[1] Gava em ji wan qetîyan, bi gemîyê r’êk’etin, r’ast çûn gihîştine Kosê, r’oja dinê R’odosê û ji wir Patarayê.
[2] Me gemîk dît ku diçû Fînîkyayê, em k’etine wê r’êk’etin.
[3] Gava Qubrisê xuya kir, me ew milê ç’epêva hişt. Em berbi qeza Sûryayê çûn gihîştine bajarê Sûrê, çimkî barê gemîyê wir gerekê bihata valakirinê.
[4] Me şagirt dîtin, em h’eft r’oja li wir man. Wana bi R’uh’ê Pîroz digote Pawlos ku neçe Orşelîmê.
[5] Lê gava me ew r’oj derbaz kirin, em r’abûn çûn û h’emûya jina û zar’ava h’eta bajêr der em ver’êkirin û devê be’rê me çok da dua kir.
[6] Paşê me xatirê xwe ji hev xwest k’etine gemîyê, ewana jî veger’îyane malêd xwe.
[7] Me r’êwîtî bi gemîyê ji Sûrê dûmayî kir, em gihîştine Pitolêmayê, me wir xûşk-bira silav kirin, em r’ojekê mane cem wan.
[8] R’oja din em ji wir r’êk’etin çûne Qeyserîyê mala Fîlîpoyê mizgîndar, ew yek ji wan her h’eft k’omekdarêd k’ifşkirî bû . Em li cem wî man.
[9] Çar qîzêd wîye bik’ir hebûn, ku p’êxembertî dikirin.
[10] Gava em gelek r’oja li wir man, ji Cihûstanê p’êxemberekî navê wî Hagabo berjêr bû .
[11] Gava hate cem me, qayîşa pişta Pawlos hilda, dest û p’îyêd xwe girêda û got: «R’uh’ê Pîroz aha dibêje: ‹Ew merivê xweyê vê qayîşê cihûyê Orşelîmêda aha wî girêdin û bidine destê necihûya›».
[12] Gava ev yek me bihîst, t’evî yêd wir me lava kir, ku ew hilnek’işe neçe Orşelîmê.
[13] Lê Pawlos cab da û got: «Hûn çi dikin? Çima hûn digirîn û dilê min dişkênin? Ez Orşelîmêda bona navê Xudan Îsa ne ku t’enê bona girêdanê, lê bona kuştinê jî hazir im».
[14] Gava me nikaribû ew banîya ser ya xwe, me dengê xwe bir’î û got: «Bira e’mirê Xudan be».
[15] Çend r’oja şûnda me k’arê xwe kir, em hilk’işîyan çûne Orşelîmê.
[16] T’evî me çend şagirtêd Qeyserîyê jî hatin, em birine mala şagirtekî zûva, ku navê wî Minaso bû, ji Qubrisê, wekî em li wir bimînin,
[17] Gava em gihîştine Orşelîmê, bawermenda em eşq û şa qebûl kirin.
[18] R’oja dinê Pawlos t’evî me çû cem Aqûb, h’emû berpirsîyar jî hazir bûn.
[19] Pawlos silav da wan, yek-yek çi ku Xwedê bi qulixê wî nava necihûyada kiribû, wanar’a gilî kir.
[20] Wana ku ev yek bihîst, şikirî dane Xwedê û usa jî Pawlosr’a gotin: «Dîna xwe bidê, çiqas h’ezara cihûyêd bawermend hene û h’emû jî xîretk’êşêd Qanûnê ne.
[21] Awa wana bona te bihîstîye ku tu h’emû cihûyêd nava necihûyada hîn dikî, ku dest ji Qanûna Mûsa bik’işînin û dibêjî ku ew kur’êd xwe sinet nekin û pey e’det jî neçin.
[22] Niha em çi bikin? Wê e’se bibihên ku tu hatîyî.
