[1] Qeyserîyêda merivekî navê wî Kor’nêlyo hebû, r’efa «Ordîya Îtalyayêda» sersed bû.
[2] Ew mala xweva yekî xweyîman û xwedêxof bû, cime’ta cihûyar’a jî gelek xêr dikirin û her gav ber Xwedê dua dikir.
[3] Ewî nîvro nêzîkî sih’eta sisîya dîtinokêda ber ç’e’vê xwe aşkere milyak’etekî Xwedê dît ku hate cem wî û wîr’a got: «Kor’nêlyo!»
[4] Ewî ku li wî nihêr’î, saw k’ete ser û got: «Çi ye Xudan?» Milyak’et gotê: «Xwedê dua û xêrêd te qebûl kirin û ew bîr nake.
[5] De niha merîya bişîne Yafayê, gazî Şimh’ûn ke, yê ku jêr’a Petrûs dibêjin.
[6] Ew çawa mêvan mala Şimh’ûnê ç’ermkerda ber be’rê dimîne».
[7] Gava ew milyak’etê ku wîr’a xeber dida çû, ewî gazî du xulamêd malê û eskerekî berdestîyî xweyîman kir
[8] û her tişt wanr’a gilî kir şandine Yafayê.
[9] R’oja dinê ewana hê diçûn û nêzîkî bajêr dibûn, Petrûs nêzîkî sih’eta donzdeha r’abû ser xênî ku dua bike.
[10] Ew bir’çî bû xwest ku nan bixwe. Hê gava nan hazir dikirin, mîna sih’etekê ser wîr’a derbaz bû.
[11] Û wî dîna xwe dayê, va e’zman vebû, tiştekî mîna destexana mezin her çar goşava dardabû, dihate xwarê ser e’rdê.
[12] Ser wê her cûr’e h’eywanêd çarp’ê, şûlikîyêd e’rdê û teyredêd e’zmên hebûn.
[13] Deng hate wî: «R’abe Petrûs, serjêke û bixwe».
[14] Lê Petrûs got: «H’aşa ji min Xudan, min t’u car tiştekî h’eram yan p’îs nexwarîye».
[15] Cara duda ew deng hate wî: «Ew tiştê ku Xwedê h’elal kirîye tu h’eram h’esab neke».
[16] Eva yeka sê cara qewimî û hingê ew destexan e’zmênva hate hilatinê.
[17] Petrûs hê e’cêbmayî nav xweda difikirî: «Ev çi dîtinok bû min dît?» va ew merivêd ku Kor’nêlyo şandibûn li ber dergeh sekinîn û mala Şimh’ûn pirsîn.
[18] Deng dan gotin: «Şimh’ûnê ku jêr’a Petrûs dibêjin li vir mêvan e?»
[19] Petrûs hê ser wê dîtinokê difikirî, R’uh’ jêr’a got: «Va ne sê merî li te diger’in.
[20] De îdî r’abe her’e xwarê û dudilî nebe t’evî wan her’e, çimkî Min ewana şandine».
[21] Petrûs jî peya bû, çû cem wan meriva û got: «Ez im ewê ku hûn lê diger’in. Hûn bona çi hatine?»
[22] Wan got: «Kor’nêlyoyê sersed em şandine. Ew merivekî r’ast, xwedêxof û alîyê t’emamîya miletê cihûyada jî xweyîyê şe’detîya qenc e. Ewî e’mir ji milyak’etekî pîroz stand, ku te gazî mala xwe ke û xeberdana te bibihê».
[23] Hingê Petrûs ew t’eglîfî malê kirin, cîyê şevê da wan. R’oja dinê Petrûs r’abû t’evî wan çû, çend bawermendêd Yafayê jî t’evî wî çûn.
[24] R’oja din gihîştine Qeyserîyê, Kor’nêlyo jî gazî xwexatî û dostêd xwe kiribû û hîvîya wan bû.
[25] Gava Petrûs dik’ete hindur’, Kor’nêlyo pêşîya wîda çû û k’ete ber niga û ber ta bû.
[26] Lê Petrûs ew r’akire p’îya û gotê: «R’abe bisekine, ez xwexa jî merî me».
