[1] Gava Apolo hê Korint’êda bû, Pawlos cîyê jorinr’a derbaz bû berjêrî Efesê bû û li wir çend şagirt dîtin
[2] û ji wan pirsî: «Gava we bawer kir, we R’uh’ê Pîroz stand?» Wana got: «Me qet nebihîstîye jî ku R’uh’ê Pîroz heye».
[3] Ewî wanr’a got: «Lê hûn bi çi hatine nixumandinê?» Wana got: «Bi nixumandina Yûh’enna».
[4] Pawlos got: «Yûh’enna bona guneveger’andinê nixumand û cime’têr’a got: ‹Yê ku pey minr’a tê bawerîya xwe Wî bînin›, awa gotî Îsa» .
[5] Gava ev yek bihîstin, bi navê Xudan Îsa hatine nixumandinê.
[6] Û gava Pawlos destêd xwe danîne ser wan, R’uh’ê Pîroz hate ser wan, bi zimana xeber dan û p’êxembertî kirin.
[7] Evana weke donzdeh merîya bûn.
[8] Pawlos k’ete k’inîştê, sê meha mêrk’îmî xeber dida, bona P’adşatîya Xwedê wanr’a dik’ete xeberdanê û ew didane bawerkirinê.
[9] Lê gava hineke serh’işk miqabil derk’etin û li ber cime’tê R’îya Xudan bêhurmet dikirin, Pawlos ji wan qetîya, şagirt başqe kirin û her r’oj dersxana Tîranoda wanr’a dik’ete xeberdanê.
[10] Evê yekê du sala k’işand, h’eta ku h’emû cihû û yûnanêd ku qeza Asyayêda diman, Xebera Xudan bihîstin.
[11] Xwedê bi destê Pawlos gelek k’eremetêd zor dikirin,
[12] h’eta ku ew destmal û şalikêd ku Pawlos lê dik’etin nexweşar’a dibirin, ew qenc dibûn û r’uh’êd xirab derdik’etin.
[13] Çend cihûyêd ger’ok hebûn ku xwe dabûne cinderxistinê, wan dikir ku ser yêd ku r’uh’êd xirab nava wanda hebûn, pê navê Xudan Îsa berî wan din û digotin: «Em pê wî Îsayê ku Pawlos dannasîn dike berî we didin».
[14] Eva yeka her h’eft kur’êd Skêwayê serekk’ahînekî cihûya dikirin.
[15] Carekê r’uh’ê xirab li wan veger’and û got: «Ez Îsa nas dikim, bona Pawlos jî zanim, lê hûn k’î ne?»
[16] Hingê ew merivê ku r’uh’ê xirab têda bû, banzda ser wan, qewata wî wan h’emûyada çû ew usa k’utan, wekî ew ji wê malê te’zî û birîndar r’evîn.
[17] Bona vê yekê h’emû cihû û yûnanêd ku Efesêda diman pê h’esîyan. Tirs k’ete ser wan h’emûya û navê Xudan Îsa bilind dibû.
[18] Gelek bawermend jî dihatin gunêd xwe didane r’ûyê xwe û kirêd xwe digotin.
[19] Yêd sêrbazîyêva jî ku mijûl dibûn, geleka k’itêbêd xwe t’op dikirine cîkî û li ber h’emûya dişewitandin. Qîmetê wan h’esab kirin, pêncî h’ezar zîv derk’et.
[20] Bi vî awayî Xebera Xudan bi zorayî hê pêşda diçû û qewat dibû.
[21] Gava ev tişt bûn, Pawlos qirar kir ku Mekedonyayê û Axayayêva derbaz be her’e Orşelîmê û got: «Pey çûyîna wirar’a gerekê ez her’im R’omê jî bibînim».
[22] Ewî du k’omekdarêd xwe Tîmot’êyo û Êrasto şandine Mekedonyayê û ew hinekî jî li qeza Asyayê ma.
[23] Wan çaxada bona R’îya Xudan gelekî şer’-de’w pêşda hat.
[24] Yekî zîvker hebû navê wî Dîmîtrîyo. Evî p’aristgehêd xwedêya navê wê Artemîs cûr’ê ya e’detîda bi zîv biç’ûk çêdikirin û gelek k’ar hostar’a danî.
[25] Ewî gazî wan h’emû hosta, usa jî yêd mîna xweyîyê vî p’êşeyî kirin û got: «Gelî hevala! Hûn zanin ku k’ara me vî şixulîda ye.
[26] Hûn jî dibihên û dibînin ku evî Pawlosî ne ku t’enê Efesêda, lê bawerîya we hebe t’emamîya qeza Asyayêda jî serê gelek cime’ta t’ijî kirîye ji r’ê derxistîye û dibêje: ‹Ew xwedêyêd ku bi desta çêkirî ne, ew ne xwedê ne›.
[27] Zîyana wê ne t’enê ew e ku p’êşê me tê bêhurmetkirinê, lê p’aristgeha Artemîs xwedêya mezin wê ber tiştekî neyê h’esabê û wê qedirê mezinayîya wê bik’eve, ya ku h’emû qeza Asya û dinya dih’ebîne».
[28] Gava ev yek bihîstin, bi k’în-box t’ijî bûn, dikirine qîr’în û digotin: «Artemîsa efesîya mezin e!»
[29] T’emamîya bajêr qilqilî, r’ahişte Gayos û Erîstarxoyê mekedonî, ku heval-r’êyêd Pawlos bûn, hevr’a r’evîne dîtindarê.
[30] Pawlos jî xwest ku bik’eve nava wê e’laletê, lê şagirta nehişt.
[31] Ji hinek serwêrêd qeza Asyayê jî ku dostêd wî bûn, merî şandine cem wî û hîvî jê kirin, ku neçe dîtindarê.
[32] Hema wî wextîda hineka cûr’ekî, hineka jî cûr’ekî din dikirine qîr’în, çimkî k’ombûna wan t’evîhevbûyî bû, geleka jî nizanibû ew bona çi jî civîyane.
[33] Hineka ji e’laletê Skender pêşda birin, çimkî cihûya ew pêşda de’f dan. Skender destê xwe bilind kir, xwest caba xwe bide.
[34] Lê gava pê h’esîyan ku ew cihû ye, h’emûya bi dengekî weke du sih’eta kirine qîr’în: «Artemîsa efesîya mezin e!»
[35] Paşê k’atibê bajêr e’lalet seqir’and û got: «Gelî efesîya! K’î nizane ku bajarê Efesê xweyîtîyê p’aristgeha Artemîsa mezin dike, ya ku kevirê wêyî pîroz ji e’zmên hatîye xwarê?
[36] Çawa vê yekêda ku tiştekî xêlif t’une, lema jî gerekê hûn xwe r’ih’et xwey kin û tiştekî bi berzeqîyê nekin.
[37] We ev merivana anîne vira, evana ne t’alankirêd p’aristgehê ne û ne jî xwedêya me bêhurmet kirine.
[38] Awa heger şikîyatê Dîmîtrîyo û hostayêd t’evî wî ser yekî heye, bira her’ine dîwanxanê, h’akim hene. Li wir ew dikarin şikîyatê xwe hevdu bikin.
[39] Lê heger xwestina we bona tiştekî din e, bira civateke e’detîda bê lênihêr’andinê.
[40] Çimkî zîyana me jî vê yekêda heye û bona şer’ê îroyîn emê bêne neheqkirinê û me’nîk t’une, ku em pê bikaribin bona vê k’ombûnê caba xwe bidin».
[41] Gava ev yek got, civat bela kir.