Lûqa 24
[1] R’oja yekşemê sibehê zû, wan k’ulfeta biharetêd hazirkirî hildan çûne ser t’irbê.
[2] Lê wana kevir ji ber t’irbê holkirî dît.
[3] Gava k’etine hindur’, cinyazê Xudan Îsa nedîtin.
[4] Gava ewana hê bona vê yekê met’elmayî mabûn, nişkêva du merî bi k’incê nûranî li ber wan sekinîn.
[5] Û gava k’ulfet ji tirsa k’etine ser r’ûyê xwe, wan meriva wanr’a got: «Hûn çima li Yê sax nava mirîyada diger’in?
[6] Ew ne li vir e, Ew ji mirinê r’abûye. Bînine bîra xwe, ku çaxê hê Celîlêda bû, çi wer’a got:
[7] ‹Gerekê Kur’ê Mêriv bik’eve destê merivêd ner’ast, bê xaçkirinê û r’oja sisîya ji mirinê r’abe›».
[8] Û wana gotina Îsa bîr anîn
[9] û ji t’irbê veger’îyan, eva yeka her yanzdeha û h’emûyêd mayînr’a gotin.
[10] Yêd ku şandîyar’a gotin, evana bûn: Meryema Mejdelanî, Yohana û Meryema dîya Aqûb, bi t’evî hinekêd mayîn.
[11] Şandîyava çawa gotineke p’ûç’ xuya bû û wana k’ulfet bawer nekirin.
[12] Lê Petrûs r’abû berbi t’irbê bezî, qûz bû nihêr’î, t’enê k’efenê Wî wir bû û met’elmayî çû, difikirî gelo çawa bû.
[13] Wê r’ojê du şagirt diçûne gundekî, ku ji Orşelîmê donzdeh kîlomêtirî dûr bû, navê wî Emwas bû.
[14] Wana bi hevr’a bona her tiştê qewimî xeber didan.
[15] Û gava ewana nav hevda xeber didan û dişêwirîn, Îsa Xwexa jî nêzîkî wan bû, t’evî wan çû.
[16] Lê ç’e’vêd wan girtî bûn, ku Wî nas nekin.
[17] Îsa wanr’a got: «Hûn vê r’êyêda çi hevr’a xeber didin?» Ewana me’dekirî sekinîn .
[18] Yekî ji wan, ku navê wî Klêpas bû, lê veger’and û got: «Ew çawa ji Orşelîmê t’enê Te nebihîstîye ku van r’ojêd paşinda wir çi qewimîye?»
[19] Ewî ji wan pirsî û got: «Çi bûye?» Wana lê veger’and gotê: «Bona Îsayê Nisretê, ku Ew bi e’mel û xeberêd Xwe li ber Xwedê û t’emamîya milet p’êxemberekî zor bû
[20] û çawa serekêd k’ahîna û serwêrêd me nemamîya kuştina Wî kirin, xaç kirin.
[21] Em wê gumanê bûn ku Ewî wê Îsraêlê aza bikira. Wekî din jî eva r’oja sisîya ye, ku ev tişt bûne.
[22] Lê çend k’ulfetêd nav meda jî em e’cêbmayî kirin. Ewana sibehê zû çûbûne ser t’irbê
[23] û cinyazê Wî li wir nedîtibûn, veger’îyan hatin mer’a gotin, ku: ‹Me milyak’et dîtin, mer’a gotin, ku Ew sax e›.
[24] Û ji me hinek jî çûne ser t’irbê, çawa ku wan k’ulfeta gotibû, usa bû, lê Ew nedîtin».
[25] Hingê Ewî wanr’a got: «Hey însanêd bê fikir, hûn çiqasî giran h’emû gotinêd p’êxembera bawer dikin?
[26] Ne gerekê Mesîh cefa bik’işanda û bik’eta r’ûmeta Xwe?»
[27] Û Wî destpêkir ji Mûsa û h’emû p’êxembera, çi ku wan k’itêbada bona Wî nivîsar bûn, wanar’a şirovekirin.
[28] Gava nêzîkî wî gundê ku diçûnê bûn, Ewî usa da k’ifşê, yançîye Ew diçe cîkî dûr.
[29] Lê wana zor li Wî kir û got: «Îşev li cem me bimîne, çimkî êvar e, r’o çûye ava». Û Ew çû hindur’, ku li cem wan bimîne.
[30] Lê gava Ew t’evî wan ser sifrê r’ûnişt, nan hilda, şikirîya Xwe ji Xwedê anî, kerkir da wan.
[31] Hingê ç’e’vêd wan vebûn, Ew nas kirin û Ew ber ç’e’vê wan betavebû.
[32] Wana hevr’a got: «Lema, gava Ewî r’êda mer’a xeber dida û nivîsar mer’a şirovedikirin, agir dilê me dik’et».
[33] Ew wê gavê r’abûn veger’îyane Orşelîmê û her yanzdeh t’evî yêd mayîn civîyayî dîtin,
[34] gotin: «R’astî Xudan sax bûye û Şimh’ûnva xuya bûye!»
[35] Paşê wan her duya gilî kir, ku çawa r’êda r’astî Wî hatin û çaxê Wî nan kerkir, Ew nas kirin.
[36] Wana hê bona vê yekê xeber dida, Îsa nava wanda sekinî û wanr’a got: «E’dilayî wer’a».
[37] Ewana ji tirsa bizdîyan û wan t’irê xeyalekî dibînin.
[38] Lê Ewî wanr’a got: «Hûn çima şaşmayî mane û dudilî ne?
[39] Awa li dest û p’îyêd Min binihêr’in, ku Ez Xwexa me. Û destê xwe bidine Min û bibînin, çimkî goşt û hestûyêd r’uh’ t’unene, çawa ku hûn dibînin yêd Min hene».
[40] Gava ev yek got, dest û p’îyêd Xwe nîşanî wan kirin.
[41] Û hê ji şabûna bawer nedikirin, h’eyr-h’ujmek’ar mabûn, Ewî wanr’a got: «Qet tiştekî xwarinê li cem we heye?»
[42] Wana çîtî me’sîyê pijandî da Wî .
[43] Ewî hilda li ber ç’e’vê wan xwar
[44] û wanar’a got: «Ev bûn ew gotinêd ku gava Ez t’evî we bûm, Min wer’a gotibûn: ‹Gerekê her tiştêd ku bona Min Qanûna Mûsa, nivîsarêd p’êxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî›».
[45] Hingê fe’mê wan vekir, ku nivîsara fe’m bikin.
[46] Û wanr’a got: «Awa nivîsar e, ku Mesîh gerekê cefa bik’işîne û r’oja sisîya ji mirinê r’abe
[47] û ji Orşelîmê girtî bi navê Wî t’obeyî û baxşandina guna nav h’emû miletada wê bê dannasînkirinê.
[48] Û hûn in şe’dêd van h’emû tişta.
[49] Û va Ezê sozê Bavê Xwe wer’a bişînim. Orşelîmêda bimînin, h’eta hûn qewatê ji jor bistînin».
[50] Û ew h’eta Beytanyayê birin, destê Xwe bilind kir, dua wan kir.
[51] Û hê dua dikir, ji wan qetîya, berbi e’zmên hate hilatinê.
[52] Şagirta jî serê xwe ber Wî danî, bi eşq û şa veger’îyane Orşelîmê.
[53] Û her gav p’aristgehêda bûn, pesinê Xwedê didan.