[1] Hingê Pawlos hate Dêrbê û Lîstrayê. Li wir şagirtek hebû navê wî Tîmot’êyo, kur’ê k’ulfeteke cihûye bawermend bû, lê bavê wî yûnan bû.
[2] Bawermendêd Lîstrayê û Qonyayê hindava wîda qenc xeber didan.
[3] Pawlos xwest wî t’evî xwe bibe û bona wan cihûyêd wan dera girt ew sinet kir, çimkî h’emûya jî zanibû ku bavê wî yûnan e.
[4] Gava bajarar’a derbaz dibûn, ew t’emîyêd ku şandîya û berpirsîyarêd Orşelîmê qirar kiribûn, didane bawermenda ku xwey kin.
[5] Awa civîn jî bawerîyêda dişidîyan û r’oj bi r’oj h’esabê wan zêde dibû.
[6] Nava sînorêd Firîgya û Galatyayêda ger’îyan, çimkî R’uh’ê Pîroz nehişt ku qeza Asyayêda xebera Xwedê bêjin.
[7] Gava nêzîkî Mîsyayê bûn, kirin ku her’ine Bîtênyayê, lê R’uh’ê Îsa îzin neda wan
[8] û ber Mîsyayêva derbaz bûn berjêr çûne Troyayê.
[9] Şev Pawlos dîtinokêda ber ç’e’vê xwe dît, yekî mekedonî sekinî bû hîvî ji wî dikir û digot: «Were Mekedonyayê alî me bike».
[10] Gava wî ew dîtinok dît, me destxweda xwest ku her’ine Mekedonyayê. Me fe’m kir, ku Xwedê me dişîne wir, wekî Mizgînîyê bidine wan.
[11] Em ji Troyayê bi gemîyê derk’etin r’ast çûne Samotraxê, r’oja dinê Nêyapolîsê.
[12] Ji wir jî çûne Fîlîpyayê, bajarekî ne’yîya Mekedonyayêyî e’yan, usa jî ku bajarekî R’omayê ye. Wî bajarîda em çend r’oja man.
[13] R’oja şemîyê em ji dergehê bajêr derk’etin çûne devê ç’êm, ew der çawa em difikirîn, cîyê dua bû. Me r’ûniştî t’evî k’ulfetêd civîyayî xeber dida,
[14] k’ulfeteke xwedêbawer ji bajarê Tîyatîrayê, navê wê Lîdya ku k’incêd şîrk difirotin, guhdarî dikir. Xudan dilê wê vekir ku guh bide gotinêd Pawlos.
[15] Gava ew neferêd xweva pê avê hatine nixumandinê, hîvî ji me kir û got: «Heger hûn min bawermenda Xudan h’esab dikin, k’erem kine mala min, li wir bimînin». Û zor li me kir em birin.
[16] Carekê em diçûne cîyê duakirinê, carîk r’astî me hat, ku r’uh’ê k’oç’ektîyê pêr’a bû, evê bi wê k’oç’ektîyê xweyêd xwer’a p’ir’ k’ar danî.
[17] Eva pey Pawlos û me k’etibû, dikire qîr’în û digot: «Ev merivana xulamêd Xwedêyê Herî Jorin in, ku wer’a bona r’îya xilazbûnê dannasîn dikin!»
[18] Ev yeka ewê gelek r’oja dikir, h’eta ku Pawlos aciz bû, veger’îya û wî r’uh’îr’a got: «Bi navê Îsa Mesîh e’mirî te dikim ji wê derê!» Û pêr’a-pêr’a ew ji wê derk’et.
[19] Gava xweyêd wê dîtin ku gumana k’ara wan hate bir’înê, Pawlos û Sîlas girtin, k’aşî meydana bajêr cem serwêra kirin,
[20] ew birine ber serdarêd R’omayê û gotin: «Ev merivana cihû ne û bajarê me t’evîhev dikin.
[21] E’detê usa me bajarvanêd R’omayê hîn dikin, ku ne mer’a cayîz e qebûl kin, ne jî bikin».
[22] E’laletê h’icûmî ser wan kir, serdara jî k’incêd ser wan qelaştin û e’mir kirin ku wan bidine ber şiva.
[23] Pey gelek lêdanêr’a avîtine kelê û e’mirî serwêrê kelê kirin, ku r’ind miqatîyê wan bike.
[24] Ewî ku ev e’mir stand, ew avîtine zindanê û nigêd wan qeydada şidandin.
[25] Nêzîkî nîvê şevê Pawlos û Sîlas dua dikirin û eşqî Xwedê distiran, girtîya jî guhê xwe danîbûne ser wan.
[26] Nişkêva e’rd qayîm h’ejîya, h’eta ku h’îmêd kelê jî çûn-hatin, destxweda h’emû derî vebûn, qeyd-zincîrêd h’emûya hatine vekirinê.
[27] Gava serwêrê kelê h’işyar bû û derêd kelê vekirî dîtin, şûr k’işand ku xwe bikuje, çimkî wî t’irê girtî r’evîne .
[28] Lê Pawlos bi dengê bilind kire gazî û got: «T’u zîyanê nede e’mirê xwe, em h’emû jî vira ne!»
[29] Ewî ç’ira xwest, r’evî hindur’, lerizî xwe avîte ber Pawlos û Sîlas.
[30] Ew derxistin û got: «Ez xulam! Ez çi gerekê bikim ku xilaz bim?»
[31] Wana jî got: «Bawerîya xwe Xudan Îsa bîne, tê neferêd xweva xilaz bî».
[32] Hingê xebera Xudan wî û wan h’emûyar’a gotin, yêd ku mala wîda bûn.
[33] Hema wê şevê serwêrê kelê ew birin, birînêd wan şûştin û pêr’a-pêr’a ew neferêd xweva pê avê hatine nixumandinê.
[34] Ew anîne mala xwe, sifre li ber wan danî û t’emamîya neferêd xweva şa bûn, ku bawerîya xwe Xwedê anîn.
[35] Gava sibeh safî bû, serdara zapidêd xwe şandin û gotin: «Wan meriva ber’de».
[36] Serwêrê kelê ev yek Pawlosr’a got: «Serdar merî şandine wekî hûn bêne ber’danê. Niha r’abin bi xêr û silamet her’in».
[37] Lê Pawlos wanr’a got: «Em, bajarvanêd R’omayê, bê dîwan bi cime’tî dane ber şiva avîtine kelê! Û niha dixwazin bi dizîva me derxin? Na, ev yek nabe, bira xwexa bên me derxin».
[38] Zapida ev xeberana gîhandine serdara. Gava ku bihîstin ew bajarvanêd R’omayê ne, tirsîyan
[39] hatin xwe avîtine wan, paşê ew derxistin û hîvî kirin ku ji bajarê wan her’in.
[40] Ew jî ji kelê derk’etin çûne mala Lîdyayê, li wir xûşk-bira dîtin, dil dane wan û paşê r’êk’etin çûn.