[1] Civîna Entakyayêda çend p’êxember û dersdar hebûn, Barnabas, Şimh’ûnê ku jêr’a Nîgêr digotin, Lûkyoyê ji Kûrênê, Menayînê ku t’evî Hêrodesê serwêr mezin bibû û Şawûl.
[2] Evana ku nava h’ebandina Xudanda bûn û r’ojî digirtin, R’uh’ê Pîroz wanr’a got: «Barnabas û Şawûl Minr’a bona wî şixulê ku Min gazî wan kirîye cude kin».
[3] Wî çaxî r’ojî girtin, dua kirin, destêd xwe danîne ser wan û ew şandin.
[4] Awa evana ku ji R’uh’ê Pîroz hatine şandinê, berjêrî Sêlûkyayê bûn û ji wir bi gemîyê derbazî Qubrisê bûn.
[5] Gava gihîştine Selamîsê, k’inîştêd cihûyada xebera Xwedê dannasîn dikirin û Yûh’enna jî k’omekdarê wan bû.
[6] Ew t’emamîya wê giravê ger’îyan, gihîştine h’eta Pafosê. Li wir p’êxemberekî cihûyayî derew û sêrbaz dîtin ku navê wî Baryêşû bû.
[7] Eva yekî ji berdestîyêd Sergîyo Pawlosê welî bû. Sergîyo Pawlos jî merivekî aqil bû, evî gazî Barnabas û Şawûl kir, ku xebera Xwedê bibihê.
[8] Lê Baryêşûyê sêrbaz, awa gotî bi yûnanî Êlûmas, miqabilî wan r’abû û dikir ku welî ji bawerîyê bixalifîne.
[9] Hingê Şawûlê ku jêr’a Pawlos jî dibêjin, bi R’uh’ê Pîroz t’ijî li wî sêrbazî nihêr’î
[10] û gotê: «Hey mixeneto û h’emû fêlbazîyava t’ijîyo! Cewrikê mîrêcin! Dijminê t’emamîya r’astîyê! Tê h’eta k’engê t’erka xalifandina r’îyêd Xudane r’ast nekî?
[11] Va destê Xudan niha wê ser te giran be, tê kor bî û demekê te’vê nebînî». Û destxweda mij û dûman hate ser wî, virda-wêda dik’et r’êber dixwestin.
[12] Wî çaxî welî ku ev yek dît, bawer kir, ser wê hînkirina bona Xudan e’cêbmayî ma.
[13] Hingê Pawlos hevalêd xweva bi gemîyê ji Pafosê r’êk’etin hatine Pergêya Pamfîlyayê. Yûh’enna li wir ji wan qetîya, veger’îya Orşelîmê.
[14] Ewana jî ji Pergê çûne Entakya Pisîdyayê, r’oja şemîyê k’etine k’inîştê r’ûniştin.
[15] Pey xwendina Qanûn û nivîsarêd p’êxemberar’a serwêrêd k’inîştê yek şandine cem wan û gotin: «Gelî bira, heger gotineke we heye ku dil bidine cime’tê, k’erem kin bêjin».
[16] Pawlos r’abû, destê xwe h’ejand û got: «Gelî cime’ta Îsraêlê û necihûyêd ku ji Xwedê ditirsin guhdar bin!
[17] Xwedêyê vî miletê Îsraêlê kal-bavêd me bijartin û milet li welatê Misirê xerîbîyêda zêde kir. Bi destê zor ew ji wir derxistin ,
[18] çil salî ber’îyêda li wan sebir kir .
[19] Welatê Kenanêda k’oka h’eft mileta anî, e’rdê wan çawa cî-war da cime’ta Xwe .
[20] H’eta hingê çarsid pêncî sal derbaz bû. Ji wir şûnda h’akim dane wan h’eta hêna Samûêl p’êxember .
[21] Paşê p’adşa xwestin, Xwedê çil salî yekî ji e’şîra Binyamîn, Şawûlê kur’ê Kîs da wan .
[22] Gava ew avît, Dawid ser wan kire p’adşa, ku bona wî şe’detî da û got: ‹Min Dawidê Yêşa merîk dilê Xwer’a dît, wê xwestina Min gişkî bîne sêrî› .
[23] Ji zur’eta wî Xwedê anegorî sozê Xwe Îsraêlr’a Xilazkirek r’akir, hema xût Îsa.
[24] Berî hatina Wî, pêşîyê Yûh’enna t’emamîya miletê Îsraêlêr’a dannasîn kir, ku ji gunekirinê veger’in û bêne nixumandinê .
[25] Gava Yûh’enna şixulê xwe ser hevda anî, got: ‹Hûn bona min çawa difikirin, ez k’î me? Ez ne Ew im, bona k’îjanî hûn difikirin. Lê va ye Ew pey min tê, ku ez ne hêja me benê çarixêd nigêd Wî vekim› .