[23] De r’abe em çi ter’a dibêjin bike. Vir cem me çar meriv hene ku ad-qirar kirine.
[24] Wan xwer’a hilde, t’evî wan li gora e’det paqij be û xercê wan hilde ser xwe, ku p’or’ê serê xwe kur’ kin. Hingê her kesê zanibe ew tiştêd ku bona te bihîstine derew in û tu xwexa jî pey Qanûna Mûsa diçî.
[25] Lê bona wan necihûyêd ku hatine ser bawerîyê, me wanr’a qirara xwe nivîsîye şandîye, wekî ew h’evza xwe ji wan qurbanêd p’ûtp’aristîyê, xûnê, goştê mirar û bênamûsîyê bikin» .
[26] Hingê Pawlos ew merî r’oja dinê hildan, t’evî wan paqij bû, k’ete p’aristgehê û xilazîya r’ojêd paqijbûnê da e’lamkirinê, ku wê k’engê bona wan her kesî h’edî bê dayînê.
[27] Gava her h’eft r’oj ser hevda hatin, ji cihûyêd qeza Asyayê Pawlos p’aristgehêda dîtin, t’emamîya e’laletê t’evr’akirin, dest avîtinê
[28] û kirine qîr’în gotin: «Hewar, îsraêlîno! Alîk’arîyê bikin! Eva ew meriv e, yê ku li her dera h’emûya miqabilî cime’ta me, Qanûna Mûsa û vî cîyî hîn dike, hê serda jî yûnan kirine p’aristgehê, ev cîyê pîroz h’er’imand».
[29] Ev yeka gotin, çimkî pêşîyê bajêrda Trofîmoyê ji Efesê t’evî wî dîtibûn û wan t’irê Pawlos ew kirîye p’aristgehê.
[30] T’emamîya bajêr h’ejîya, e’lalet bi lez k’om bû, Pawlos girtin ji p’aristgehê k’aşî derva kirin û derêd wê pêr’a-pêr’a hatine girtinê.
[31] Gava wan dikir ku wî bikujin, cab gihîşte serh’ezarê r’efa eskera, wekî t’emamîya Orşelîmê t’evîhev bûye.
[32] Ewî pêr’a-pêr’a esker û sersed hildan, bi lez çû ser wan. Gava wana serh’ezar eskerava dîtin, dest ji Pawlos k’utanê k’işandin.
[33] Wî çaxî serh’ezar hate nêzîk, ew girt, e’mir kir ku bi du zincîra wî girêdin. Hingê pirsî: «Ev k’î ye û çi kirîye?»
[34] Nava e’laletêda bona wî her yekî cûr’ekî dikire qar’e-qar’. Ewî gava ji dest qalme-qalma cime’tê nikaribû e’seyî bizanibûya, e’mir kir wî bibine eskerxanê.
[35] Gava Pawlos gihîşte p’êpelînga, eskera ew bilindkirî birin, çimkî e’laletê zor dida wî,
[36] li pey wî diçûn, dikirine qîr’în û digotin: «Wî bikujin!»
[37] Îdî Pawlos wê bibirana hindur’ê eskerxanê, ewî serh’ezarr’a got: «Îzina min heye t’evî te xeber dim?» Ewî got: «Tu yûnanî jî zanî?
[38] Ku usa ye tu ne ewî misirî yî, yê ku çendek pêşda kire şer’-de’w, çar h’ezar qaçaxêd mêrkuj derxistine ber’îyê».
[39] Pawlos got: «Ez merivekî cihû me, ji Tarsûsa Kîlîkyayê, ne bajarvanekî bê nav-nîşan im. Ez hîvî ji te dikim, îzinê bide ku ez vê cime’têr’a xeber dim».
[40] Gava ewî îzin da, Pawlos ser p’êpelînga sekinî, destê xwe bilind kir, cime’tê ku dengê xwe bir’î, ewî bi zimanê îbranî xeber da û got: