Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 6:19

[1] Pawlos dîna xwe da civîna giregira û got: «Gelî bira! Min bi îsafa r’ih’et li ber Xwedê e’mirê xwe h’eta îro derbaz kirîye».

[2] Hananîyayê serekk’ahîn e’mirî berdestîyêd nêzîkî Pawlos kirin ku dêvda bidinê.

[3] Hingê Pawlos wîr’a got: «Xwedêyê jî li te xe, dîwarê sîwaxkirî! Tu r’ûniştî yî anegorî Qanûnê dîwana min dikî û ji Qanûnê der e’mir dikî ku ew min xin» .

[4] Yêd cem Pawlos sekinî gotin: «Tu serekk’ahînê Xwedê bêhurmet dikî?»

[5] Pawlos got: «Birano, min nizanibû ku ew serekk’ahîn e. Çawa nivîsar e: ‹Hindava serwêrê miletê xweda xirab xeber nede› ».

[6] Hingê Pawlos pê h’esîya ku alîkî sadûqî ne, alîkî jî fêrisî, wê civînêda kire gazî û got: «Gelî bira! Ez fêrisî me, kur’ê fêrisîya! Bona gumana r’abûna mirîya dîwana min dikin».

[7] Gava ev yek got, fêrisî û sadûqî hevr’a k’etine h’ucetê û dutîretî k’ete nava k’omê,

[8] (çimkî sadûqî dibêjin ne r’abûna mirîya heye, ne milyak’et, ne jî r’uh’, lê fêrisî hersêka jî qebûl dikin) .

[9] Hingê qalme-qalma mezin hê pêşda hat, ji qanûnzanêd alîyê fêrisîya hinek r’abûne p’îya û deng hildan mêrk’îmî gotin: «Em vî merivîda t’u xirabîyê nabînin. Belkî r’uh’ekî yan milyak’etekî vîr’a xeber daye?»

[10] Gava şer’-de’w zêde bû, serh’ezar tirsîya ku ew Pawlos qet-qetî kin, e’mirî eskera kir ku her’ine jêrê ewî ji nav wan bigirin bibine eskerxanê.

[11] Şevtira din Xudan li ber wî sekinî û gotê: «Serxwe be, te çawa şe’detîya Min Orşelîmêda da, usa jî gerekê R’omêda şe’detîyê bidî».

[12] Sibeh ku zelal bû, hinek cihû bûne yek û sond xwarin, ku h’eta Pawlos nekujin, ne bixwin, ne jî vexwin.

[13] Ewêd ku ew sond xwarin ji çilî zêdetir bûn.

[14] Evana çûne cem serekêd k’ahîn û r’ûspîya gotin: «Me sond xwarîye, h’eta ku em Pawlos nekujin, tiştekî te’m nekin.

[15] Awa hûn t’evî civîna giregira bêjine serh’ezar ku ewî sibê bîne cem we, yançîye hûn dixwazin derheqa wîda her tiştî hê r’ast pê bih’esin, emê jî hê berî hatina wî hazir bin ku wî bikujin».

[16] Lê xarzîyê Pawlos bona vê t’elekê bihîst, hat k’ete eskerxanê Pawlosr’a got.

[17] Pawlos jî gazî sersedekî kir û gotê: «Evî xortî bibe cem serh’ezar, dixwaze tiştekî wîr’a bêje».

[18] Ewî jî xort bire cem serh’ezar û gotê: «Pawlosê girtî gazî min kir, hîvî kir ku vî xortî bînime cem te, tiştekî wîyî gotinê ter’a heye».

[19] Serh’ezar destê wî girt, bire alîkî û pirsî: «Tu çi dixwazî e’lamî min kî?»

[20] Ewî got: «Cihûya qirar kirîye ku hîvî ji te bikin, wekî sibê Pawlos bibî civîna giregira, yançîye dixwazin derheqa wîda her tiştî hê r’ast bizanibin.

[21] Lê wan bawer neke, çimkî ji wan çil merîya zêdetir xwe veşartine, hîvîya wî ne. Wana sond xwarîye, ku ne bixwin, ne jî vexwin h’eta wî nekujin. Wana niha k’arê xwe kirîye, hîvîya qirara te ne».

[22] Wî çaxî serh’ezar xort ver’êkir û t’emî da wî: «Kesîr’a nebêje, ku te ev yek minr’a gotîye».

[23] Serh’ezar gazî du serseda kir û got: «Dusid eskerî hazir kin, h’eftê sîyarî, dusid jî r’imdar, wekî şev sih’eta neha h’eta Qeyserîyê her’in.

[24] Usa jî çend hespa hazir kin, wekî Pawlos lê sîyar kin, ku bê qede bê bela bibine cem Felîksê welî».

[25] Ne’mek jî bi vê fikirê nivîsî:

[26] «Ji Klawdyo Lûsyo, Silav Felîksê welîyê xweyîqedirr’a!

[27] Eva meriva ji cihûya hatibû girtinê, wê bi destê wan bihata kuştinê, ez pê h’esîyam ku r’omayî ye, bi eskerava gihîştimê û min ew xilaz kir.

[28] Min xwest ku bizanibim k’a bona çi şikîyatê wî dikin, min ew bire ber civîna giregirêd wan

[29] û k’ifş kir, ku şikîyatê wan ser pirsêd qanûna wan e, lê bona kuştinê yan girtinê xirabîya wî t’uneye.

[30] Gava cab gihîşte min, ku cihûya bona wî merivî t’elekek hazir kirîye, min destxweda ew şande cem te û e’mirî li şikîyatkira kir, ku çî wanî miqabilî wî hebe, li ber te bêjin ».

[31] Eskera jî anegorî wî e’mirê ku standin, Pawlos şev hildan birine Entîpetrîsê.

[32] R’oja dinê yêd sîyarî Pawlosr’a danîn ku t’evî wî her’in, lê yêd peya xwexa veger’îyane eskerxanê.

[33] Ewêd sîyarî gihîştine Qeyserîyê, ne’me dane welî, Pawlos jî dane destê wî.

[34] Ewî ew ne’me xwend, pirsî ji k’îjan qezayê ye, ku pê h’esîya ji Kîlîkyayê ye,

[35] got: «Ezê hingê guhdarîya te bikim, k’engê şikîyatkirêd te bên». Û e’mir kir, ku ew qesira Hêrodesda bê xweykirinê.

K’arêd Şandîya — Chapters