[1] Ewana Emfîpolîs û Apolonyayêva derbaz bûn hatine T’êsalonîkê, wî cîyê ku k’inîşta cihûya hebû.
[2] Pawlos jî mîna e’detê xwe çû nava wan û sê r’ojêd şemîyê wanar’a dik’ete xeberdanê, ji nivîsara
[3] şirovedikir û wanr’a îzbat dikir, ku gerekê Mesîh cefa bik’işanda û ji mirinê r’abûya û digot: «Ev Îsayê ku ez wer’a dannasîn dikim, ew Mesîh e».
[4] Hinekêd ji wan bawer kirin xwe li Pawlos û Sîlas girtin, usa jî e’laleteke xwedêbawerêd yûnan û gelek k’ulfetêd xweyîqedir.
[5] Lê ji cihûya hineka ji h’evsûdîyê çend merivêd bêkêre ner’ast civandin, kirine qalme-qalm, bajar t’evîhev kirin û h’icûmî ser mala Yason kirin, dixwestin Pawlos û Sîlas banîna ber cime’tê.
[6] Gava ew nedîtin, Yason t’evî çend birava k’aşî cem serwêrêd bajêr kirin, dikirine qîr’în digotin: «Ewêd dinya t’evîhev kirine gihîştine vira jî
[7] û Yason ew qebûl kirine mala xwe! Evana h’emû jî miqabilî e’mirêd Qeyser diçin û dibêjin: ‹P’adşakî din heye, navê wî Îsa ye›».
[8] Bi van gotina e’lalet û serwêrêd bajêr t’evîhev kirin.
[9] Hingê ji Yason û yêd mayîn k’efîl standin, ew ber’dan.
[10] Hema çawa te’rî k’ete e’rdê, bira Pawlos û Sîlas şandine Beroyayê. Ew ku gihîştine wir, çûne k’inîşta cihûya.
[11] Ev cihû ji yêd T’êsalonîkê serwaxttir bûn, xebera Xwedê bi dil û can qebûl kirin û her r’oj nivîsarada k’ûr dibûn, k’a ev tişt usa ne.
[12] Ji wana geleka bawer kir, usa jî gelek k’ulfetêd yûnane xweyîqedir û mêr jî ne kêm bûn.
[13] Gava cihûyêd T’êsalonîkê bihîstin ku Pawlos xebera Xwedê Beroyayêda jî dannasîn dike, hatin wir jî hêlan dane e’laletê û ew t’evîhev kirin.
[14] Wî çaxî bira Pawlos destxweda şandine ber be’rê, lê Sîlas û Tîmot’êyo Beroyayêda man.
[15] Ewêd ku Pawlos ver’êdikirin, ew h’eta At’înayê birin, paşê ji Pawlos t’emî standin ku Sîlas û Tîmot’êyo zû her’in bigihîjine wî, xwexa jî paşda veger’îyan.
[16] Gava At’înayêda Pawlos hîvîya wan bû, dilê wî ne r’ih’et bû, çimkî dît bajar nava p’ûtp’aristîyêda bû.
[17] Awa ewî k’inîştêda cihû û yûnanêd xwedêbawerr’a û li meydanê bajêrda jî her r’oj r’astî k’ê dihat wanr’a dik’ete xeberdanê.
[18] Çend fîlosofêd êpîkûrî û stoyxî wîr’a k’etine h’ucetê û hineka digot: «Evî devbelayî bêt’ewşe çi dixwaze bêje?» Hineka jî digot: «Usa tê k’ifşê, ku eva derheqa xwedêyêd xerîbda dannasîn dike». Aha digotin, çimkî ewî bona Îsa û r’abûna mirîya dannasîn dikir.
[19] Wî çaxî ew hildan birine ber civîna Aryopagoyê û gotin: «Em dikarin bona wê hînkirina nûye ku tu dannasîn dikî bizanibin?
[20] Tu tiştêd xerîb me didî bihîstinê, lema jî em dixwazin me’na wan bizanibin».
[21] H’emû at’înî û xerîbêd ku wir diman, tiştekî mayînva mijûl nedibûn, pêştirî tiştêd nû gotinê yan bihîstinê.
[22] Hingê Pawlos ber civîna Aryopagoyêda sekinî û got: «Gelî at’înîya! Ez dîna xwe didimê, ku hûn ji h’emû alîyava gelekî h’ebandinêva mijûl in.
[23] Çimkî gava ez ger’îyam, min dîna xwe da h’ebandinêd we, min gorîgehek dît ku ser wê nivîsar bû ‹XWEDÊYÊ NENASR’A›. Awa Ewê ku hûn nas nakin dih’ebînin, ez bona Wî wer’a dannasîn dikim.
[24] Xwedêyê ku ev dinya û h’emûyêd nava wêda e’firandîye, Ew Xudanê e’rd û e’zmên e û p’aristgehêd bi desta çêkirîda namîne ,
[25] ne jî ç’e’vê Wî destê meriva ye ku xizmetk’arîya Wî bikin, çawa Yekî h’ewcê tiştekî, lê Ew xwexa e’mir, bînê û her tiştî dide h’emûya.
[26] H’emû miletêd dinyayê ji xûnekî xuliqand, ku ser r’ûyê t’emamîya dinyayê bijîn. Ewî zeman û sînorêd cî-misk’ena wanr’a k’ifş kirin.
[27] Ewî ev yekana kirin, wekî meriv li Wî biger’in, belkî bip’elînin bibînin. Lê Ew Xwedê ji me her kesî ne dûr e jî,
[28] çimkî ‹em bi Wî dijîn, dimeşin û hene› . Çawa çend şayîrêd we jî gotine: ‹Em r’ast zar’êd Wî ne› .
[29] Awa ku em ji Xwedê bûne, gerekê em Xwedê aha neşibînin mîna zêr’, zîv, yan kevirê ku bi h’iş û hostatîya meriva hatine k’olandinê.
[30] Xwedê dîna Xwe nedaye h’emû zemanêd ku merivayîyê Ew nas nekirîye, lê niha her dera t’emî li h’emû meriva dike, ku ji gunekirinê veger’in.
[31] Çimkî Ewî r’ojek k’ifş kirîye, k’îjanêda wê dîwana dinê r’ast bi destê Merivekî bike, Yê ku Ewî k’ifş kirîye. Xwedê ev yekana h’emûyar’a dane îzbatkirinê, gava Ew meriv ji mirinê r’akir».
[32] Gava bona r’abûna mirîya bihîstin, hinek pê k’enîyan, lê hineka jî got: «Bona wê yekê emê careke din ji te bibihên».
[33] Û Pawlos ji nav civîna wan derk’et çû.
[34] Lê hineka xwe li wî girt, bawer kirin. Nava wanda bûn Dîyonîsyoyê endemê Aryopagoyê û k’ulfeteke navê wê Damerîs, t’evî hinekêd mayîn.