[1] Qonyayêda jî ev yek mîna her car qewimî: Pawlos û Barnabas k’etine k’inîşta cihûya, usa xeber dan, wekî e’laleteke giran ji cihû û necihûya bawer kirin.
[2] Lê cihûyêd ku bawer nekirin dilê necihûya qilqilandin û r’akirine miqabilî bira.
[3] Awa ewana gelek wext li wir man, mêrk’îmî ser Xudan xeber didan, Xudan jî xebera k’erema Xwe îzbat dikir, bi destêd wan nîşan û k’eremet didane kirinê.
[4] Lê dutîretî k’ete bajêr, hinek li alîyê cihûya bûn, hinek jî li alîyê şandîya.
[5] Hingê hineke ji necihûya û cihûya t’evî serwêrêd xwe qirar kirin ku wan bêhurmet kin û bidine ber kevira,
[6] lê ew pê h’esîyan r’evîne Lîstrayê û Dêrbê, bajarêd Lûkayonya, usa jî dor-berêd wan.
[7] Û li wan dera Mizgînî didan.
[8] Lîstrayêda yekî ji zikmakîyêda nigada şilûşe’t r’ûniştî bû, ku t’u cara neger’îyabû.
[9] Ewî jî guhdarîya Pawlos dikir, Pawlos li wî nihêr’î û gava dît bawerîya wî bona qencbûnê heye,
[10] bi dengê bilind gotê: «R’abe ser nigêd xwe r’ast bisekine!» Ewî jî banzda ser xwe, destpêkir ger’îya.
[11] E’laletê gava kirina Pawlos dît, dengê xwe hildan bi lûkayonî gotin: «Xwedê dilqê însênda hatine xwarê cem me!»
[12] Barnabasr’a Zews gotin, Pawlosr’a jî Hermês, çimkî xeberdanêda yê pêş ew bû.
[13] K’ahînê Zewsê ku p’aristgeha wî li pêşberî bajêr bû, ga bi k’ofîyava anîne ber dergeh, xwest ku t’evî e’laletê şandîyar’a bike qurban.
[14] Lê gava şandîya, Barnabas û Pawlosva ev yek bihîst, k’incêd xwe qelaştin û r’evîne nava e’laletê, kirine gazî û gotin:
[15] «E’vdno! Hûn çima vê yekê dikin? Em jî binyat’a xweda merîne mîna we ne, Mizgînîyê didine we, ku hûn ji wan tiştêd p’ûç’ veger’in berbi Xwedêyê sax bên, Yê ku e’rd û e’zman, be’r û h’emûyêd nava wanda e’firandîye .
[16] Ewî zemanê bihurîda hişt ku her milet r’îya xweda her’e.
[17] Lê Xwexa Xwe bê şe’detî nehişt, qencî wer’a kir, ji e’zmên baran barand, r’ez jî demsalada dane we, bi xurekva hûn t’êr kirin û şabûn jî kire dilê we».
[18] Bi van gotina wana bi zorekê e’lalet zeft kir, ku qurbana bona wan nedin.
[19] Hingê ji Entakyayê û Qonyayê cihû hatin, e’lalet dane alîyê xwe, Pawlos dane ber kevira, ji bajêr k’aşî der kirin, wan t’irê mirîye.
[20] Lê gava şagirta dora wî girt, ew r’abû k’ete bajêr û r’oja dinê t’evî Barnabas r’abû çû Dêrbê.
[21] Wana ku wî bajarîda Mizgînî dan û gelek kirine şagirt, veger’îyane Lîstrayê, Qonyayê û Entakyayê.
[22] Dilê şagirta dişidandin û dil didane wan, ku bawerîyêda bimînin û digotin: «Gerekê em bi gelek cefak’işandinê bik’evine P’adşatîya Xwedê».
[23] Wana bona her civînekê berpirsîyar k’ifş kirin, bi r’ojî dua kirin û ew spartine wî Xudanê ku bawerîya xwe jê anîbûn.
[24] Ew nava Pisîdyayêr’a derbaz bûn, paşê hatine Pamfîlyayê.
[25] Pergêda jî xebera Xwedê dannasîn kirin, berjêr çûne Entalyayê.
[26] Ji wir jî bi gemîyê çûne Entakyayê, wî cîyê ku spartî k’erema Xwedê bibûn bona wî şixulê ku ser hevda anîn.
[27] Gava hatin, civîn li hev civandin û wanr’a gilî kirin, ku Xwedê t’evî wan çi tişt kirine û çawa dergehê bawerîyê ber necihûya jî vekir.
[28] Li wir gelek wext t’evî şagirta man.