Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 5:14

[1] T’êyofîloyê xweyîqedir, min k’itêba xweye pêşinda derheqa wan h’emû tiştada nivîsî, çi ku Îsa kir û hîn kir, ji sêrîda

[2] h’eta wê r’oja ku berbi e’zmên hate hilatinê. Lê hê berî e’zmên hilatinê Ewî bi R’uh’ê Pîroz t’emî li şandîyêd Xweye bijartî kir.

[3] Pey wan cefayêd Xwer’a Ewî gelek cara Xwe nîşanî wan dida, r’ast dida îzbatkirinê ku Ew sax e. Navbera çil r’ojîda wanva xuya dibû û derheqa P’adşatîya Xwedêda wanar’a xeber dida.

[4] Carekê gava Ewî t’evî wan nan dixwar, t’emî da wan û got: «Ji Orşelîmê dernek’evin, lê belê hîvîya sozê Bavê bisekinin, bona k’îjanî we ji Min bihîst .

[5] Yûh’enna bi avê nixumand, lê hûnê çend r’oja şûnda bi R’uh’ê Pîroz bêne nixumandinê» .

[6] Gava şagirt hevr’a cîkî bûn, ji Îsa pirsîn û gotinê: «Xudan, vî zemanîda Tê P’adşatîya Îsraêlê li wan veger’înî?»

[7] Ewî li wan veger’and û got: «Ew ne îşê we ye ku hûn wan wext û zemana bizanibin yêd ku Bavê bi h’ukumê Xwe k’ifş kirine.

[8] Lê gava R’uh’ê Pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û ji Orşelîmêda girtî t’emamîya Cihûstanê, Sameryayê û h’eta serê dinê jî bibine şe’dêd Min» .

[9] Gava ev yek got, ber ç’e’vê wan berbi e’zmên hate hilatinê û e’wrekî ji ber ç’e’vê wan Ew veşart .

[10] Ew hê zûr’ bibûn li çûyîna Wîye e’zmên dinihêr’în, va du merivêd k’incsipî cem wan sekinîn

[11] û gotin: «Gelî celîlîya! Hûn çima usa sekinî ne û li e’zmên dinihêr’in? Ew Îsayê ku ji nav we hate hilatinê, wê usa jî bê, çawa we dît Ew çû e’zmên».

[12] Hingê ewana ji ç’îyayê Zeyt’ûnê veger’îyane Orşelîmê, ku r’îya r’ojeke şemîyê dûrî Orşelîmê bû.

[13] Gava hatine bajêr, çûne oda mezine jorin, ew cîyê ku Petrûs û Yûh’enna, Aqûb, Endrawis, Fîlîpo, T’ûma, Bertolomeyo, Metta, Aqûbê Halfawo, Şimh’ûnê welatp’arist û Cihûdayê Aqûb têda diman .

[14] Van h’emûya her gav hevr’a t’evî k’ulfeta û Meryema dîya Îsa û birayêd Wî dua dikirin.

[15] Wan r’ojada Petrûs nava bawermendada r’abû, (ku li wir qasî sed bîst merivî bûn) û got:

[16] «Gelî bira! Gerekê ev nivîsara bihata sêrî, çawa ku berî vê yekê R’uh’ê Pîroz bi devê Dawid bona Cihûda gotibû, ku ew bû r’êberê wan, yêd ku Îsa girtin.

[17] Ew t’evî me nav h’esabê meda bû û p’ara wî jî nava vî qulixîda bû».

[18] (Ewî bi heqê kirê xweyî neheq e’rdek stand û li wir ser sêrî k’et, zik lê qelişî dil-h’inavê wî h’emû r’ijîyan.

[19] Eva yeka h’emû binelîyêd Orşelîmêva e’yan bû, h’eta bi zimanê xwe jî wî e’rdîr’a Heqildima gotin, awa gotî «E’rdê xûnê».)

[20] Petrûs dûmayî kir got: «Çawa k’itêba Zebûrada jî nivîsar e: ‹De bira mala wî xirabe be, kesek têda nemîne› û: ‹De bira qulixê wîyî serwêrtîyê yekî din bistîne› .

[21] Awa gerekê yek ji wan mêra be, k’îjan ku t’emamîya wî wextî t’evî me bûne gava Xudan Îsa t’evî me diçû dihat,

[22] ji nixumandina Yûh’ennada girtî h’eta wê r’oja ku Ew ji nav me berbi e’zmên hate hilatinê. Ew gerekê t’evî me bibe şe’dê r’abûna Wîye ji mirinê».

[23] Du merî dane sekinandinê, yek Ûsivê ku jêr’a Barsabo digotin (ku navê wî danîbûn Yûsto) û yê din Matîyo.

[24] Dua kirin û gotin: «Xudan, Tu ku dilê her kesî zanî, ji van her duya k’îjanî ku Tu dibijêrî bide k’ifşê,

[25] wekî evî qulixê şandîtîyê bistîne, ji k’îjanî Cihûda jê k’et ku her’e cîyê xwe».

[26] P’eşk ser wan avîtin, p’ara Matîyo k’et û ew ser h’esabê yanzdeh şandîyada zêde bû.

K’arêd Şandîya — Chapters