[1] Gava R’oja Pêncîye h’esab hat , h’emû jî hevr’a cîkî bûn.
[2] Nişkêva ji e’zmên mîna dengê bayê qayîm dengek hat û t’emamîya wê mala ku têda r’ûniştibûn t’ijî kir.
[3] Hingê zimanêd mîna alava êgir wanva xuya bûn û li ser her yekî ji wan danîn.
[4] H’emû bi R’uh’ê Pîroz t’ijî bûn û destpêkirin zimanêd mayîn xeber dan, çawa ku R’uh’ê Pîroz ew didane xeberdanê.
[5] Wî çaxî Orşelîmêda cihûyêd xwedêxof diman, ew ji nav h’emû miletêd bin p’er’ê e’zmênda hatibûn.
[6] Gava ew deng hat, cime’teke giran civîya û t’evîhev bû, çimkî dibihîstin ku ewana bi zimanêd wan her yekî xeber didan
[7] û h’eyr-h’ujmek’ar, zendegirtî mayî digotin: «Ev h’emûyêd ku xeber didin ne ji Celîlê ne?
[8] Lê çawa ji me her yek wî zimanî dibihê, yê ku em navda dinê k’etine?
[9] Partoyî, medî, e’lamî, binelîyêd Mesopotamyayê, Cihûstanê, Kepedokyayê, Pontosê, Asyayê ,
[10] Firîgyayê, Pamfîlyayê, Misirê û yêd li alîyê Lîbyaya nêzîkî Kûrênê û usa jî yêd xerîbe ji R’omê hatî,
[11] cihû û necihûyêd ku hatine ser bawerîya cihûya, usa jî kirêtî û e’reb. Em dibihên ku evana bi zimanê me kirêd Xwedêye mezin dibêjin».
[12] H’emûya h’eyr-h’ujmek’ar şaşmayî hevdur’a digotin: «Ev çi h’ewal e?»
[13] Lê hineka jî qerfê xwe dikirin û digotin: «Pê şerava nû serxweş bûne».
[14] Hingê Petrûs t’evî her yanzdeha r’abû dengê xwe hilda û cime’têr’a got: «Gelî cihûya û h’emûyêd ku Orşelîmêda dimînin! Bira ev yeka weva e’yan be û guh bidine xeberêd min.
[15] Evana ne serxweş in, çawa ku hûn difikirin, hê sibeh zû sih’et nehe ye .
[16] Lê eva ew yek e, çi ku Yoêl p’êxember gotîye:
[17] ‹R’ojêd axirîyêda Xwedê dibêje wê aha be: Ezê ji R’uh’ê Xwe ser h’emû merivada bibarînim, kur’ û qîzêd weyê p’êxembertîyê bikin, cahilêd weyê dîtinoka bibînin û kal-pîrêd weyê jî xewna.
[18] Belê, Ezê wan r’ojada R’uh’ê Xwe ser xulam û carîyêd Xweda jî bibarînim û wê p’êxembertîyê bikin.
[19] Jor li e’zmên tiştêd e’cêbmayî bidime k’ifşê û jêr ser e’rdê jî nîşana, xûn û agir, dû û dûxan.
[20] R’oyê biqare û hîvê jî sor be mîna xûnê, hê berî hatina R’oja Xudane mezin û nave nîşan.
[21] Û wê usa be, her kesê ku gazî navê Xudan ke wê xilaz be› .
[22] Gelî îsraêlîya, van xebera bibihên! Îsayê Nisretê, merivekî ku ji alîyê Xwedêda k’ifşkirî bû, Xwedê pê Wî nava weda nîşan, k’eremet û kirêd qewat kirin, çawa ku hûn xwexa jî zanin.
[23] Bona Wî Xwedê hê pêşda qirar kiribû û bi zanebûna Wî Ew k’ete destê we, we jî bi destê ner’asta darmixê xist kuşt .
