R’omayî 1
[1] Ji Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, şandîtîyêr’a gazîkirî, bona belakirina wê Mizgînîya Xwedêye k’ifşkirî,
[2] ya ku Wî hê pêşda nivîsarêd pîrozda bi zarê p’êxemberêd Xwe soz dabû.
[3] Eva Mizgînîya bona Kur’ê Wî, Xudanê me Îsa Mesîh e, ku bi bedenî ji zur’eta Dawid bû û bi R’uh’ê Pîrozîyê, gava ji mirinê r’abû, qudretêda çawa Kur’ê Xwedê xuya bû.
[5] Bi Wî me k’erema şandîtîyê stand, wekî bona navê Wî h’emû mileta hîn kin, ku bawer bikin û guhdar bin.
[6] Hûn jî nava wanda hatine gazîkirinê, ku bibine p’ara Îsa Mesîh.
[7] Ji we h’emûyar’a, h’izkirîyêd Xwedêye pîrozbûnêr’a gazîkirî, ku R’omayêda dimînin, k’erem û e’dilayî be, ji Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh.
[8] Berê pêşin ez bi destê Îsa Mesîh bona we h’emûya r’azîbûnê didime Xwedêyê xwe, çimkî bawerîya we t’emamîya dinyayêda tê gotinê.
[9] Xwedê şe’dê min e, ew Xwedêyê ku ez nava Mizgînîya Kur’ê Wîda bi dil û can xulamtîyê dikim, ez her gav we bîr tînim
[10] û t’imê nava duayêd xweda hîvî dikim, ku bi e’mirê Xwedê carekê r’ê bik’eve min, ser weda bêm.
[11] Çimkî ez gelekî h’eyra dîtina weda me, wekî p’êşk’êşeke r’uh’anî bigihînime we, ku hûn bawerîyêda bişidin.
[12] Awa gotî ez jî t’evî we, em dil bidine ber hev, bi wê bawerîya min û weye her du alîyava.
[13] Ez dixwazim ku hûn zanibin xûşk-birano, wekî gelek cara min xwestîye bême cem we, ku k’eda min nava weda jî hebe, çawa nava necihûyêd mayînda, lê h’eta niha r’ê nek’etîye min .
[14] Ez borcdarê h’emû mileta me, hin yê yûnanêd pêşdaçûyî û hin jî yê miletêd paşdamayî, deyndarê serwaxta û bêfe’ma me.
[15] Awa ez bi dil û can dixwazim Mizgînîyê bidime we jî, yêd ku R’omayêda dimînin.
[16] Belê ez Mizgînîyê şerm h’esab nakim, çimkî ew qewata Xwedê ye, bona xilazbûna h’emû bawermenda, pêşîyê bona cihûya, paşê necihûya.
[17] Çimkî Mizgînî dide k’ifşê, ku Xwedê çawa meriva r’ast h’esab dike, dike kirasê xwe , ev yek ji sêrî h’eta binî bi bawerîyê ye, çawa nivîsar e: «Yê r’ast wê bijî, çimkî bawer dike» .
[18] Xezeba Xwedê ji e’zmên ser h’emû bêxwedêtî û neheqîya wan meriva xuya dibe, k’îjan ku bi neheqîyêd xwe nahêlin ku r’astî xuya be.
[19] Çimkî çi ku gerekê bona Xwedê bizanibin wanva e’yan e, çimkî Xwedê wanva e’yan kirîye.
[20] R’ast ji e’firandina dinyayêda h’unurêd Wîye nexuya, awa gotî qudreta Wîye h’eta-h’etayê û Xwedêtîya Wî bi e’firîna xuya dibin, zelal têne dîtinê. Bi vî awayî kes nikare cabê bide.
[21] Belê wan Xwedê nas dikir, lê pesinê Wî nedan çawa Xwedê, ne jî ji Wî r’azî bûn, lê belê ew nava fikirêd xweda p’ûç’ bûn û ji dest bêfe’mîyê şûna r’eşva çûn.
[22] Wana got: «Eme serwaxt in», lê bêfe’m derk’etin
[23] û r’ûmeta Xwedêyê nemirî şikilê merivê p’ûç’î-mirî, teyreda, çarp’ê û şûlikîyar’a guhêr’în .
[24] Lema jî Xwedê ew bi xwestina dilê wan dane destê h’eramîyê, ku bedena xwe nava hevda bih’er’imînin.
[25] Wana r’astîya hindava Xwedêda derewîyêr’a guhêr’în û serê xwe li ber e’firîna danîn, ew h’ebandin, ne ku E’firandarê h’eta-h’etayê ku hêjayî şikirîyê ye. Amîn.
[26] Bona vê yekê Xwedê ew dane bênamûsîyê, h’eta jinêd wan jî h’ewcetîya xweye e’detê dinê h’ewcetîya ek’sîe’detîyêr’a guhêr’în.
[27] Usa jî mêra h’ewcetîya jinaye e’detî hiştin, pê temêd xweye xirab bi hevr’a şewitîn, mêra t’evî mêra r’obetî dikir û heqê jir’êk’etina xweye qazinckirî hildidane ser xwe.
[28] Û çawa wana nexwest Xwedê zanebûna xweda xweykirana, Xwedê jî ew dane fikirêd bêt’ewşe, ku ewana tiştêd necayîz bikin.
[29] Evana her neheqîyê, neqencîyê , timayîyê, xirabîyava t’ijî ne: Bi h’evsûdîyê, mêrkujîyê, berzeqîyê, mixenetîyê, xêrnexwazîyêva dagirtî, gilîger’o,
[30] buxdanbêj, nexwedêh’iz, bêşerm, pozbilind, k’ubar-babax, yê xirabîyê çêdike, ne gur’a dê-bavada,
[31] bêfe’m, bêamin, bêîsaf, bêr’e’m.
[32] Belê evana haş ji qanûna Xwedê hene, ku yêd van tişta dikin hêjayî mirinê ne, lê belê ne ku t’enê van tişta dikin, lê havijîya xwe ji kirîya jî tînin.