[1] Pênc r’oja şûnda Hananîyayê serekk’ahîn t’evî hineke ji r’ûspîya û Tertûloyê zanebêj berjêr bû hate Qeyserîyê. Vana bona Pawlos gilî-gazinê xwe welîr’a kirin.
[2] Gava gazî Pawlos kirin, Tertûlo dest bi şikîyata kir û got: «Em t’imê û her dera wan kirinêd te dişêkirînin, Felîksê xweyîqedir, ku saya serê te evî miletê me gelek e’dilayî dîtîye û gelekî pêşda çûye.
[4] Lê wekî gelekî serê te neêşînim, hîvî dikim ji k’erema xwe kin guhdarîya me bike.
[5] Me ev meriva dît, çawa mîna belakê k’etîye nava h’emû cihûyêd ser dinê t’evîhev dike û r’êberê k’omela nisretîya ye.
[6] Evî kir ku p’aristgehê jî bih’er’imîne, lê me ew girt .
[8] Heger tu ji wî bipirsî, tê xwexa bikaribî ji wî her tiştî bizanibî k’a bona çi em şikîyatê wî dikin».
[9] Cihûya jî gotina wî e’seyî kirin, gotin: «Belê, ev yek usa ye».
[10] Gava welî pê serîya kir ku ew xeber de, Pawlos lê veger’and û gotê: «Ez zanim ku gelek sal in tu h’akimê vî miletî yî, ezê jî bi r’ezedilî bona xwe caba xwe bidim.
[11] Çawa ku tu dikarî bizanibî, eva donzdeh r’oj t’une, ku ez bona h’ebandinê hevraz çûbûme Orşelîmê.
[12] Evana ez nedîtime ku p’aristgehêda t’evî yekî têk’evime de’wê, yan jî k’inîştada usa jî cîkî din bajêrda e’laletê dora xwe t’op kim.
[13] Û ne jî niha dikarin gotinêd xwe îzbat kin, ku bona çi şikîyatê min dikin.
[14] Lê ezê aşkere ter’a bêjim, wekî li gora wê R’îya ku ewana jêr’a k’omela şih’itî dibêjin, ez hema usa Xwedêyê kal-bavêd xwe dih’ebînim. Û çi ku Qanûn û nivîsarêd p’êxemberada jî nivîsar e, bawer dikim.
[15] Ez Xwedêda jî guman im, çawa ku ew jî wê gumanê ne, ku h’emû heq û neheqê ji mirinê r’abin.
[16] Bona vê yekê çiqas ji min tê, ez dice’dînim h’emû wextî bi îsafa r’ih’et li ber Xwedê û meriva bim.
[17] Awa pey gelek salar’a ez veger’îyam hatime Orşelîmê, ku k’omekê bidime miletê xwe û h’edîya bidim.
[18] Hingê wî şixulîda ez p’aristgehêda paqijbûyî dîtim li gora e’detê me. Ez ne t’evî e’laletê bûm, ne jî şer’ûda.
[19] Lê ji wan çend cihûyêd qeza Asyayê li wir bûn. Heger hindava minda tiştekî wanî gotinê hebûya, ew gerekê bihatana ber te bisekinîyana şikîyatê min bikirana.
[20] Yan jî bira evana bêjin, gava ez ber civîna giregira sekinî bûm, çi xirabî ser min dîtin,
[21] pêştirî vê yekê, ku min bi dengê bilind nava wanda gotîye: ‹Bona bawerîya r’abûna mirîya hûn îro dîwana min dikin›» .
[22] Felîksva ew R’ê ku r’ind e’yan bû, hingê ewî şixulê wan paşda avît û got: «K’engê Lûsyoyê serh’ezar berjêr bê, ezê hingê bona şixulê we qirara xwe bidim».
[23] Ewî e’mirî sersed kir, ku Pawlos p’ir’î-hindikî aza xwey kin û îzina heval-hogirêd wî jî bidin, yê ku wê k’omekdarîya wî bikin.
[24] Çend r’oja şûnda Felîks t’evî Dirûsîla k’ulfeta xweye cihû hat, gazî Pawlos kir û bona wê bawerîya ser Mesîh Îsa ji wî bihîst.
[25] Pawlos hê bona r’astîyê, xwegirtinê û dîwana Xwedêye ku wê bê xeber dida, Felîks saw k’işand û got: «Tu niha her’e. Gava wextê min hebe, ezê gazî te kim».
[26] Usa jî ew wê gumanê bû, ku ji Pawlos p’ere bistanda, bona wê yekê jî gelek cara gazî wî dikir û t’evî wî xeber dida.
[27] Gava du sal derbaz bûn, dewsa Felîks Porkîyo Fêsto bû welî. Felîks jî ku dixwest qencî cihûyar’a bikira, Pawlos girtî hişt.