Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 6:31

[1] Gava qalme-qalm seqir’î, Pawlos gazî şagirta kir, dil da wan û xatirê xwe ji wan xwest, r’abû çû Mekedonyayê.

[2] Li wan alîya ger’îya, bi gelek gotina dil dane wan. Paşê çû Yûnanistanê,

[3] weke sê meha li wir derbaz kir. Gava k’arê xwe dikir ku biçûya Sûryayê, cihûya bona wî şêwireke mixenetîyê kir, ew jî fikirî Mekedonyayêva veger’e.

[4] T’evî wî ji Beroyayê Sopatroyê kur’ê Pîro, ji T’êsalonîkê Erîstarxo û Sêkûndo, Gayosê ji Dêrbê û Tîmot’êyo, ji qeza Asyayê Tixîko û Trofîmo çûn.

[5] Evana pêşîya me çûne Troyayê, li wir hîvîya me bûn.

[6] Em jî pey r’ojêd Cejina Nanê Şkevar’a bi gemîyê ji Fîlîpyayê çûn, pênc r’ojada gihîştine Troyayê, cem wan. Em wir h’eft r’oja man.

[7] R’oja h’eftîyêye pêşin em bona nankerkirinê civîyayî bûn, Pawlos ku wê r’oja din biçûya, wanar’a xeber dida û h’eta nîvê şevê xeberdana xwe dirêj kir.

[8] Ew oda em têda civîyayî bûn, gelek ç’ira têda hebûn.

[9] Xortek jî navê wî Eytûxo, ser p’encerê r’ûniştî dihênijî û k’ete xewa k’ûr. Û gava Pawlos xeberdana xwe dirêj dikir, ew xewa k’ûrda ji qatê sisîya jorda k’et û mirîtî ew hildan.

[10] Pawlos peyayî jêrê bû, xwe avîte ser wî, da h’emêza xwe û got: «Xwe unda nekin, çimkî r’uh’ê wî wîda ye».

[11] Paşê hilk’işîya hat, nan kerkir xwar û h’eta sibehê dirêj xeber da û r’abû çû.

[12] Xort jî sax-silamet anîne mal, bêh’esab dil hate ber wan.

[13] Em çûn k’etine gemîyê r’êk’etin û berbi Asosê çûn, ku ji wê derê me gerekê Pawlos hilda, çimkî ewî mer’a gotibû: «Ezê peya bêm».

[14] Gava li Asosê r’astî me hat, me ew hilda çûne Mitûlanê.

[15] Ji wir jî em çûn, r’oja dinê gihîştine pêşberî Xîyayê, r’ojtira din gihîştine Samosê , sibehtira din jî gihîştine Mîletosê.

[16] Pawlos nêta xwe danîbû bi gemîyê ber Efesêr’a derbaz bûya, ku nebe wextê xwe qeza Asyayêda unda ke, çimkî dilezand ku heger jêr’a li hev bê, R’oja Pêncîye h’esab ew li Orşelîmê be.

[17] Ji Mîletosê merî şande Efesê û gazî berpirsîyarêd civînê kirin.

[18] Gava ew hatine cem wî, wanr’a got: «Hûn xwexa zanin wê r’oja pêşinda gava min nigê xwe avîte qeza Asyayê, h’eta niha wer’a çawa bûme.

[19] Min Xudanr’a t’am şkestî bi gelek hêsira, nava wan cêr’ibandinada qulix kirîye, k’îjan ku ji şêwirêd cihûya dihatine serê min,

[20] Hûn zanin ku min t’u car xwe ji tiştêd kêrhatîye bona we nedaye paş, lê h’emû wer’a gotine û aşkere mal bi mal hûn hîn kirine.

[21] Min bi me’rîfetî hin hîvî ji cihûya, hin jî ji necihûya kir, ku veger’ine berbi Xwedê û bawerîya xwe Xudanê me Îsa bînin.

[22] Û va ez bin destê R’uh’ê Pîrozda diçime Orşelîmê, wir wê çi bê serê min, ez nizanim.

[23] T’enê R’uh’ê Pîroz h’emû bajarîda t’emîyê dide min û dibêje ku: ‹Qeyd û tengasî pêşîya te ne›.

[24] Lê ez e’mirê xwe layîqî t’u tiştî nakim, t’enê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya k’erema Xwedê bi me’rîfetî dannasîn kim.

[25] Niha ez zanim îdî hûn h’emûyêd ku ez nav weda ger’îyame û P’adşatîya Xwedê dannasîn kirîye r’ûyê min nabînin.

[26] Bona vê yekê ez r’oja îroyîn li ber we şe’detîyê didim, ku cabdarê xûna we t’u kesî nînim,

[27] çimkî min xwe neda paş, t’emamîya qirara Xwedê wer’a got.

[28] Niha miqatî xwe û t’emamîya wî kerê pêz bin, ku R’uh’ê Pîroz hûn ser berpirsîyar k’ifş kirine. Şivantîyê civîna Xwedê bikin, ya ku Wî bi xûna Xwe qazinc kir.

[29] Ez zanim pey çûyîna minr’a gurêd devxûn wê bik’evine nava we û h’eyfa wan wê kêrî neyê.

[30] Ji nava weda jî merivê derên û tiştêd xêlif wê xeber din, ku şagirta pey xwe bibin.

[31] Bona vê yekê h’işyar bimînin û bîr nekin, ku min hûn her kes, sê sala şev û r’oj bê r’ih’etî bi hêsira şîret kirine.

[32] Niha ez we dispêrime Xwedê û Xebera k’erema Wî, ku dikare we r’uh’anîyêda ava ke û p’ara we t’evî t’emamîya cime’ta Xwe ke.

[33] Min havijîya xwe zêr’, zîv û k’incê t’u kesî neanîye.

[34] Hûn xwexa zanin ez û yêd t’evî min em h’ewcê çi jî bûne, ev destêd min xebitîne.

[35] Min pê h’emû şixulêd xwe nîşanî we kirîye, ku çawa gerekê bixebitin k’omekê bidine k’etîya û xebera Xudan Îsa bîr bînin ku got: ‹Xwezî li dayîya, ne ku li standîya›».

[36] Gava ev yek got, t’evî h’emûya çok da dua kir.

[37] H’emû jî gelekî girîyan, xwe avîtine stûyê Pawlos û r’amûsan.

[38] Dilêd wan hê zêde bona wê xebera wî dişewitî ku got: «Hûn îdî r’ûyê min nabînin». Paşê ew h’eta gemîyê ver’êkirin.

K’arêd Şandîya — Chapters