Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 5:39

[1] Pey vê yekêr’a Îsa dîsa Xwe li devê gola Teberîyayê nîşanî şagirtêd Xwe kir. Ew bi vî awayî qewimî:

[2] Şimh’ûn-Petrûs, T’ûmayê ku jêr’a digotin «Heval-cêwî», Natanyêlê ji Qanaya Celîlê, kur’êd Zebedî û du şagirtêd Îsaye din hevr’a bûn.

[3] Şimh’ûn-Petrûs wanr’a got: «Ez diçim ku me’sîya bigirim». Wana wîr’a got: «Em jî t’evî te tên». Hingê ew r’abûn çûn k’etine qeyikekê, lê wê şevê t’u tişt negirtin.

[4] Sibeh safî bû, Îsa li devê golê sekinî, lê şagirta nizanibû ku Ew Îsa ye.

[5] Hingê Îsa gote wan: «Lawikno! We tişt negirtîye?» Wana lê veger’and û gotinê: «Na».

[6] Ewî gote wan: «T’or’ê bavêjine alîyê qeyikêyî r’astê hûnê bigirin». Wana jî t’or’ avîtê û ji dest gelekbûna me’sîya nikaribûn ku t’or’ bik’işandana.

[7] Hingê wî şagirtê ku Îsa jê h’iz dikir Petrûsr’a got: «Ew Xudan e!» Gava Şimh’ûn-Petrûs bihîst ku ew Xudan e, k’inca xwe avîte ser xwe, çimkî ew te’zî bû û xwe avîte golê.

[8] Lê şagirtêd mayîn t’or’ me’sîyava k’işandin û pê qeyikê gihîştine bejê, çimkî ew ne dûr bûn, lê qasî sed mêtirî dûrî bejê bûn.

[9] Gava ew derk’etine bejê, wir agirê ji k’omirê vêxistî dîtin, me’sî li ser û nan jî li ber.

[10] Îsa wanr’a got: «Hinek ji wan me’sîyêd ku we hêja girtine bînin».

[11] Şimh’ûn-Petrûs jî k’ete qeyikê û t’or’ k’işande bejê, ya ku sed pêncî sê me’sîyêd gir têda bûn. Haqas gelek bûn jî, lê dîsa t’or’ neqelişî.

[12] Îsa wanr’a got: «Werin te’ştê bixwin». Ji şagirta t’u kesî jî turuş nekir ku jê bipirsîya: «Tu k’î yî?» Çimkî wana zanibû ku Ew Xudan e.

[13] Hingê Îsa nêzîk bû, ew nan hilda da wan û usa jî me’sî.

[14] Eva îdî cara sisîya bû ku Îsa pey mirin-r’abûna Xwer’a şagirtêd Xweva xuya bû.

[15] Gava wan te’ştê xwar, Îsa ji Şimh’ûn-Petrûs pirsî: «Şimh’ûnê kur’ê Yûh’enna, tu Min gelekî h’iz dikî, yan ew Min gelekî h’iz dikin? » Petrûs jêr’a got: «Belê Xudan, Tu zanî ku ez Te h’iz dikim». Îsa wîr’a got: «Berxêd Min biç’êrîne».

[16] Îsa cara duda wîr’a got: «Şimh’ûnê kur’ê Yûh’enna, tu Min h’iz dikî?» Ewî got: «Belê Xudan, Tu zanî ez Te h’iz dikim». Îsa jêr’a got: «Şivantîyê pezêd Min bike».

[17] Îsa cara sisêya ji Petrûs pirsî: «Şimh’ûnê kur’ê Yûh’enna, tu Min h’iz dikî?» Hingê dilê Petrûs êşîya ku Wî sê cara wîr’a got: «Tu Min h’iz dikî?» û got: «Xudan, Tu her tiştî zanî, Tu zanî ku ez Te h’iz dikim». Îsa wîr’a got: «Pezêd Min biç’êrîne.

[18] Ez r’ast bê xêlif ter’a dibêjim, gava ku tu xort bûyî, te xwexa qayîşa xwe girêdida û k’uda te dixwest diçûyî. Lê gava ku tu kal bî, tê destêd xwe bilind kî û yekî dinê pişta te girêde û te bibe wî cîyê ku tu naxwazî her’êyî».

[19] Wî ev yek got, da e’yankirinê ku ewê bi çi cûr’e mirinê r’ûmetê bide Xwedê. Pey vê yekêr’a Wî Petrûsr’a got: «Pey Min were».

[20] Petrûs pişt xweva zivir’î, dît ew şagirtê ku Îsa jê h’iz dike pey wan tê. Eva ew şagirt bû, yê ku şîva êvarêda xwe avîtibû h’emêza Îsa û gotibû: «Xudan ew k’î ye, ku wê nemamîya Te bike?»

[21] Petrûs gava ew dît, ji Îsa pirsî: «Xudan, lê îjar evê çawa be?»

[22] Îsa wîr’a got: «Heger Ez bixwazim ku ew bimîne h’eta Ez bêm, çî ter’a ye? Tu pey Min were!»

[23] Eva gotina nava xûşk-birada bela bû, yanê ew şagirtê nemire. Lê belê Îsa bona wî negotibû, ku ew namire, lê gotibû: «Heger Ez bixwazim ku ew bimîne h’eta Ez bêm, çî ter’a ye?»

[24] Eva ew şagirt e, yê ku bona van yeka şe’detîyê dide, usa jî ev yek nivîsîn. Em zanin ku şe’detîya wî r’ast e.

[25] Hê gelek kirêd din jî hene, yêd ku Îsa kirine. Heger ew bi hûr-gilî bihatana nivîsarê, bi t’exmîna min, ew k’itêbêd nivîsar wê dinyayêda cî nebûna.

Yûh’enna — Chapters