Skip to content
Opens in a new window

Lûqa 21

Listen to this chapter • 5:32

[1] Îsa dîna Xwe dayê û dît ku dewletîya h’edîyêd xwe davîtine p’eredanga p’aristgehê.

[2] Ewî belengazeke jinebî jî dît ku du pol avîte wir

[3] û Îsa got: «Ez r’ast wer’a dibêjim, ku evê jinebîya belengaz ji van h’emûya ze’ftir avîtê.

[4] Çimkî wan h’emûya ji bermayîyêd xwe avîtine nava h’edîya, lê evê vê belengazîya xweda h’emû tiştê ku wê pê e’bûrê xwe bikira avîtê».

[5] Û çaxê hineka bona p’aristgehê digotin, ku bi kevirê bedew û p’êşk’êşa hatîye xemilandinê, Ewî got:

[6] «Van h’emû tiştêd ku hûn dibînin, r’ojê bên kevirê li ser kevir nemîne, h’emûyê jî wêran bin!»

[7] Û ji Wî pirsîn gotinê: «Dersdar, ev tişt wê k’engê biqewimin? Û çi nîşanê bibe, gava ev yek biqewimin?»

[8] Ewî got: «Haş ji xwe hebin, ku hûn neyêne xapandinê, çimkî gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û: ‹Ew wext nêzîk e›, pey wan neçin.

[9] Gava hûn bona şer’ û de’wa bibihên, netirsin, çimkî gerekê pêşîyê ev tişt biqewimin, lê axirîya dinê ne hingê ye».

[10] Hingê wanr’a got: «Miletê r’abe li ser milet, p’adşatî li ser p’adşatîya,

[11] cî-cîya e’rdh’ejêd mezin, xelayî-celayê û mîna nexweşîya h’al wê bibin, li e’zmên jî tiştêd xof û tirs û nîşanêd mezin wê biqewimin.

[12] Lê berî van h’emû tişta, wê dest bavêjine we, we bizêrînin, bibine ber dîwana k’inîşta û bikine kela. Bona navê Min wê we bibine ber p’adşa û welîya.

[13] Evê wer’a bibe me’nî, ku hûn bona Min şe’detîyê bidin.

[14] Û awa vê yekê bikine bîra xwe, ku pêşda xem nekin hûnê çi caba xwe bidin.

[15] Çimkî Ezê zar-ziman û serwaxtîyê bidime we, ku dijminêd weyê nikaribin li ber we xeber din yan bisekinin.

[16] Dê û bavêd we, bira-pismam û dostêd we wê we bidine girtinê û ji we hineka jî wê bikujin.

[17] Bona navê Min hûnê ber ç’e’vê h’emûya r’eş bin.

[18] Lê t’u mûkê ji serê we kêm nebe.

[19] Bi sebira xwe hûnê r’uh’ê xwe xilaz kin.

[20] Lê gava hûn bibînin ku ordîya dora Orşelîmê girtîye, hingê bizanibin ku wêranbûna wê nêzîk e.

[21] Hingê ewêd ku Cihûstanêda ne, bira bir’evine ç’îya û ewêd ku Orşelîmêda ne, bira derên, ewêd k’ewşênda ne, bira nek’evine bajêr.

[22] Çimkî ew r’oj, r’ojêd h’eyfhildanê ne, wekî her çi ku hatîye nivîsarê bê sêrî.

[23] Lê wey li h’emla û destdergûşa wan r’ojada, çimkî tengasîke mezin wê bê serê dinê û xezeb evê cime’têr’a.

[24] Ewê bi devê şûr bik’evin û nav h’emû miletada hêsîr bêne birinê. Orşelîmê jî ber p’îyêd miletêd p’ûtp’arist her’e, h’eta ku wextê wan mileta xilaz be.

[25] Û ser r’oyê, hîvê û steyrka nîşanê bibin. Li ser dinê jî miletê ji dest dengê xuşînîya pêlêd be’rê bibizdin û xwe unda kin.

[26] Dilê meriva jî ji tirsa wê bisekine, bona ew tiştêd ku wê bêne serê t’emamîya dinê, çimkî t’opêd e’zmana wê ji r’îyêd xwe derên .

[27] Û hingê wê bibînin ku ‹Kur’ê Mêriv e’wrava bi qewat û r’ûmeta mezin tê› .

[28] Gava ev tişt destpêbibin, hûn r’abin serê xwe bilind kin, çimkî azabûna we îdî nêzîk e».

[29] Û meselek wanr’a got: «Hûn dîna xwe bidine dara hêjîrê û h’emû dara.

[30] Gava dibişkivin, hûn bi wê yekê zanin ku havîn nêzîk e.

[31] Usa jî gava hûn bibînin ku ev yek diqewimin, bizanibin ku P’adşatîya Xwedê nêzîk e.

[32] Ez r’ast wer’a dibêjim, ku eva nisila derbaz nabe, h’eta ku ev h’emû tişt neqewimin.

[33] E’rd û e’zmanê derbaz bin, lê gotinêd Min t’u car derbaz nabin.

[34] Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we p’ir’xurîyê, serxweşîyê û xemêd vê dinyayêva girêdayî be, nişkêva ew R’oj ser weda bê.

[35] Çimkî ew r’ojê mîna t’elê bê serê h’emû merivêd li ser dinê.

[36] H’işyar bimînin û her gav dua bikin, wekî hûn bikaribin ji wan h’emû tiştêd ku wê biqewimin bir’evin-xilaz bin û li ber Kur’ê Mêriv r’ûspî bisekinin».

[37] Îsa r’ojê p’aristgehêda hîn dikir, lê şevê diçû serê wî ç’îyayî dima, ku jêr’a digotin ç’îyayê Zeyt’ûnê.

[38] Û t’emamîya cime’tê sibehê zû diçû p’aristgehê cem Wî, ku xeberêd Wî bibihên.

Lûqa — Chapters