[26] Gelî bira, zar’êd xûn-qinêta Birahîm û necihûyêd nava wedaye ku ji Xwedê ditirsin, mer’a ev xebera ku pê xilaz dibin hate şandinê.
[27] Binelîyêd Orşelîmê û serwêrêd wan Îsa çawa Xilazkir nas nekirin, lê gava dîwana Wî kirin, gotinêd p’êxemberaye ku her şemî dixûnin anîne sêrî.
[28] Neheqîya bona kuştinê jî ser Wî nedîtin, lê dîsa hîvî ji Pîlato kirin ku Wî bide kuştinê .
[29] Gava her tiştêd ku bona Wî nivîsar bûn anîne sêrî, ji dar anîne xwarê kirine t’irbê .
[30] Lê Xwedê Ew ji mirinê r’akir
[31] û gelek r’oja Xwe wanva da xuyakirinê, k’îjan ji Celîlê t’evî Wî hatibûne Orşelîmê. Niha jî ew li ber cime’tê şe’dêd Wî ne .
[32] Û em vê Mizgînîyê didine we: Çi ku Xwedê kal-bavêd mer’a soz dabû,
[33] Ewî bona me kir, awa gotî zar’êd wanr’a, gava Îsa ji mirinê r’akir. Çawa Zebûra dudada jî nivîsar e: ‹Tu Kur’ê Min î, Tu îro Minr’a bûyî› .
[34] Bona vê yekê ku Ew ji mirinê r’akir û îdî Ew t’u car nar’ize, Xwedê aha gotîye: ‹Ezê wan dua-dirozgêd pîroze amin û Dawidr’a sozdayî ser weda bibarînim› .
[35] Zebûreke dinda jî dibêje: ‹Tu nahêlî Pîrozê Te bir’ize› .
[36] Belê Dawid zemanê xweda qirara Xwedêr’a xulamtî kir mir û gihîşte pêşîyêd xwe, bedena wî r’izî.
[37] Lê Ewê ku Xwedê ji mirinê r’akir ner’izî.
[38] Niha bira ev yek weva e’yan be, gelî bira, ku bi saya Îsa wer’a bona baxşandina guna tê dannasînkirinê. Û ji wan her tiştêd ku hûn bi Qanûna Mûsa nikaribûn bêsûc bûna,
[39] niha k’î ku bawerîya xwe Îsa bîne wê bêsûc be.
[40] Haş ji xwe hebin, nebe ev tiştê ku p’êxembera gotîye bê serê we:
[41] ‹Binihêr’in k’ubar-babaxno, e’cêbmayî bin û betavebin, çimkî Ezê r’ojêd weda kirekî bikim, kirekî usa, ku yek wer’a bêje jî hûnê bawer nekin› ».
[42] Gava Barnabas û Pawlos ji wir derk’etin, hîvî ji wan kirin, ku şemîya din jî bona wê yekê wanr’a xeber din.
[43] Gava civîna k’inîştê bela bû, gelek cihû û ji necihûyêd ku hatibûne ser bawerîya cihûya pey Pawlos û Barnabas diçûn. Wanar’a xeber didan û dil didane wan, wekî t’imê nava k’erema Xwedêda bimînin.
[44] R’oja şemîya din nêzîkî t’emamîya bajêr civîya, ku xebera Xudan bibihê.
[45] Gava cihûya ew e’lalet dît, ji h’evsûdîyê miqabilî gotinêd Pawlos sekinîn û ew bêhurmet kirin.
[46] Hingê Pawlos û Barnabas mêrk’îmî gotin: «Gerekê pêşîyê xebera Xwedê wer’a bihata xeberdanê, lê hûn ku xebera Xwedê t’exsîr dikin û xwe layîqî jîyîna h’eta-h’etayê nakin, va em vediger’ine berbi necihûya.
[47] Çimkî Xudan aha e’mirî me kir: ‹Min Tu kirî r’onaya necihûya, wekî h’eta serê dinyayê bibî mecala xilazbûnê› ».
[48] Gava yêd necihû ev yek bihîstin, şa bûn şikirî didane gotina Xudan. Û ewêd ku bona jîyîna h’eta-h’etayê k’ifşkirî bûn, bawer kirin.
[49] Xebera Xudan t’emamîya welêtda bela bû.
[50] Lê cihûya hêlan dane k’ulfetêd xwedêbawere xweyîqedir, t’evî giregirêd bajêr, miqabilî Pawlos û Barnabas r’akirin û ji sînorêd xwe derxistin.
[51] Wana jî t’oza nigêd xwe ser wanda dawşand, çûne Qonyayê
[52] û şagirt bi şabûnê û R’uh’ê Pîrozva t’ijî bûn.