] Ewî P’adşatîya Xwedê bi mêrk’îmî bê pêşîgirtin dannasîn dikir û derheqa Xudan Îsa Mesîhda hîn dikir.

K’arêd Şandîya — Chapters