Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 7:42

[1] Şawûl jî h’eta hingê hê gef li şagirtêd Xudan dixwar ku wan bide kuştinê. Ew çû cem serekk’ahîn,

[2] destûrne’me ser k’inîştêd Şamê ji wî xwestin, wekî h’ukumê wî hebe jin û mêrêd ku li pey vê R’ê diçin heger bibîne, wan bigire girêdayî bîne Orşelîmê.

[3] Gava diçû nêzîkî Şamê bû, nişkêva ji e’zmên r’onayîkê dora wî şewq da.

[4] Ew k’ete e’rdê û dengek bihîst ku wîr’a digot: «Şawûl, Şawûl! Tu çima Min dizêrînî?»

[5] Ewî jî got: «Tu k’î yî, Xudan?» Wî dengî gotê: «Ez ew Îsa me, Yê ku tu dizêrînî .

[6] De niha r’abe her’e bajêr, wê ter’a bê gotinê tê çi bikî».

[7] Ew merivêd ku t’evî wî diçûn sar bûn sekinîn û zar-ziman k’etin. Wan ew deng dibihîst, lê kesek nedidîtin.

[8] Şawûl ji e’rdê r’abû, ç’e’vêd wî vekirî bûn, lê tişt nedidît. Hingê destê wî girtin birine Şamê.

[9] Ew sê r’oja kor ma, ne xwar û ne jî vexwar.

[10] Şamêda şagirtekî navê wî Hananîya hebû, Xudan dîtinokêda hate ber ç’e’va û wîr’a got: «Hananîya!» Ewî got: «Ez vira me, Xudan».

[11] Xudan wîr’a got: «R’abe her’e wê k’ûça ku jêr’a R’ast dibêjin, mala Cihûdada bona yekî ji Tarsûsê navê wî Şawûl bipirse, çimkî va ye ew dua dike,

[12] dîna xwe dayê, va merîk dîtinokêda hate ber ç’e’va, navê wî Hananîya, ew hat destêd xwe danîne ser wî, ku ew dîsa bibîne».

[13] Hananîya lê veger’and û got: «Xudan, bona vî merivî min ji geleka bihîstîye, wekî Orşelîmêda wî çiqas xirabî li cime’ta Te kirîye.

[14] Vir jî alîyê serekêd k’ahînada h’ukumê wî heye, h’emûyêd ku gazî navê Te dikin bigire».

[15] Lê Xudan jêr’a got: «Tu her’e, çimkî Min ew çawa hacetek bijartîye, wekî navê Min necihûya, p’adşa û zar’êd Îsraêlêva bide naskirinê.

[16] Ezê Xwexa nîşanî wî kim, ku çiqasî gerekê bona navê Min cefê bik’işîne».

[17] Hananîya jî çû k’ete wê malê, destê xwe danî ser wî û gotê: «Şawûl bira! Xudan ez şandime, ew Îsayê r’êva r’astî te hat, wekî tu dîsa bibînî û bi R’uh’ê Pîroz t’ijî bî».

[18] Destxweda ji ç’e’vêd wî mîna kapekê tişt jê warîyan, dît, r’abû pê avê hate nixumandinê,

[19] xwarin xwar û qewata wî hate cî. Çend r’oja Şawûl cem şagirtêd Şamêda ma.

[20] Destxweda Şawûl destpêkir k’inîştada bona Îsa dannasîn kir û got ku: «Ew Kur’ê Xwedê ye».

[21] H’emûyêd ku dibihîstin, e’cêbmayî diman û digotin: «Eva ew nîne, ku Orşelîmêda yêd ku gazî Vî Navî dikirin dikuştin? Û bona wê yekê hatîye vir jî, wekî wan bigire û bibe bide destê serekêd k’ahîna?»

[22] Lê Şawûl hînkirinêda hê qewat dibû, îzbat dikir ku Mesîh hema Îsa ye û dengê h’emû cihûyêd Şamêda dida bir’înê.

[23] Gava gelek r’oj derbaz bûn, cihû şêwirîn ku wî bikujin,

[24] lê Şawûl nêta wane xirab h’esîya. Ew şev û r’oj ber dergehêd bajêr bûn ku wî bikujin,

[25] lê şagirtêd wî jî şev ew bi zembîlê dîwêrva daxistin .

[26] Gava Şawûl hate Orşelîmê, wî dikir ku t’evî şagirta be, lê h’emû ji wî ditirsîyan, wan bawer nedikirin ku ew jî bûye şagirt.

[27] Hingê Barnabas ew hilda bire cem şandîya û wanr’a gilî kir, ku ewî r’êda çawa Xudan dîtîye û t’evî wî xeber daye, Şamêda jî çawa mêrk’îmî navê Îsa dannasîn kirîye.

[28] Şawûl Orşelîmêda t’evî wan r’adibû-r’ûdinişt û bi navê Îsa Xudan mêrk’îmî dannasîn dikir.

[29] Usa jî t’evî cihûyêd ku bi yûnanî xeber didan bi xeberdanê dik’ete de’wê, wana jî dikir ku ew bikuşta.

[30] Gava bira vê yekê h’esîyan, ew berjêr birine Qeyserîyê û derbazî Tarsûsê kirin.

[31] Awa civîn li t’emamîya Cihûstanê, Celîlê û Sameryayê demekê e’dilayîyêda bû, r’uh’anîyêda ava dibû, bi xofa Xudan û bi dildayîna R’uh’ê Pîroz pêşda diçû, bawermend zêde dibûn.

[32] Petrûs jî h’emû cîya diger’îya û berjêrî cem cime’ta Xwedêye Lîdayê jî bû.

[33] Wir merivek dît navê wî Eynêyas, ku h’eyşt salêd wî bûn, şilûşe’t cî-nivînada p’aldayî bû.

[34] Petrûs wîr’a got: «Eynêyas! Îsa Mesîh te qenc dike. R’abe û nivîna xwe bide hev». Ew pêr’a-pêr’a r’abû ser xwe.

[35] H’emû binelîyêd Lîdayê û deşta Şaronê ew dîtin û berbi Xudan veger’îyan.

[36] Yafayêda k’ulfeteke şagirt hebû, navê wê Tabît’a, ku «Xezal» tê welger’andinê. Eva nava h’emû qencî û xêrkirinada mabû.

[37] Wan r’ojada ewa nexweş k’et mir û ew şûştin oda jorinda danîn.

[38] Yafa nêzîkî Lîdayê bû. Gava şagirta bihîst ku Petrûs li wir e, du merî şandin hîvî kirin û gotin: «Derengî nebe zû were cem me».

[39] Petrûs jî r’abû t’evî wan hat. Gava gihîşte wir, ew birine oda jorin, h’emû jinebîya dora wî girt û bi girî ew k’inc û kirasêd ku saxîya xweda Xezalê bona wan dirûtibûn, nîşanî wî didan.

[40] Hingê Petrûs h’emû derxistine derva, çok da dua kir û ser cinyazda veger’îya got: «Tabît’a! R’abe ser xwe». Ewê ç’e’vêd xwe vekirin, li Petrûs nihêr’î, r’abû r’ûnişt.

[41] Ewî destê xwe da wê r’akire p’îya, paşê gazî cime’ta Xwedê û jinebîya kir, ew sax ber wan da sekinandinê.

[42] Eva yeka t’emamîya Yafayêda bela bû û geleka bawerîya xwe Xudan anîn.

[43] Petrûs gelek r’oja li Yafayê mala Şimh’ûnê ç’ermkerda ma.

K’arêd Şandîya — Chapters