[1] Ji wir şûnda Pawlos ji At’înê r’êk’et hate Korint’ê.
[2] Li wir yekî cihû navê wî Akîla dît, bûyîna xweda ji Pontosê. Eva t’evî k’ulfeta xwe Priskîlayê nû ji Îtalyayê hatibû, çimkî Qeyser Klawdyo e’mir kiribû, ku h’emû cihû ji R’omê derk’evin. Pawlos çû cem wan,
[3] cem wan ma û t’evî wan xebitî, çimkî p’êşê wan yek bû, kon çêdikirin.
[4] Ew h’emû r’ojêd şemîya k’inîştada cihû û yûnanar’a dik’ete xeberdanê, ew didane bawerkirinê.
[5] Gava Sîlas û Tîmot’êyo ji Mekedonyayê hatin, Pawlos bi xîret t’emamîya wextê xwe da hînkirina Xeberê û cihûyar’a şe’detî dida ku Mesîh, Îsa ye.
[6] Gava ew miqabilî wî r’abûn û ew bêhurmet kirin, ewî k’incê xwe dawşand û gote wan: «Xûna we serê we be, ez bêsûc im. Ji vir şûnda ezê her’ime cem necihûya».
[7] Ew hingê ji wir çû k’ete mala yekî navê wî Tîto Yûsto. Ew merivekî necihû bû, lê xwedêbawer bû, mala wî k’êleka k’inîştê bû.
[8] Kirîspoyê serwêrê k’inîştê jî neferêd xweva bawerîya xwe Xudan anî û ji korint’îya geleka ku bihîstin, bawer kirin û pê avê hatine nixumandinê.
[9] Şevekê Xudan dîtinokêda hate ber ç’e’vê Pawlos û gotê: «Netirse, xeber de û xwe ker’ neke.
[10] Çimkî Ez t’evî te me û kesekê ber te r’anebe zîyanê nede te, çimkî gelek cime’ta Min vî bajarîda heye».
[11] Ew li wê derê salekê û şeş meha ma, ew hînî xebera Xwedê dikirin.
[12] Hêna welîyê Galîyoyê Axayayêda cihû bûne yek, h’icûmî ser Pawlos kirin û birine ber dîwanê
[13] gotin: «Eva cime’tê hîn dike, ku ne li gora qanûnê Xwedê bih’ebînin».
[14] Gava Pawlos wê destpêkira xeber da, Galîyo cihûyar’a got: «Heger gilî bona neheqîyê û xirabîyê bûya, cihûno, dibû ku min guhdarîya we bikira,
[15] lê heger pirs ser xebera, nava û qanûna we ye, hûn xwexa binihêr’in. Ez naxwazim bibime h’akimê van tişta».
[16] Û ew ji dîwanxanê derxistin.
[17] Hingê h’emûya Sostênîsê serwêrê k’inîştê girtin, li ber dîwanxanê k’utan, lê qet xema Galîyo jî nîbû.
[18] Pawlos gelek r’oja dîsa li wir ma, paşê xatirê xwe ji bawermenda xwest, bi gemîyê çû alîyê Sûryayê. Priskîla û Akîla jî t’evî wî bûn. Ewî Kenxêryayêda p’or’ê xwe kur’ kiribû, çimkî ad-qirarkirî bû.
[19] Ew gihîştine Efesê, Priskîla û Akîla li wir hiştin, xwexa k’ete k’inîştê cihûyar’a k’ete xeberdanê.
[20] Wana hîvî ji wî kir, ku hinekî dirêj li wir bimîne, ew qayl nebû.
[21] Lê gava xatirê xwe ji wan xwest, got: «Ezê dîsa ser weda bêm, heger Xwedê h’iz bike» . Bi gemîyê ji Efesê çû.
[22] Gava gihîşte Qeyserîyê, hevraz çû Orşelîmê silav da civînê, paşê berjêr çû Entakyayê.
[23] Gava hinek wext li wir ma, r’abû berêva k’ete welatê Galatya û Firîgya, h’emû şagirt bawerîyêda dişidandin.
[24] Cihûkî navê wî Apolo, bûyîna xweda ji Skenderyayê, hate Efesê. Eva gotinbêjekî serxwe û nivîsarêd pîrozda zanekî zor bû.
[25] Ew R’îya Xudanda hînbûyî bû, agirê xîretê sêrî k’etibû bona Îsa r’ast xeber dida û hîn dikir, lê t’enê nixumandina Yûh’enna zanibû.
[26] Evî destpêkir k’inîştêda mêrk’îmî xeber da. Lê gava Priskîlayê û Akîla xeberdana wî bihîstin, ew birine cem xwe, hê r’ast R’îya Xwedê wîr’a şirovekirin.
[27] Apolo ku xwest her’e Axayayê, bira dil dane ber û şagirtar’a jî ne’mek nivîsîn ku wî qebûl kin. Gava gihîşte wir, ew gelekî kêrî wan hat, yêd ku bi k’erema Xwedê bibûne bawermend.
[28] Çimkî bi cime’tî xeberdanêda ya wî li ser ya cihûya dik’et, bi nivîsarêd pîroz dida îzbatkirinê, ku Mesîh, Îsa ye.