Skip to content
Opens in a new window

Lûqa 11

Listen to this chapter • 9:00

[1] Carekê Îsa cîkî dua dikir, gava xilaz kir, ji şagirtêd Wî yekî jêr’a got: «Xudan, me hînî duakirinê ke, çawa Yûh’enna şagirtêd xwe hîn kirin».

[2] Ewî wanar’a got: «Gava hûn dua dikin, aha bêjin: Bavo , Navê Te pîroz be. P’adşatîya Te bê .

[3] Nanê meyî r’ojê r’oj bi r’oj bide me.

[4] Û gunêd me bibaxşîne, çimkî em jî dibaxşînine h’emû deyndarêd xwe û me nebe cêr’ibandinê ».

[5] Û wanar’a got: «Ji we k’îjan e ku dostekî wî hebe û nîvê şevê her’e mala wî jêr’a bêje: ‹Dosto, sê nana deynî bide min.

[6] Çimkî pismamekî min ji r’ê dager’îyaye hatîye mala min, tiştekî minî xwarinê t’une, ku daynime ber wî›.

[7] Û ew jî hindur’da lê veger’îne û bêje: ‹Derî îdî dada ye, ez û zar’êd xweva jî nava cî-nivînada ne, ze’metê nede min, ez nikarim r’abim bidime te›.

[8] Ez wer’a dibêjim, heger ew bona dostîyê jî r’anebe nên nede wî, lê bona bêarzîya wî wê r’abe çiqas jêr’a lazim be bide wî.

[9] Ez wer’a dibêjim, bixwazin hûnê bistînin, biger’in hûnê bibînin, derî xin wê ber we vebe.

[10] Çimkî k’î ku dixwaze distîne, k’î ku diger’e dibîne û k’î ku derî dixe ber wî vedibe.

[11] Ji we k’îjan e ew bav, ku kur’ê wî me’sî bixwaze, dewsa me’sî me’r bidê ,

[12] yan jî hêkê bixwaze, dûp’işkê bidê?

[13] Hûn ku xirab in, zanin tiştêd qenc bidine zar’êd xwe, lê Bavê e’zmana wê çiqas zêde R’uh’ê Pîroz bide ewêd ku ji Wî dixwazin».

[14] Carekê Îsa cinê lal ji yekî derdixist, çaxê ku cin derk’et, ewî lal xeber da û e’lalet zendegirtî ma.

[15] Lê ji wan hineka got: «Ew bi h’ukumê Belzebûlê serwêrê cina cina derdixe».

[16] Hineka jî Ew dicêr’iband, nîşanêd e’zmên ji Wî dixwestin.

[17] Lê nêtêd dilê wan Îsava e’yan bûn û wanar’a got: «Her p’adşatîya ku nava wêda t’ifaq t’unebe wê wêran be û mala ku bêt’ifaqî bik’evê, ew mal namîne.

[18] Hûn dibêjin, ku Ez bi h’ukumê Belzebûl cina derdixim. Lê heger mîrêcin nava xweda bêt’ifaq be, p’adşatîya wî wê çawa bimîne?

[19] Û heger Ez bi Belzebûl cina derdixim, lê yêd ku pey we tên bi çi derdixin? Heger usa be, ewê we lomek’ar kin.

[20] Lê heger Ez bi t’ilîya Xwedê cina derdixim, wekî usa ye P’adşatîya Xwedê gihîştîye we.

[21] Çaxê yekî qewat bi ç’ek xweyîtîyê mala xwe dike, t’u tiştê wî zirar lê nabe.

[22] Lê gava yekî ji wî qewattir bê û wî bigire, wê ew ç’ekê ku wî gumana xwe dabû ser jê bistîne, hebûka wî jî bela ke.

[23] K’î ku ne t’evî Min e, miqabilî Min e û k’î ku t’evî Min t’op nake, bela dike.

[24] Çaxê r’uh’ê h’eram ji mêriv dertê, cîyê bê av diger’e, ku r’ih’etîyê bibîne û gava nabîne, dibêje: ‹Ez veger’ime wê mala xweye ku jê derk’etime›.

[25] Û gava tê, paqijkirî û hevdayî dibîne.

[26] Hingê diçe h’eft cinêd dine ji xwe xirabtir jî tîne, dik’evine wir dijîn. Û axirîya wî merivî ji pêşîyê xirabtir dibe».

[27] Çaxê Îsa hê xeber dida, ji nava e’laletê k’ulfetekê dengê xwe bilind kir û Wîr’a got: «Xwezî li wî bet’inî, ku Tu xweda xweykirî û wan bistana, ku şîr dane Te».

[28] Lê Ewî got: «Hê xwezî li wan, yêd ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin».

