[1] Wan çaxada Hêrodes p’adşa destê xwe hilda ser hinekêd ji civînê ku wan bide cefê,
[2] Aqûbê birê Yûh’enna bi şûr da kuştinê.
[3] Ewî dîna xwe dayê, ku kirina wî li cihûya xweş hat, r’abû Petrûs jî da girtinê. Ev yek r’ojêd Cejina Nanê Şkevada qewimîn.
[4] Gava Petrûs girt, avîte kelê sparte çar t’axima, ku her t’aximek çar-çar esker bûn, wekî miqatî wî bin. Nêta wî ew bû ku pey Cejina Derbazbûnêr’a wî derxe ber cime’tê, dîwana wî bike.
[5] Îdî Petrûs kelêda girtî bû, lê civînê bona wî bi dil û can, bi dua hîvî ji Xwedê dikir.
[6] Wê şevê, ku sibetirê Hêrodes dixwest ew derxista ber cime’tê, bona dîwankirinê, Petrûs bi du zincîra girêdayî nava du eskerada r’azayî bû, nobedara jî ber dêrî nobedarîya kelê dikir.
[7] Nişkêva milyak’etekî Xudan ber sekinî, r’onayê wî cîyî şewq da û niç’ande k’êleka Petrûs, ew h’işyar kir û gotê: «Zû r’abe». Zincîr ji destêd wî k’etin.
[8] Hingê milyak’et wîr’a got: «Pişta xwe girêde û çarixêd xwe ser nigêd xweva ke». Ewî jî usa kir. Paşê wîr’a got: «Qap’ûtê xwe bavêje ser xwe û pey min were».
[9] Petrûs jî derk’et da pey wî çû, lê nizanibû ew kirina milyak’et r’ast e, wî t’irê xewnê dibîne.
[10] Ewana ji nobedarêd pêşin û duda derbaz bûn, h’eta dergehê h’esinî hatin, k’îjanî derdixiste nav bajêr. Dergeh xwexa li ber wan vebû, ji wir derk’etin k’ûçekê derbaz bûn, nişkêva milyak’et ji wî qetîya.
[11] Hingê Petrûs ser h’işê xweda hat, got: «Ez niha r’ast zanim ku Xudan milyak’etê Xwe şand, ez ji destê Hêrodes û ji wan h’emû tiştêd ku cihû hîvîyê bûn xilaz kirim».
[12] Gava ev yek fe’m kir, çû mala Meryema dîya Yûh’ennayê ku jêr’a Marqos digotin, ku li wir gelek civîyabûn dua dikirin.
[13] Petrûs dergeh xist, carîke navê wê R’oda çû guhê xwe da ser.
[14] Dengê Petrûs nas kir, ji şabûna dergeh venekir, lê r’evî çû hindur’ got: «Petrûs li ber dergeh sekinî ye!»
[15] Wana wêr’a got: «Te h’işê xwe unda kirîye?» Lê ewa ser ya xwe bû, ku r’ast e. Wana got: «Qey milyak’etê wî ye?»
[16] Petrûs jî serhev-serhev dergeh dixist. Gava vekirin ew dîtin, h’işê serê wan çû.
[17] Ewî destê xwe h’ejand ku ker’ bin û gilî kir çawa Xudan ew ji kelê derxistîye, usa jî got: «Vê yekê Aqûb û xûşk-birayêd dinr’a jî bêjin». Xwexa jî r’abû çû cîkî din.
[18] Sibeh ku safî bû, esker gelekî t’evîhev bûn, gelo çi hate serê Petrûs?
[19] Gava Hêrodes li wî ger’îya û ew nedît, ji eskera her tişt pirsî û e’mir kir ku bêne kuştinê. Paşê Hêrodes ji Cihûstanê berjêrî Qeyserîyê bû û wir ma.
[20] Hêrodes li miletêd Sûr û Saydayê r’abibû xezebê. Evana jî hevr’a r’abûn hatin, Bilasto wek’îlê mala Hêrodes anîne r’ayê û hîvî kirin ku li hev bên, çimkî bajarêd wan ji welatê wî p’adşayî xurek distandin.
[21] R’ojeke k’ifşkirî Hêrodes k’incê p’adşatîyê lê, li herema dîwanê r’ûnişt û bi cime’tî wanar’a xeber dida.
[22] E’laletê jî dikire qîr’în û digot: «Eva dengê xwedêkî ye, ne yê merîya ye!»
[23] Destxweda milyak’etekî Xudan wî xist, bona ku wî şikirî neda Xwedê, kurmî bû mir.
[24] Lê xebera Xwedê berfire û zêde dibû.
[25] Barnabas û Şawûl gava qulixê xwe qedandin, ji Orşelîmê veger’îyan, Yûh’ennayê ku jêr’a Marqos digotin jî t’evî xwe anîn.