[1] Gava qirar kirin ku em bi gemîyê her’ine Îtalyayê, Pawlos û çend girtîyêd din dane destê sersedekî ji r’efa eskerêd Qeyser, navê wî Yûlyo.
[2] Em k’etine gemîke ji Edremîtê, ku wê gemîwargehêd qeza Asyayêva biçûya û r’êk’etin. Erîstarxoyê mekedonî jî ji T’êsalonîkê mer’a bû.
[3] R’oja dinê em Saydayê peya bûn, Yûlyo qencî Pawlosr’a kir, îzin da ku her’e cem dostêd xwe, wekî bona wî xem bikin.
[4] Ji wir r’êk’etin, dest bayê pêşîya me, em te’ldê Qubrisêr’a derbaz bûn.
[5] Gava em nava be’ra pêşberî Kîlîkyayê û Pamfîlyayêva derbaz bûn, gihîştine Lîkyayê, bajarê Mîrayê.
[6] Wir sersed gemîke Skenderyayê dît ku diçû Îtalyayê, em kirine wê gemîyê.
[7] Hêdî-hêdî gelek r’ojada em bi zorekê nêzîkî Kinîdyayê bûn. Bê ku r’ê nedida me, em binat’ara Kirêtayê ber Salmonêr’a derbaz bûn.
[8] Em bi zorekê wirr’a derbaz bûn gihîştine cîkî, ku jêr’a dibêjin Gemîwargehêd Bedew, ku nêzîkî bajarê Laseyayê bû.
[9] Gelek wext ku li wir derbaz bû, r’êwîtîya gemîyê jî bi qezîyava girêdayî bû, R’oja R’ojîya jî îdî derbaz bibû. Pawlos şîret li wan kir û got:
[10] «Gelî meriva! Ez dibînim ku ev r’êwîtîya bi gemîyê gelek zîyanê û cefava girêdayî ye, ne ku t’enê bona bar û gemîyê, lê bona e’mirê me jî».
[11] Lê sersed hê gur’a gemîvan û xweyê gemîyê dikir, ne ku xeberêd Pawlos.
[12] Ew gemîwargeh bona derbazkirina zivistanê ne qenc bû, lema jî geleka ji wan qirara xwe da ku ji wir her’in, belkî bikaribin bigihîjine bajarê Fînîksê û li wir zivistanê derbaz kin. Eva bajara gemîwargeheke girava Kirêtayê ye, ku li başûr-r’oavayê û bakur-r’oavayê dinihêr’e.
[13] Gava bayê başûrêyî nerm hat, wana t’irê îdî gihîştine meremê xwe, lengere k’işandin r’êk’etin û xwe li hêşîya Kirêtayê girtî çûn.
[14] Lê xêlekê şûnda firtoneke qayîm li me r’abû, ku jêr’a dibêjin Êvrîkilon .
[15] Firtonê li gemîyê xist û gemî nikaribû miqabilî wê biçûya, dest jê k’işandî em ji bê hatine ajotinê.
[16] Me xwe da ber te’ldê giraveke biç’ûk, navê wê Kawda, li wir bi zorekê qeyik girt
[17] k’işande jor û bi werisa gemî binîva şidandin. Ewana tirsîyan ku nebe gemî lîla Sûrtisêda r’ûnê, bap’êş anîne xwarê û aha ji bê dihatine ajotinê.
[18] Ji dest qayîmîya firtonê, barê gemîyê r’oja din r’êtine be’rê.
[19] R’oja sisîya wana bi destê xwe hacetêd gemîyê avîtine be’rê.
[20] Ew çend r’oj bûn te’v û steyrk nedihatine xuyanê, firtone jî nedisekinî. Heyneser bona xilazbûnê gumana me h’emû hate bir’înê.
[21] Ew çend r’oj bûn jî bir’çî mabûn, Pawlos nava wanda sekinî û got: «Gerekê we gur’a min bikira e’vdno, ji Kirêtayê dernek’etana, hingê weyê ev zîyan û cefa nek’işanda.
