Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 5:36

[1] Pey sê r’ojar’a, gava Fêsto derbazî ser qulixa xwe bû, ew ji Qeyserîyê hevraz çû Orşelîmê.

[2] Serekêd k’ahîna û giregirêd cihûya bona Pawlos şikîyatê xwe li wî kirin

[3] û hîvî kirin ku bike qencî wî bîne Orşelîmê, çimkî wana t’elek çêkiribû ku r’êva wî bikujin.

[4] Lê Fêsto li wan veger’and û got: «Pawlos wê li Qeyserîyê girtî bimîne û ezê xwexa jî zûtirê her’ime wir.

[5] Awa bira serwêrêd we t’evî min berjêr bin û heger neheqîke wî merivî jî hebe, bira gunek’arîya wî bêje».

[6] Wir nehe-dehe r’oja nav wanda ma, paşê berjêr çû Qeyserîyê, r’oja din li herema dîwanê r’ûnişt, e’mir kir ku Pawlos bînin.

[7] Gava Pawlos hat, cihûyêd ku ji Orşelîmê berjêr hatibûn dora wî girtin û gelek buxdanêd giran li wî dikirin, lê nikaribûn îzbat kirina.

[8] Pawlos caba xwe da û got: «Min hindava Qanûna cihûya yan p’aristgehê yan jî Qeyserda t’u neheqî nekirîye».

[9] Fêsto jî xwest ku cihûyar’a qencîyê bike, li Pawlos veger’and û got: «Tu dixwazî hevraz her’î Orşelîmê, ku bona van tişta dîwana te ber min wir bê kirinê?»

[10] Pawlos got: «Ez li ber dîwana Qeyser sekinî me, li k’u jî dîwana min gerekê bibe. Min xirabîk li cihûya nekirîye, çawa tu xwexa jî qenc zanî.

[11] Awa heger ez neheq im û min tiştekî usa kirîye ku gerekê bême kuştinê, ez ji mirinê venak’işim, lê heger neheqîya min vê yekêda t’une, çawa ku ewana şer’a davêjine min, kes nikare min bide destê wan. Ez de’wa dîwana Qeyser dikim».

[12] Hingê Fêsto t’evî şîretk’ara xeber da, paşê li wî veger’and û gotê: «Tu de’wa Qeyser dikî, gerekê tu her’î cem Qeyser».

[13] Çend r’oj derbaz bûn, Egrîpa p’adşa û Bernikê hatine Qeyserîyê, ku Fêsto silav kin.

[14] Gava gelek r’oj li wir derbaz kirin, Fêsto bona Pawlos e’lamî p’adşê kir û got: «Vir merivek heye ku ji hêna Felîksda ew girtî maye.

[15] Gava ez çûme Orşelîmê, serekêd k’ahîna û r’ûspîyêd cihûya şikîyatê wî ber min kirin û hîvî kirin ku ez dîwana wî bikim.

[16] Min li wan veger’and û got, wekî ne e’detê r’omayîya ye ku merivekî bêxeda bidine der, h’eta mecalê nedine yê gunek’ar, ku li ber şikîyatkirêd xwe bisekine û r’û bi r’û ber wan caba xwe bide.

[17] Gava ewana hatine vira, min derengî neêxist, r’oja dinê ez li herema dîwanê r’ûniştim û min e’mir kir, ku wî merivî bînin.

[18] Gava yêd ku ew gunek’ar dikirin r’abûn ku xeber din, min bona çi xirabîyêd ku şik dibire wî, t’u kesî bona wan yeka tiştek negot.

[19] Lê de’wa wan t’evî wî bona pirsa h’ebandina wan bû û ser Îsakî mirî, ku Pawlos dibêje Ew sax e.

[20] Hingê min nizanibû ku çawa ev pirsana e’seyî bikirana, min ji wî pirsî: ‹Tu dixwazî her’î Orşelîmê, ku bona van tişta ber dîwanê bisekinî?›

[21] Lê çaxê Pawlos xwest ku şixulê wî her’e ber Qeyser û bê lênihêr’andinê, min e’mir kir ku ew girtî bimîne, h’eta ku ez wî bişînime cem Qeyser».

[22] Egrîpa Fêstor’a got: «Min jî dixwest xeberdana wî merivî bibihîsta». Ewî jî got: «Tê sibê wî bibihêyî».

[23] R’oja dinê Egrîpa û Bernikê bi r’ewşa mezin t’evî serh’ezar û giregirêd bajêr hatine k’oç’ikserê, Fêsto e’mir kir û Pawlos anîn.

[24] Fêsto got: «Egrîpa p’adşa û h’emûyêd hazir! Hûn vî dibînin, t’emamîya cime’ta cihûya hin Orşelîmêda, hin jî vira şikîyatê vî ber min dikirin û dikirine qîr’în digotin: ‹Ew gerekê sax nemîne!›

[25] Lê min k’ifş kir ku evî tiştekî usa nekirîye ku bê kuştinê û xwexa jî de’wa dîwana Qeyser dike, min qirar kir ku wî bişînim.

[26] Lê bona vî tiştekî e’seyî t’une xweyê xwer’a binivîsim, bona vê yekê min ev anî ber we, îlahî ber te Egrîpa p’adşa, wekî ev yek dîsa bê lênihêr’andinê, hingê tiştekî minî nivîsarê wê hebe.

[27] Çimkî tiştekî bê aqilî ye, heger ez girtîkî bişînim û bona sûcê wî tiştekî nenivîsim».

K’arêd Şandîya — Chapters