[1] Şandîya û bawermendêd alîyê Cihûstanêda diman, bihîstin ku necihûya jî xebera Xwedê qebûl kirine.
[2] Gava Petrûs hevraz çû Orşelîmê, bawermendêd e’silê xweda cihû ew neheq dikirin û
[3] digotin: «Tu çûyî cem merivêd nesinetkirî û te t’evî wan nan xwarîye!»
[4] Hingê Petrûs destpêkir bi hûr-gilî wanr’a şirovekir û got:
[5] «Min bajarê Yafayêda dua dikir, mîna sih’etekê ser minr’a derbaz bû. Û min dîtinokêda li ber ç’e’vê xwe dît, derdaneke mîna destexana mezin her çar goşava ji e’zmên dardabû hate xwarê, li ber min sekinî.
[6] Ez hê zûr’ bibûm min lê dinihêr’î, min dîna xwe dayê, va ne h’eywanêd çarp’ê, r’e’wir, şûlikîyêd e’rdê û teyredêd e’zmên.
[7] Hingê min dengek bihîst ku minr’a got: ‹R’abe Petrûs, serjêke û bixwe›.
[8] Lê min got: ‹H’aşa ji min, Xudan, t’u car tiştekî h’eram yan p’îs nek’etîye devê min›.
[9] Cara duda ewî dengî ji e’zmên li min veger’and û got: ‹Ew tiştêd ku Xwedê h’elal kirîye, tu h’eram h’esab neke›.
[10] Eva yeka sê cara qewimî û her tişt paşda e’zmênva hate k’işandinê.
[11] Hema wî çaxî sê merîyêd ku ji Qeyserîyê şandibûne pey min ber mala ku em têda diman sekinîn.
[12] R’uh’ minr’a got: ‹T’evî wan her’e, dudilî nebe›. Ev her şeş bira jî t’evî min hatin û em çûne mala wî merivî.
[13] Ewî mer’a got, ku çawa mala xweda milyak’et dîtîye, ku sekinî ye wîr’a gotîye: ‹Merîya bişîne Yafayê û gazî Şimh’ûn ke, yê ku jêr’a Petrûs dibêjin.
[14] Ewê ter’a wan gotina bêje, bi k’îjana tê û t’emamîya neferêd mala xweva xilaz bî›.
[15] Û min hema dest bi xeberdanê kir, R’uh’ê Pîroz hate ser wan, çawa pêşîyê hate ser me.
[16] Wî çaxî hate bîra min ew xebera ku Xudan gotibû: ‹Yûh’enna bi avê nixumand, lê hûnê bi R’uh’ê Pîroz bêne nixumandinê› .
[17] Awa heger Xwedê xût ew p’êşk’êş da wan, k’îjan da me, gava me bawerîya xwe Xudan Îsa Mesîh anî, ez k’î bûm ku miqabilî Xwedê bisekinîyama?»
[18] Gava ku ev yeka bihîstin, dengê xwe bir’în, şikirî dane Xwedê û gotin: «Wekî usa ye Xwedê eva mecala da necihûya jî, ku ji gunekirinê veger’in û bijîn».
[19] Ewêd ku ji dest wê zêrandina pey kuştina Steyfanr’a bela-belayî bibûn, gihîştine h’eta Fînîkyayê, Qubrisê û Entakyayê û t’enê cihûyar’a xeber dannasîn dikirin .
[20] Lê nava wanda hinek ji merivêd Qubrisê û Kûrênê hebûn, ku gava çûn k’etine Entakyayê, yûnanar’a jî xeber didan, Mizgînîya Xudan Îsa didan.
[21] Destê Xudan wanr’a bû, geleka bawer kir, berbi Xudan veger’îyan.
[22] Bona wan ev deng-be’sa gihîşte civîna Orşelîmê, Barnabas şandine Entakyayê.
[23] Gava gihîştê û k’erema Xwedê dît, şa bû û dil dida wan h’emûya ku bi t’emamîya dilê xweva Xudanr’a amin bimînin.
[24] Barnabas merivekî qenc, R’uh’ê Pîroz û bawerîyêva t’ijî bû. Gelek cime’t ser bawermendêd Xudanda zêde bû.
[25] Hingê Barnabas derbazî Tarsûsê bû, ku li Şawûl biger’e,
[26] ew dît anî Entakyayê. Ewana hevr’a t’emamîya salekê t’evî civînê dicivîyan û gelek cime’t hîn dikirin. Pêşîyê Entakyayêda şagirt «mesîhî» hatine navkirinê.
[27] Wan r’oja ji Orşelîmê p’êxember berjêrî Entakyayê bûn.
[28] Ji wan yek, ku navê wî Hagabo bû, r’abû bi R’uh’ e’lam kir, ku wê t’emamîya dinyayêda bibe xelayîke giran. Û usa jî eva xelaya hêna Klawdyo Qeyserda bû .
[29] Hingê şagirtêd Entakyayê qirar kirin ku ji destê k’êva çiqas tê alîk’arîyê bona bawermendêd Cihûstanê bişînin.
[30] Usa jî kirin, bi destê Barnabas û Şawûl berpirsîyarêd civînêr’a şandin.