[22] Niha jî ez hîvî dikim, ku hûn dil bidine ber xwe, çimkî pêştirî gemîyê zîyanê li me t’u kesî nebe.
[23] Çimkî hema vê şeva derbazbûyî milyak’etekî wî Xwedêyê ku ez p’ara Wî me û Wî dih’ebînim, minva xuya bû
[24] û got: ‹Netirse, Pawlos! Gerekê tu li ber Qeyser bisekinî. Va Xwedê h’emûyêd t’evî te gemîyêda dane xatirê te›.
[25] Niha dil bidine ber xwe e’vdno, çimkî ez Xwedêda bawer im, ku çawa minr’a hate gotinê, wê usa jî bibe.
[26] Lê t’enê emê bêne ajotinê û beja giravekê xin».
[27] Şeva çardeha bû ku em be’ra Adrîyatîkêda ji bê dihatine ajotinê. Nîvê şevê gemîvana k’ifş kir, ku digihîştine bejekê,
[28] k’ûrpîv avîtinê, dîtin ku qasî çil mêtirî bû, hinekî jî pêşda çûn, dîsa avîtinê dîtin ku qasî sî mêtirî bû.
[29] Hingê em tirsîyan ku nebe em cîkî kevirî xin, paşîya gemîyêva çar lengere avîtin û bi dua ç’e’vnihêr’îya sibehê bûn.
[30] Lê gemîvana xwest ku ji gemîyê bir’evin, qeyik ji gemîyê peya kirin, bi wê me’nîyê yançîye dixwazin pêşîya gemîyêva jî lengera bavêjin,
[31] Pawlos sersed û eskerar’a got: «Heger evana gemîyêda nemînin, hûn nikarin xilaz bin».
[32] Hingê eskera kapêd qeyikê qetandin, ber’dan ku wêda her’e.
[33] Berbanga sibehê Pawlos hîvî ji wan h’emûya kir ku nên bixwin û got: «Eva çardeh r’oj e ku hûn ç’e’vnihêr’î bir’çî mane û we t’u tişt nexwarîye.
[34] Awa ez hîvî ji we dikim, nanê xwe bixwin, ku ev jî bona xilazbûna we ye, t’êlekî p’or’ê serê weyê unda nebe».
[35] Û gava ev yek got, nan hilda li ber h’emûya şikirîya xwe Xwedê anî, kerkir û destpêkir xwar.
[36] Wî çaxî bîn hate ber h’emûya, wan jî nan xwar.
[37] Em h’emû hevr’a gemîyêda dusid h’eftê şeş merî bûn.
[38] Gava nan xwarin, t’êr bûn, genim r’êtine be’rê gemî sivik kirin.
[39] Sibeh ku zelal bû, e’rd nas nedikirin, lê delaveke be’rê r’aç’e’v kirin, ku hêşîya wê hebû û dixwestin belkî bikaribin binê gemîyê wir e’rdê xin.
[40] Lengere ji binî qetandin, be’rêda hiştin, hingê jî werisêd fitilokêd zivir’andinê ku digirtin sist kirin û bap’êşa pêş dane bê, xwe li wê hêşîya be’rê girtin.
[41] Lê li girekî binê avê xistin, lîlêda r’ûnişt, pozê gemîyê têda ma û îdî neh’ejîya, pişta wê jî ji dest qayîmîya pêla hûrdexweşî dibû.
[42] Hingê eskera qirar kirin ku girtîya bikujin, wekî sobek’arîyê nedin ner’evin.
[43] Lê sersed ku dixwest Pawlos xilaz kira, nehişt ku ew şêwira xwe bînine sêrî. Hingê e’mir kir ku yêd sobek’arîyê zanin, pêşîyê xwe bavêjine avê derêne bejê,
[44] lê yêd mayîn, hinek ser t’exta, hinek jî ser p’arç’êd gemîyê derên. Û bi vî awayî aha h’emû xilaz bûn, derk’etine bejê.