[27] Wîr’a bi xeberdanê k’ete hindur’ û li wir gelek civîyayî dîtin.
[28] Ewî wanar’a got: «Hûn xwexa zanin ku ne e’detê mêrê cihû ye, ku t’evî necihûya r’abe-r’ûnî, yan hevva her’in-bên. Lê Xwedê ber min vekir, wekî ez t’u kesî p’îs yan h’eram h’esab nekim.
[29] Bona wê yekê jî gava gazî min kirin, min na-na nekir r’abûm hatim. Û ez niha dipirsim, we bona çi gazî min kirîye?»
[30] Kor’nêlyo got: «Berî çar r’oja, nêzîkî vî çaxî min duayê sih’eta sisîya mala xweda dikir , nişkêva merivek bi k’incê çîl-qerqaş li ber min sekinî
[31] û got: ‹Kor’nêlyo! Xwedê duayêd te bihîstin û xêrêd teye kirî jî bîr anîn.
[32] Niha merîya bişîne Yafayê gazî Şimh’ûn ke, yê ku jêr’a Petrûs dibêjin, ew çawa mêvan li mala Şimh’ûnê ç’ermkerda ber be’rê dimîne› .
[33] Min jî pêr’a-pêr’a şandine cem te û te jî qenc kir ku tu hatî. Niha em h’emû jî li ber Xwedê sekinî ne, ku çi ji Xudan ter’a hatîye e’mirkirinê bêjî, em jî bibihên».
[34] Petrûs dest bi xeberdanê kir û got: «Ez niha fe’m dikim, wekî Xwedê r’astî jî firqîyê nake nava mileta .
[35] Lê ji nav her miletîda, yê ku ji Wî xof dike û r’astîyê dike li Wî qebûl e.
[36] Hûn îdî r’ind zanin ku Xwedê eva xebera zar’êd Îsraêlr’a şand, bi Îsa Mesîh Mizgînîya e’dilayîyê da, Yê ku Xudanê h’emûya ye.
[37] Usa jî zanin ji Celîlê girtî t’emamîya Cihûstanêda çi qewimî, pey wê nixumandinêr’a, ya ku Yûh’enna dannasîn kir,
[38] çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi R’uh’ê Pîroz û qewatê k’ifş kir, ku bi qencîkirinê ger’îya û h’emûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê t’evî Wî bû.
[39] Em xwexa şe’dêd wan h’emû tişta ne, yêd ku Ewî t’opraxêd Cihûstanê û Orşelîmêda kirin. Paşê Ew darva dardakirin û kuştin,
[40] lê Xwedê Ew r’oja sisîya ji mirinê r’akir, da e’yankirinê,
[41] ne ku h’emû cime’têr’a, lê wan şe’dar’a, yêd ku pêşîyê ji alîyê Xwedêda hatibûne bijartinê, awa gotî mer’a, yêd ku pey mirin-r’abûna Wîr’a t’evî Wî xwarin û vexwarin.
[42] Û Ewî t’emî li me kir, wekî em cime’têr’a dannasîn kin û şe’detîyê bidin ku Ew e h’akimê mirîya û zêndîya ji Xwedêda k’ifşkirî.
[43] H’emû p’êxember şe’detîya Wî didin, ku h’emûyêd bawerîya xwe Wî bînin, wê bi saya navê Wî baxşandina guna bistînin».
[44] Petrûs hê ev tişt digotin, R’uh’ê Pîroz hate ser h’emûyêd ku ev gotin dibihîstin.
[45] Bawermendêd e’silê xweda cihû , yêd ku t’evî Petrûs hatibûn, zendegirtî man, ku R’uh’ê Pîroz çawa p’êşk’êş ser necihûyada jî barî,
[46] çimkî bihîstin ku wana bi zimana xeber didan û şikirî didane Xwedê. Hingê Petrûs got:
[47] «Îdî k’î dikare nehêle ku evana pê avê bêne nixumandinê, yêd ku mîna me R’uh’ê Pîroz jî standin?»
[48] Wî çaxî e’mir kir ku bi navê Îsa Mesîh bêne nixumandinê. Paşê wana hîvî ji wî kir ku çend r’oja li wir bimîne.