Skip to content
Opens in a new window

Lûqa 3

Listen to this chapter • 6:40

[1] Panzdeh salîya p’adşatîya Tîberyoyê Qeyserda, Pîlatoyê Pontîyo welîyê Cihûstanê bû, Hêrodes serwêrê Celîlê bû, Fîlîpoyê birê wî serwêrê qeza Îtûryayê û Traxonîdayê bû û Lûsanyas serwêrê Avêlînyayê bû,

[2] Henan û Qeyafa jî serekk’ahîn bûn. Hingê xebera Xwedê ber’îyêda Yûh’ennayê kur’ê Zekerîyar’a hat

[3] û Yûh’enna hate h’emû dor-berêd ç’emê Ûrdunê dannasîn dikir, ku cime’t ji gunekirinê veger’e û bi avê bê nixumandinê, wekî Xwedê wan bibaxşîne.

[4] Çawa k’itêba Îşaya p’êxemberda nivîsar e ku dibêje: «Dengê ber’îyêda dike gazî: ‹R’îya Xudan hazir bikin û şiver’îyêd Wî r’ast bikin.

[5] H’emû gelî bira t’ijî bin, ç’îya-banî nimiz bin, r’îyêd xaro-maro r’ast bin û ç’e’l-ç’ûl dûz bin.

[6] Û her kesê azayîya Xwedê bibîne›» .

[7] Gelek dihatine cem Yûh’enna, ku ji wî bêne nixumandinê. Ewî wanr’a digot: «Ç’êjikêd me’ra! K’ê wer’a got, ku hûn ji xezeba tê bir’evin?

[8] De bi kirêd qenc bidine k’ifşê, ku hûn ji gunekirinê veger’îyane. Û r’anebin nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye›. Ez wer’a dibêjim, ku Xwedê ji van kevira jî dikare zar’a Birahîmr’a derxe.

[9] Va ye bivir li ser r’awê darê ye. Her dara ku berê qenc neyne, wê bê bir’înê û avîtinê nava êgir».

[10] E’laletê ji wî pirsî û got: «Lê em çi bikin?»

[11] Ewî li wan veger’and û got: «Du dest k’incê k’ê hene, bira yekî bide wî, yê k’ê ku t’une û xurekê k’ê heye, bira dîsa usa bike».

[12] Xercgir jî hatin ku bêne nixumandinê û wîr’a gotin: «Dersdar, em çi bikin?»

[13] Ewî wanr’a got: «Çiqas ji we tê xwestinê ji wî zêdetir nestînin».

[14] Eskera jî ji wî pirsî: «Lê em çi bikin?» Ewî wanr’a got: «Kesekî neşêlînin, bêbextîyê li xelqê nekin û bi heqê xwe r’azî bin».

[15] H’emû hîvîyê bûn û bona Yûh’enna dilê xweda digotin: «Gelo ev e Mesîh?»

[16] Yûh’enna li h’emûya veger’and û got: «Ez we bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me benê çarixêd Wî jî vekim. Ewê we pê R’uh’ê Pîroz û êgir binixumîne.

[17] Melh’eba Wî destê Wîda ye. Ewê bêdera Xwe paqij ke, genim bike e’mbara Xwe, lê kayê wê bi agirê ku natemire bişewitîne».

[18] Awa Yûh’enna bi gelek tiştêd din jî xelq şîret dikir û Mizgînî dida.

[19] Lê gava Yûh’enna li Hêrodesê serwêr jî hilat bona Hêrodîya jina birê wî û h’emû xirabîyêd ku wî dikirin,

[20] hingê Hêrodes ser van kirinada ev neheqî jî kir, ku Yûh’enna avîte kelê.

[21] Gava h’emû cime’t dihate nixumandinê, Îsa jî hate nixumandinê. Wê demê ku dua dikir, e’zman vebû

[22] û R’uh’ê Pîroz bi bedenî mîna kevotkekê ser Wî danî û dengek ji e’zmên hat û got: «Tu kur’ê Minî delal î, ku Ez ji Te r’azî me».

[23] Îsa nêzîkî sî salî bû, gava Ewî dest bi k’arê Xwe kir û wan t’irê Ew kur’ê Ûsiv bû, Ûsivê Elî,

[24] Elîyê Metat, Metatê Lêwî, Lêwîyê Melk’ê, Melk’êyê Yannay, Yannayê Ûsiv,

[25] Ûsivê Metîtîya, Metîtîyayê Amos, Amosê Nehûm, Nehûmê Heslî, Heslîyê Necay,

[26] Necayê Mehat, Mehatê Metîtîya, Metîtîyayê Şêmeyîn, Şêmeyînê Yûsêx, Yûsêxê Yoda,

[27] Yodayê Yûhenan, Yûhenanê R’êşa, R’êşayê Zerûbabel, Zerûbabelê Şaltîyêl, Şaltîyêlê Nerî,

[28] Nerîyê Melk’ê, Melk’êyê Êdî, Êdîyê Qosam, Qosamê Êlmedam, Êlmedamê Er,

[29] Erê Yêşû, Yêşûyê Êlîyazêr, Êlîyazêrê Yorîm, Yorîmê Metat, Metatê Lêwî,

[30] Lêwîyê Şimh’ûn, Şimh’ûnê Cihûda, Cihûdayê Ûsiv, Ûsivê Yonam, Yonamê Êlyaqîm,

[31] Êlyaqîmê Melyo, Melyoyê Mena, Menayê Metîtîya, Metîtîyayê Nat’an, Nat’anê Dawid,

[32] Dawidê Yêşa, Yêşayê Ovêd, Ovêdê Bowaz, Bowazê Selmon, Selmonê Nehşon,

[33] Nehşonê Amînadav, Amînadavê Admîn, Admînê Aram, Aramê Hesrûn, Hesrûnê Pêrês, Pêrêsê Cihûda,

[34] Cihûdayê Aqûb, Aqûbê Îshaq, Îshaqê Birahîm, Birahîmê Têrah, Têrahê Nehor,

[35] Nehorê Serûx, Serûxê R’êwo, R’êwoyê Pêlêg, Pêlêgê Eber, Eberê Şelah,

[36] Şelahê Qênan, Qênanê Arpexşad, Arpexşadê Sam, Samê Nuh, Nuhê Lamex,

[37] Lamexê Metûşela, Metûşelayê Henox, Henoxê Yarêd, Yarêdê Mahalalêl, Mahalalêlê Qênan,

[38] Qênanê Enoş, Enoşê Sêt’, Sêt’ê Adem û Ademê Xwedê.

Lûqa — Chapters