[24] Lê Xwedê qeydêd mirinêye cefê vekirin, Ew ji mirinê r’akir, çimkî mirinê nikaribû h’ukumî ser Wî bikira .
[25] Dawid bona Wî dibêje: ‹Min t’imê Xudan pêşîya xwe didît, çimkî Ew li alîyê minî r’astê ye, ku ez nelik’umim.
[26] Bona wê yekê dilê min şa bû, zimanê min jî ji eşqa nesekinî, bedena mine mirî jî wê bi guman bijî,
[27] çimkî Tu min dîyarê mirîyada nahêlî, ne jî Tê bihêlî ku Pîrozê Te bir’ize.
[28] Te r’îyêd e’mir minva e’yan kirin û Tê şabûna dîndara Xweva min t’ijî kî› .
[29] Gelî bira! H’ewce ye ku ez aşkere bona Dawidê bave’şîr wer’a bêjim, ku ew mir defin kirin, t’irba wî h’eta r’oja îro jî nava meda ye.
[30] Lê ew ku p’êxember bû, wî zanibû ku Xwedê bi sond wîr’a soz daye, wê ji bedena wî Yekî dayne ser t’extê wî .
[31] Ewî ev yek hê pêşda dît û bona r’abûna Mesîh got, ku Ewê dîyarê mirîyada nemîne, ne jî bedena Wîyê bir’ize .
[32] Eva ew Îsa bû, yê ku Xwedê Ew ji mirinê r’akir, ku em h’emû jî şe’de ne.
[33] Xwedê Ew hilk’işand da k’êleka Xweye r’astê, Ewî jî R’uh’ê Pîrozî sozdayî ji Bavê stand û jorda barand, çawa ku hûn niha dibînin û dibihên.
[34] R’ast e Dawid neçûbû e’zmana, lê wî xwexa ev yek got: ‹Xudan gote Xudanê min, k’êleka Mine r’astê r’ûnê,
[35] h’eta ku Ez dijminêd Te bikime binê p’îyêd Te› .
[36] Niha bira t’emamîya mala Îsraêl r’ind zanibe ew Îsayê ku we xaç kir, Xwedê Ew hin kire Xudan, hin jî Mesîh».
[37] Cime’tê ev yek ku bihîst, mîna tîrekê dilê wan k’et, Petrûs û şandîyêd mayînr’a gotin: «Em çi bikin, gelî bira?»
[38] Petrûs wanr’a got: «T’obe kin û bira ji we her yek bi navê Îsa Mesîh bona baxşandina guna bê nixumandinê û hûnê R’uh’ê Pîroz p’êşk’êş bistînin.
[39] Ev soz bona we û zar’êd we ye, usa jî bona h’emûyêd dûr e ku Xudan Xwedê meyê gazî wan ke».
[40] Petrûs bi gelek xeberêd mayîn bi me’rîfetî t’emî da û hîvî ji wan kir û got: «Xwe ji vî nisilê neheq xilaz kin».
[41] Ewêd ku xeberêd wî qebûl kirin, pê avê hatine nixumandinê û wê r’ojê weke sê h’ezara li hev zêde bûn.
[42] Wan t’imê xwe li hînkirina şandîya digirt, li hev dicivîyan, nan kerdikirin û dua dikirin.
[43] Xof û tirs dik’ete ser her kesî û bi destê şandîya gelek k’eremet û nîşan dibûn.
[44] H’emû bawermend hevr’a bûn û her tiştêd wan yek bû.
[45] Hebûk û milk’ê xwe jî difirotin û belayî h’emûyêd h’ewce dikirin.
[46] Her r’oj bi t’ifaq diçûne p’aristgehê, malada nan kerdikirin û eşq-şa bi dilê sax xwarin dixwarin,
[47] şikirîya xwe Xwedê danîn û t’emamîya cime’tê li wan xweş bû. Xudan jî r’oj bi r’oj h’esabê xilazbûyîya zêde dikir.