[1] Hinek ji Cihûstanê berjêrî Entakyayê bibûn û bira hîn dikirin digotin: «Heger hûn li gora e’detê Mûsa neyêne sinetkirinê, hûn xilaz nabin» .
[2] Nava wan û Pawlos, Barnabasda gelek de’w-doz pêşda hat, hingê bira qirar kir ku bona vê pirsê Pawlos û Barnabas, usa jî ji wan çend kes hevraz her’ine Orşelîmê, cem şandî û berpirsîyara.
[3] Civînê ku ew ver’êkirin, ewana Fînîkyê û Sameryayêva derbaz bûn û h’emû bawermendar’a bona veger’andina necihûya gilî dikirin, bi vê yekê ew gelekî şa kirin.
[4] Gava gihîştine Orşelîmê, civînê, şandîya û berpirsîyara ew qebûl kirin û çi ku Xwedê t’evî wan kiribû wanr’a gilî kirin.
[5] Lê hinek bawermendêd ji k’omela fêrisîya r’abûn gotin: «Gerekê van sinet kin û wanar’a bêjin, ku Qanûna Mûsa xwey kin».
[6] Şandî û berpirsîyar civîyan, ku bona vê yekê bişêwirin.
[7] Pey gelek de’w-dozêr’a Petrûs r’abû ser p’îya û wanr’a got: «Gelî bira! Hûn xwexa zanin ku Xwedê r’ojêd pêşinda ez nav weda bijartim, ku necihû xebera Mizgînîyê ji devê min bibihên û bawer bikin .
[8] Xwedêyê ku dila zane da îzbatkirinê, ku necihû jî Wîva qebûl in, gava R’uh’ê Pîroz da wan jî, çawa da me .
[9] Nava me û wanda t’u firqî danenî, bi bawerîyê dilê wan paqij kir.
[10] Îdî çima hûn Xwedê dicêr’ibînin, nîrekî usa datînine ser stûyê şagirta, ku ne kal-bavêd me karibûne bibin, ne jî me?
[11] Ev yek aha nabe, lê em bawer dikin, ku çawa em bi k’erema Xudan Îsa xilaz dibin, usa jî ew».
[12] Hingê t’emamîya civatê dengê xwe bir’î û guhê xwe dane ser gotinêd Barnabas û Pawlos ku Xwedê bi destêd wan çiqas nîşan û k’eremet nava necihûyada kiribûn.
[13] Gava ewana ker’ bûn, Aqûb deng hilda û got: «Gelî bira! Guh bidine min.
[14] Şimh’ûn gilî kir, ku çawa pêşîyê Xwedê r’e’ma Xwe li necihûya kiribû, ku ji nava wan cime’tekê derxe, wekî navê Wî hildine ser xwe.
[15] Vê yekêr’a gotinêd p’êxembera jî li hev digirin, çawa nivîsar e:
[16] ‹Ji vir şûnda Ezê veger’im, konê Dawidî k’etî dîsa vegirim, çî wî jî ku xirab bûye Ezê çêkim û wî dîsa bidime r’agirtinê,
[17] wekî h’erçê merivêd mayîn û h’emû necihûyêd ku navê Min ser wan e, li Xudan biger’in.
[18] Ew Xudanê ku van tişta hê ji dewrêd berêda e’yan kirîye dibêje› .
[19] Bona vê yekê jî ez aha r’ê têr’a dibînim ku em ze’metê nedine ewêd ku ji necihûya berbi Xwedê tên,
[20] lê em ne’mekê wanr’a binivîsin, ku h’evza xwe ji wan qurbanêd ku p’ûtar’a têne dayînê bikin, usa jî ji bênamûsîyê, goştê mirar û xûnê .
[21] Fe’mdarî ye ku hê qur’nêd derbazbûyîda Qanûna Mûsa her bajarîda tê hînkirinê û h’emû r’ojêd şemîya k’inîştada wê dixûnin».
[22] Hingê li şandîya, berpirsîyara û t’emamîya civînê xweş hat, ku ji nava xweda çend meriva bibijêrin û t’evî Pawlos û Barnabas bişînine Entakyayê. Ev bûn yêd ku hatine şandinê: Cihûdayê ku jêr’a digotin Barsabo û Sîlas. Nava bawermendada evana e’yan bûn.
[23] Bi destê wan ev ne’me şandin aha nivîsar: «Em birayêd weye şandî û berpirsîyar silava li we birayêd ji necihûyaye Entakyayê, Sûryayê û Kîlîkyayê dikin.
[24] Me bihîstîye ku ji nava me hinek derk’etine, ku me xwexa t’emî nedane wan, lê wan bi xeberêd xwe ze’met dane we û fikirêd we t’evîhev kirine .
[25] Bona vê yekê li t’emamîya şêwira civîna me xweş hat, ku em meriva bibijêrin t’evî birayêd meye delal Barnabas û Pawlos bişînine cem we,
[26] yêd ku e’mirê xwe dane navê Xudanê me Îsa Mesîh.
[27] Awa em Cihûda û Sîlas dişînin, wekî ew jî van tişta bi devê xwe wer’a bêjin.
[28] Li R’uh’ê Pîroz xweş hat, usa jî li me, ku t’u barî nedine ser milê we, pêştirî van tiştêd h’ewce:
[29] Dûrî qurbanêd p’ûta, xûnê, mirarîyê û bênamûsîyê bin. Heger hûn xwe ji van tişta xwey kin, qenc e. Hûn xweş bin, de ma xatirê we».
[30] Hingê ew ver’êkirin, berjêr çûne Entakyayê cime’t civandin, ne’me dane wan.
[31] Gava xwendin, bona wê dildayînê p’ir’ şa bûn.
[32] Cihûda û Sîlas jî ku p’êxember bûn, bi gelek xebera dil dane bawermenda û ew şidandin.
[33] Gelek wext li wir man, paşê bawermenda ew bi xêr û silamet paşda şandine cem wan, yêd ku ew şandibûn.
[35] Pawlos û Barnabas jî Entakyayêda diman, t’evî gelekêd mayîn xebera Xudan hîn dikirin û dannasîn dikirin.
[36] Çend r’oja şûnda Pawlos gote Barnabas: «Were em veger’in serîkî bidine wan xûşk-bira, k’îjanar’a me h’emû bajarada xebera Xudan dannasîn kirîye, dîna xwe bidinê k’a h’alê wan çawa ye».
[37] Barnabas dixwest Yûh’ennayê ku jêr’a Marqos digotin jî t’evî xwe bibirana,
[38] lê Pawlos r’ê têr’a nedidît, yê Pamfîlyayêda ji wan qetîya û t’evî wan şixul nekir t’evî xwe bibirana .
[39] Hingê ya wan li hev negirt, ev bû me’nî ji hev qetîyan. Barnabas Marqos hilda bi gemîyê çû Qubrisê,
[40] Pawlos jî Sîlas bijart û ji bira spartî k’erema Xudan bûn, r’êk’etin çûn.
[41] Li Sûryayê û Kîlîkyayê diger’îyan, civîn dişidandin.