Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 6:26

[1] Petrûs û Yûh’enna hê cime’têr’a xeber didan, k’ahîna û serwêrê nobedarêd p’aristgehê t’evî sadûqîya ser wanda girtin.

[2] Ewana aciz bibûn, çimkî wana cime’t hîn dikir, ku Îsa ji mirinê r’abûye, îzbat dikirin ku mirîyê r’abin.

[3] Ew girtin kirine kelê h’eta r’oja dinê, çimkî îdî êvar bû.

[4] Lê gelekêd ku xeber dibihîstin bawer kirin, h’esabê wan gihîşte pênc h’ezara.

[5] R’oja dinê serwêr, r’ûspî û qanûnzan civîyane Orşelîmê.

[6] Henanê serekk’ahîn, Qeyafa, Yûh’enna, Skender û h’emûyêd mayîne ji xûn-qinêta serekk’ahîn jî li wir bûn,

[7] Petrûs û Yûh’enna nava xweda dane sekinandinê û pirsîn: «We bi çi qewatê yan bi çi navî ev yeka kir?»

[8] Wê demê Petrûs bi R’uh’ê Pîroz t’ijî wanar’a got: «Gelî serwêrêd cime’tê û r’ûspîya!

[9] Heger hûn îro bona vê qencîya ku vî seqetîr’a bû ji me dipirsin, ku ew çawa qenc bûye,

[10] bira we û t’emamîya miletê Îsraêlêva e’yan be, ku eva bi saya navê Îsa Mesîhê Nisretê li ber we qencbûyî sekinî ye, Ewê ku we xaç kir û Xwedê ji mirinê r’akir.

[11] Ew e ‹Ew kevirê ku ji we hosta hate bêr’ûmetkirinê û bû serê e’nîşkê› .

[12] Bi kesekî mayîn xilazbûn t’une, çimkî bin p’er’ê e’zmênda navekî din merivar’a nehatîye dayînê, ku em bikaribin bi wî xilaz bin».

[13] Gava wana mêrk’îmîya Petrûs û Yûh’enna dît û pê h’esîyan ku evana merivne nexwendî û nezan in, e’cêbmayî man û nas kirin, ku evana t’evî Îsa bûne.

[14] Lê ew merivê qencbûyî ku t’evî wan sekinî dîtin û nikaribûn tiştek bigotana.

[15] Hingê e’mirî li wan kirin, ku ew ji civîna giregira derên û hevr’a şêwirîn,

[16] gotin: «Em van meriva çawa bikin? Çimkî h’emû binelîyêd Orşelîmêva e’yan e ku bi destê van k’eremeteke berbiç’e’v bû û em nikarin înk’ar kin.

[17] Lê wekî nava cime’têda hê bela nebe, em gefê li wan bixwin, ku t’u car bi Wî Navî kesîr’a xeber nedin».

[18] Dîsa gazî wan kirin, t’emî dane wan, ku t’u car bi navê Îsa xeber nedin û hîn nekin.

[19] Lê Petrûs û Yûh’enna li wan veger’andin û gotin: «K’a hûn xwexa bifikirin, gelo ev yek ber Xwedê r’ast e ku em gur’a we bikin, ne ya Xwedê?

[20] Em nikarin bona wan tiştêd ku me xwexa dîtin û bihîstin nekine dengî».

[21] Wana dîsa gef li wan xwar û ber’dan. Ber cime’tê me’nîk ser wan nedîtin ku ceza bidana wan, çimkî h’emûya jî bona ew tiştê qewimî şikirî didane Xwedê.

[22] E’mirê wî merivê ku ev k’eremeta qencbûnê jêr’a bû çil salî jortir bû.

[23] Gava Petrûs û Yûh’enna hatine ber’danê, ew çûne cem k’oma xwe û wanr’a her tişt gilî kirin, çi ku serekêd k’ahîn û r’ûspîya wanar’a gotibûn.

[24] Wana jî gava bihîst, hevr’a dengê xwe hildan gazî Xwedê kirin û gotin: «Ya Xweyî, E’firandarê e’rd û e’zmên, be’rê û h’emûyêd nav wanda ,

[25] Te bi R’uh’ê Pîroz pê devê bavê me, berdestîyê Xwe Dawid got: ‹Çima necihû qilqilîn û milet jî bona tiştêd p’ûç’ fikirîn?

[26] P’adşêd dinyayê hazir sekinîn û serwêr hevr’a miqabilî Xudan û Mesîhê Wî civîyan› .

[27] Belê r’ast vî bajarîda ser berdestîyê Te Îsayê pîroz, Yê ku Te bi r’ûnkirinê k’ifş kir, Hêrodes û Pîlatoyê Pontîyo t’evî necihûya û miletê Îsraêlê civîyan ,

[28] wekî wan tişta bikin, çi ku Te hê berêda anegorî qewat û e’mirê Xwe k’ifş kiribû bibin.

[29] Niha ya Xudan, ser gef û gur’îya wanda binihêr’e, k’eremê xulamêd Xwer’a bike, wekî em mêrk’îmî xebera Te xeber din,

[30] destê Xwe dirêj ke, wekî bi navê berdestîyê Te Îsayê pîroz ji nexweşîya qenc bin, nîşan û k’eremet biqewimin».

[31] Hema çawa wana dua xilaz kir, ew cîyê ku ew civîyayî bûn h’ejîya û h’emû bi R’uh’ê Pîroz t’ijî bûn, xebera Xwedê mêrk’îmî xeber didan.

[32] Dil û r’uh’ê t’emamîya cime’ta bawermenda yek bû. Ji wana t’u kesî hebûka xwer’a nedigot ku: «Ya min e», lê her tiştêd wan yek bû.

[33] Şandîya bi qewata zor şe’detîya mirin-r’abûna Xudan Îsa didan û k’eremeke mezin ser wan h’emûya bû.

[34] Nava wanda t’u kes h’ewcê tiştekî nîbû. Ewêd ku xweyê e’rda yan mala bûn, difirotin û qîmetê wan tiştêd firotî danîn

[35] ber p’îyêd şandîya dadanîn û wana jî k’êr’a çi lazim bûya bela dikirin.

[36] Awa yekî lêwî ji Qubrisê, navê wî Ûsiv, ku şandîya jêr’a digot Barnabas, ku tê fe’mkirinê: «Yê Dildayînê »,

[37] e’rdekî wî hebû firot, qîmetê wî anî ber p’îyêd şandîya danî.

K’arêd Şandîya — Chapters