[29] Çaxê e’lalet ser Wî dicivîya, Îsa destpêkir û got: «Eva nisila xirab e, nîşanekê dixwaze, lê jêr’a nîşaneke din nayê dayînê pêştirî nîşana Ûnis p’êxember.

[30] Çawa Ûnis bona Nînewaya bû nîşan, usa jî Kur’ê Mêriv wê vî nisilîr’a bibe nîşan .

[31] P’adşa Başûrê wê R’oja Axretê t’evî merivêd vî nisilî r’abe û wan neheq ke, çimkî ewa ji serê dinê hat, ku serwaxtîya Silêman bibihê û va ye Yekî ji Silêman mestir li vir heye .

[32] Merivêd Nînewayê R’oja Axretê wê t’evî vî nisilî r’abin û wan neheq kin, çimkî ewana bi dannasînîya Ûnis ji gunekirinê veger’îyan. Va ye Yekî ji Ûnis mestir li vir heye.

[33] Kesek ç’irê vênaxe û danayne cîyê xewle, ne jî dike binê firaqê, lê datîne ser p’êç’irê, wekî ewê ku dik’evine hindur’, r’onayê bibînin.

[34] Ç’ira bedena te ç’e’vê te ye. Heger ç’e’vê te p’ak e, t’emamîya bedena teyê r’onayî be. Lê heger ç’e’vê te xirab e, bedena teyê jî te’rî be.

[35] Awa haş ji xwe hebe, dibe ku ew r’onaya nava teda te’rî ye.

[36] Heger t’emamîya bedena te r’onayî ye û p’areke te’rî t’une, h’emûyê jî r’onayî be, çawa ç’ira bi şewqa xwe te r’onayî dike».

[37] Gava xeberdana Xwe xilaz kir, yekî fêrisî hîvî jê kir ku her’e t’evî wî nan bixwe. Ew jî çû, li ser sifrê r’ûnişt.

[38] Gava fêrisî dît ku Ewî pêşîya nanxwarinê li gora e’detê dîn destêd Xwe neşûştin, zendegirtî ma.

[39] Lê Xudan wîr’a got: «Awa hûn fêrisîya t’as û fîncana r’ûyê dervava paqij dikin, lê dilê we hindur’va bi timayê û xirabîyava t’ijî ye.

[40] Bêfe’mno! Ewê ku derva çêkir, hindur’ çênekir?

[41] Awa bi çiva t’as û fîncanêd we t’ijî ne, bi wan xwer’a xêra bikin û her tiştê wer’a h’elal be.

[42] Lê wey li we fêrisîya! Hûn dehekê pûngê, ce’t’rîyê û h’emû p’incar’a didin, lê heqîyê û h’izkirina Xwedê davêjine pişt guhê xwe. We gerekê ev yek bikirana û dest ji yêd mayîn nek’işanda.

[43] Wey li we fêrisîya, ku hûn k’inîştada k’ursîyêd pêşin h’iz dikin, bazarada jî silava.

[44] Wey li we! Hûn mîna t’irbêd bê nav-nîşan in, ku meriv ser wan diger’in û nizanin».

[45] Ji qanûnzana yekî lê veger’and û got: «Dersdar, Tu bi van xebera me jî bêhurmet dikî».

[46] Ewî got: «Wey li we qanûnzana jî, çimkî hûn barêd giran didine ser milê meriva, lê t’ilîke xwe jî nadine wan bara.

[47] Wey li we, ku hûn t’irbêd wan p’êxembera çêdikin, yêd ku kal-bavêd we ew kuştine.

[48] Bi wê yekê hûn şe’detîya xwe didin, ku hûn havijîya xwe kirinêd kal-bavêd xwe tînin. Ewana p’êxember dikuştin û hûn t’irbêd wan çêdikin.

[49] Lema jî serwaxtîya Xwedê got: ‹Ezê p’êxember û şandîya bişînime cem wan, ji wan hineka wê bikujin, hineka jî bizêrînin›.

[50] Bona vê yekê xûna h’emû p’êxembera, ku ji wextê e’firandina dinyayêda hatîye r’êtinê, ji vî nisilî wê bê xwestinê,

[51] ji xûna Habîl h’eta xûna Zekerîya, ya ku nav gorîgehê û p’aristgehêda hate r’êtinê. Ez r’ast wer’a dibêjim, ji vî nisilî wê bê xwestinê.

[52] Wey li we qanûnzana, ku we k’ilîta zanebûnê hildaye. Ne hûn k’etinê û ne jî we hiştîye yêd ku dixwazin bik’evinê».

[53] Û gava Ew r’abû ku her’e, qanûnzan û fêrisî qilqilîn, bona gelek tişta Wîr’a k’etine de’wê.

[54] Û ber devê Wî sekinî bûn, wekî bi xeberekê bikaribin Wî bigirin û gunek’ar kin.

Lûqa — Chapters