[1] Carekê Petrûs û Yûh’enna wextê duayê sih’eta sisîya hildik’işîyane p’aristgehê.
[2] Merivekî ji zikmakîyêda nigada seqet hebû, ku her r’oj danîn ber dergehê p’aristgehêyî ku Bedew dihate gotinê dadanîn, ku ji yêd dihatine p’aristgehê p’ars kira.
[3] Evî ku dît Petrûs û Yûh’enna dik’evine p’aristgehê, lava wan kir ku p’arsê bidinê.
[4] Petrûs t’evî Yûh’enna li wî nihêr’î û gotê: «Li me binihêr’e!»
[5] Ewî jî li wan nihêr’î û ç’e’vê wî lê bû, ku wê tiştekî ji wan bistîne.
[6] Hingê Petrûs gotê: «Zêr’ û zîvê min t’une, lê çî min heye ezê Wî bidime te. Bi navê Îsa Mesîhê Nisretê r’abe biger’e».
[7] Destê wîyî r’astê girt r’akir, pêr’a-pêr’a qudûmê çoka û gûzekêd wî şidîyan.
[8] Ewî banzda ser xwe sekinî, destpêkir ger’îya û t’evî wan k’ete p’aristgehê diger’îya, banzdida û şikirî dida Xwedê.
[9] Gava t’emamîya cime’tê dît ku ew diger’e û şikirîyê dide Xwedê,
[10] nas kirin ku ew e, yê ku bona p’arsê ber dergehê p’aristgehêyî Bedew r’ûdinişt û bona tiştê ku t’evî wî qewimî zendegirtî mabûn û dih’eyîrîn.
[11] Evî ku Petrûs û Yûh’enna ber’nedidan, t’emamîya cime’tê e’cêbmayî berbir’î wan bezî, h’eta wî cîyê ku jêr’a digotin hêwangeha Silêman.
[12] Petrûs ku ev yek dît, cime’têr’a got: «Gelî îsraêlîya! Hûn çima bona vê yekê e’cêbmayî mane? Çima tiherekî li me dinihêr’in? Tê bêjî qey me bi qewat yan xwedêp’aristîya xwe ew da ger’ê?
[13] Xwedêyê Birahîm, Îshaq, Aqûb û Xwedêyê kal-bavêd me, Berdestîyê Xwe Îsa r’ûmet kir . We nemamîya Wî kir û ber Pîlato t’exsîr kir, gava ewî qirar kiribû ku Wî ber’de.
[14] We yê Pîroz û r’ast t’exsîr kir û yê mêrkuj xwest ku wer’a bê ber’danê .
[15] We Ç’e’vkanîyê jîyînê kuşt, lê Xwedê Ew ji mirinê r’akir û em xwexa şe’de ne.
[16] Û qewata navê Wî eva meriva qenc kir, k’îjanî ku hûn dibînin û nas dikin. Belê wê bawerîya bi navê Wî eva ber ç’e’vê we h’emûya sax-silamet kir.
[17] Niha gelî bira, ez zanim ku we jî mîna serwêrêd xwe bi nezanîya xwe kirîye.
[18] Lê Xwedê çawa berî vê yekê bi devê h’emû p’êxembera bona cefê Mesîhê Xwe gotibû, usa jî kir.
[19] Awa t’obe kin û berbi Xwedê veger’in, ku gunêd we bêne r’esîtkirinê.
[20] Hingê wextêd jîyîndarîyê ji h’izûrîya Xudan wê bên û Ewê Îsa bişîne, wî Mesîhê ku berêda bona we k’ifş kirîye.
[21] Lazim e Ew li e’zmên bimîne, h’eta ku Xwedê her tiştî nû çêke , çawa ku hê berê pêşda Xwedê bi devê p’êxemberêd Xweye pîroz gotibû.
[22] Belê Mûsa got: ‹Xudan Xwedêyê we wê ji nav birayêd weda P’êxemberekî mîna min wer’a derxe. Her çi ku wer’a bêje, gerekê hûn guhdarîya Wî bikin.
[23] Her k’î ku guhdarîya Wî p’êxemberî neke, ji nav cime’tê wê bê qetandin û undakirinê› .
[24] Û h’emû p’êxembera jî, ji Samûêl girtî û yêd peyr’a çi ku gotine, bona van r’oja xeber dane.
[25] Hûn mîrat’xurêd p’êxembera û wê peymanê ne, ya ku Xwedê t’evî kal-bavêd we girêda. Ewî gote Birahîm: ‹Bi zur’eta te ezê dua h’emû miletêd dinyayê bikim› .
[26] Xwedê Berdestîyê Xwe Îsa miletr’a derxist û pêşîyê şande cem we, ku dua we bike û bi vî awayî we her kesî ji xirabîyêd we veger’îne».