[1] Hingê Egrîpa Pawlosr’a got: «Îzina te heye ku tu bona xwe xeber dî». Wê demê Pawlos destê xwe bilind kir, caba xwe da.
[2] «Egrîpa p’adşa, bona h’emû şikîyatêd ku cihû li min dikin, ez îro xwe bextewar h’esab dikim ku ber te sekinî me caba xwe didim,
[3] îlahî vê pirsêda ku tu haş ji h’emû e’det û pirsêd cihûya heyî. Bona vê yekê ez ji te hîvî dikim, bi sebir guhdarîya min bikî.
[4] H’emû cihû zanin ku min çawa e’mirê xwe ji zar’otîya xweda girtî nava miletê xwe û li Orşelîmêda derbaz kirîye.
[5] Ewana zûva min nas dikin, heger bixwazin, dikarin şe’detîyê bidin, wekî ez anegorî e’detê k’omela dînê meyî h’işk jî fêrisî bûme.
[6] Û niha jî bona gumana wî sozê ku Xwedê daye kal-bavêd me dîwana min tê kirinê,
[7] xût bona wî sozê ku her donzdeh e’şîrêd me bi dil û can, şev û r’oj Xwedê h’ebandine, wekî bigihîjine ewê yekê. Belê bona vê gumanê ye, ku cihû şikîyatê min dikin, p’adşayî xweş be.
[8] Hûn çima nikarin bawer bikin, ku Xwedê wê mirîya ji mirinê r’ake?
[9] Min xwexa jî kiribû deynê stûyê xwe, ku miqabilî navê Îsayê Nisretê gelek tişt bikira
[10] û min Orşelîmêda kir jî. Min ji serekêd k’ahîna h’ukum stand û gelekêd ji cime’ta Xwedê davîtine kelê û gava dihatine kuştinê, min jî dengê xwe dida.
[11] H’emû k’inîştada gelek cara min ew didane cezayê û dikir ku zorê bidime wan ku wê bawerîya xwe înk’ar kin. Min k’îna wan girtibû, h’eta bajarêd xerîbda jî ew dizêrandin .
[12] Awa ez carekê bi h’ukum û e’mirê serekêd k’ahîna diçûme Şamê.
[13] R’oj nîvro bû, p’adşayî xweş be, r’êva min dît ji e’zmên r’onayîke ji r’onayîya te’vê zortir dora min û yêd t’evî min dihatin şewq da.
[14] Em h’emû k’etine e’rdê, min dengek bihîst ku bi zimanê îbranî minr’a got: ‹Şawûl! Şawûl! Tu çima Min dizêrînî? Tu bi k’ulmê nikarî her’î dirêşê ›.
[15] Min got: ‹Tu k’î yî, Xudan?› Xudan got: ‹Ez ew Îsa me, Yê ku tu dizêrînî.
[16] Niha r’abe ser nigêd xwe, Ez bona wê yekê teva xuya bûm, ku te bikime berdestîyê Xwe û şe’dê wî tiştê ku te dît û wan tiştêd ku Ezê paşê ber te vekim.
[17] Ezê te ji destê cime’ta Îsraêlê û necihûya xilaz kim. Va Ez te dişînime nava wan,
[18] wekî ç’e’vêd wan vekî, ji te’rîstanîyê berbi r’onayê û ji h’ukumê mîrêcin berbi Xwedê veger’înî, wekî bi saya wê bawerîya ser min, gunêd wan bêne baxşandinê û t’evî p’ara cime’ta Min bin›.
[19] Awa Egrîpa p’adşa, ez miqabilî wê dîtina li berç’e’vaye ji e’zmên nesekinîm.
[20] Lê min pêşîyê yêd Şamê, Orşelîmê û t’emamîya t’opraxêd Cihûstanêr’a dannasîn kir, usa jî necihûyar’a, ku t’obe kin berbi Xwedê veger’in û kirêd qenc bikin, wekî bê k’ifşê ew ji gunekirinê veger’îyane .
[21] Bona vê yekê cihûya ez p’aristgehêda girtim, xwestin min bikujin.
[22] Lê min ji Xwedê k’omek stand û h’eta îro ez mame, şe’detîyê didime biç’ûk û mezina. Tiştekî zêde jî ji wan tiştêd ku p’êxembera û Mûsa gotibûn wê bibin, min negotîye:
[23] Gerekê Mesîh cefa bik’işanda, bibûya yê pêşin ji nava mirîya r’abûyî û r’onaya xilazbûnê miletêd cihû û necihûyar’a dannasîn kira» .
[24] Gava Pawlos aha caba xwe da, Fêsto bi dengê bilind got: «Tu xwe unda dikî, Pawlos! P’ir’xwendina te te unda dike».
[25] Pawlos gotê: «Ez xwe unda nakim Fêstoyê xweyîqedir, lê xeberêd r’ast û çê dibêjim.
[26] P’adşa haş ji van tişta heye, lema jî ez aza xeber didim û bawer nakim ku tiştek ji wî veşartî mabe, çimkî ev yeka qulç’ekîda nebûye.
[27] Egrîpa p’adşa, tu p’êxembera bawer dikî? Zanim ku tu bawer dikî».
[28] Egrîpa Pawlosr’a got: «Te t’irê tu usa zû dikarî min bikî mesîhî?»
[29] Pawlos got: «Ez hîvî ji Xwedê dikim, zû-dereng ne ku t’enê tu, lê h’emûyêd ku îro guhdarîya min dikin, usa bin çawa ez im, pêştirî van qeyda».
[30] Hingê p’adşa r’abû p’îya, welî, Bernikê û h’emûyêd t’evî wî r’ûniştî jî pêr’a.
[31] Ew derk’etine derva, hevr’a xeber dan û gotin: «Eva meriva tiştekî usa nake ku bê kuştinê yan girtinê».
[32] Lê Egrîpa Fêstor’a got: «Me dikaribû eva meriva ber’da, heger evî de’wa dîwana Qeyser nekira».