Skip to content
Opens in a new window

Lûqa 12

Listen to this chapter • 9:46

[1] Wî çaxî, gava bi h’ezara merî civîyan, usa ku ser hevr’a derbaz dibûn, Ewî pêşîyê destpêkir şagirtêd Xwer’a got: «H’evza xwe ji hevîrtir’şkê fêrisîya bikin, Ez tînime ser dur’ûtîya wan.

[2] Tiştekî dizîva t’une ku derneyê û ne jî veşartî ku k’ifş nebe.

[3] We çi te’rîyêda gotîye, ewê r’onayêda bê bihîstinê û we çi li malê guhada xeber daye, ewê ser bana bibe dengî.

[4] Ez we pismamêd Xwer’a dibêjim, ji wana netirsin, yêd ku bedenê dikujin, ji wê pêştir tiştekî din nikarin bikin.

[5] Lê Ezê wer’a bêjim, ku hûn ji k’ê bitirsin. Ji Wî bitirsin, Yê ku pey kuştinêr’a jî h’ukumê Wî heye bavêje ce’nimê. Belê, Ez wer’a dibêjim ji Wî bitirsin!

[6] Ne pênc ç’ivîk bi du diravêd çarqur’ûşê têne firotanê? Lê Xwedê ji wan yekî jî bîr nake.

[7] Usa jî her t’êlekî p’or’êd serê we jimartî ye. Netirsin, hûn ji gelek ç’ivîka qîmettir in.

[8] Ez wer’a dibêjim, k’î ku ber meriva Min îqrar ke, Kur’ê Mêriv jî wê wî ber milyak’etêd Xwedê îqrar ke.

[9] Û k’î ku Min ber meriva înk’ar ke, ewê jî ber milyak’etêd Xwedê bê înk’arkirinê.

[10] Û k’î ku tiştekî miqabilî Kur’ê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê. Lê k’î ku gotineke xirab miqabilî R’uh’ê Pîroz bêje, li wî nayê baxşandinê.

[11] Û gava we bibine k’inîşta yan ber h’akim yan serwêrêd h’ukumetê, hûn xem nekin ku hûnê çawa caba xwe bidin yan çi bêjin.

[12] Çimkî R’uh’ê Pîroz ewê demê wê we hîn ke, çi lazim e ku hûn bêjin».

[13] Ji nava e’laletê yekî Wîr’a got: «Dersdar, bêje birê min, bira mîrat’a bavê min minr’a p’areveke».

[14] Ewî wîr’a got: «Heval, k’ê Ez ser we h’akim yan jî p’arkir k’ifş kirime?»

[15] Û gote wan: «Haş ji xwe hebin û h’evza xwe ji her cûr’e timayê bikin, çimkî e’mirê însên zêdebûna hebûka wîva girêdayî nîne».

[16] Ewî meselek jî wanr’a got: «Zevîya merivekî dewletî gelek ber da.

[17] Û ewî dilê xweda got: ‹Ez çawa bikim? Cî jî t’une ku deremeta xwe têkimê›.

[18] Û got: ‹Ezê aha bikim, e’mbarêd xwe hilşînim û hê yêd mezin çêkim, h’emû deremet û hebûka xwe jî bikime wir.

[19] Û xwexa xwer’a bêjim: E’vdo! Te bona xwe t’êra gelek sala, gelek hebûk daye ser hev, r’ûnê bixwe, vexwe û şa be›.

[20] Lê Xwedê gote wî: ‹Bêfe’mo! Îşev r’uh’ê teyê ji te bê standinê. Ev hebûka te berev kirîye wê k’êr’a bimîne?›

[21] Usa jî wê bê serê her kesî, yê ku bona xwe xiznê t’op dike û pê Xwedê dewletî nabe».

[22] Hingê Ewî şagirtêd Xwer’a got: «Lema Ez wer’a dibêjim, bona e’mirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin, ne jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin.

[23] Çimkî e’mir ji xwarinê qîmettir e û beden jî ji k’inca.

[24] Dîna xwe bidine qar’qar’a, ne dir’eşînin, ne didirûn û ne jî e’mbar yan k’îlerêd wan hene, lê Xwedê r’isqê wan digihîne. Hûn çiqasî ji teyreda qîmettir in!

[25] Îdî ji we k’î dikare bi xemêd xwe deqekê ser e’mirê xweda zêde ke ?

[26] Heger hûn wî tiştê herî biç’ûk nikarin bikin, îdî çima bona tiştêd mayîn xem dikin?

[27] Dîna xwe bidine sosina, çawa şîn dibin, ne dixebitin û ne dir’êsin. Ez wer’a dibêjim, ku Silêman jî nava t’emamîya wê xêr-xizna xweda mîna ji wan yekê xwe nekir.

[28] Heger gîhayê çolê, ku îro heye û sibê davêjine nava êgir, Xwedê usa dixemilîne, lê çiqas zêde wê li we ke, kêmbawerno?

[29] Li van tişta neger’in, ku hûnê çi bixwin yan çi vexwin. Ber xwe nek’evin.

[30] Çimkî p’ûtp’aristêd dinyayê li pey wan h’emû tişta dik’evin, lê Bavê we zane ku hûn h’ewcê wan tişta ne.

[31] Lê ber wêva hûn li P’adşatîya Wî biger’in û ewê wer’a bêne dayînê.

[32] Netirse, kerîyê pêzî biç’ûk! Çimkî li Bavê we xweş hat, ku p’adşatîyê bide we.

[33] Hebûka xwe bifiroşin û xwer’a xêra bikin. Xwer’a k’îsikê ku nar’ize û xizna e’zmanaye ku kêm nabe qazinc kin. Li wê derê ne dizê nêzîk bê û ne jî wê bizûzê bixwe.

[34] Çimkî xizna we k’îderê be, dilê weyê jî li wê derê be.

[35] Bira pişta we girêdayî û ç’irêd we vêxistî bin.

[36] Hûn mîna wan meriva bin, yêd ku hîvîya axayê xwe ne, ku ewê k’engê ji de’watê veger’e, ku çaxê bê dêrî xe, pêr’a-pêr’a r’abin dêrî vekin.

[37] Xwezî li wan xulama, ku çaxê axayê wan bê, wan h’işyar bibîne. Ez r’ast wer’a dibêjim, ewê pişta xwe girêde, wan ser sifrê bide r’ûniştandinê û berdestîyê wanr’a bike.

[38] Û heger axayê wan nîvê şevê yan jî berbanga sibehê bê û wan usa bibîne, ew xulamana xwezilî ne.

[39] Lê hûn vê yekê bizanibin, heger xweyê malê bizanibûya ku dizê k’îjan sih’etê bihata, wê nehişta ku mala wî derevekira.

[40] Awa hûn jî hazir bin, çimkî ew sih’eta ku dilê wer’a derbaz nabe, Kur’ê Mêriv wê bê».

[41] Petrûs got: «Xudan, eva mesela te t’enê bona me got yan bona h’emûya?»

[42] Xudan got: «K’î ye ew wek’îlxercê amin û serwaxt, ku axayê wî, wê wî ser xulamêd xwe serwêr k’ifş ke, ku wextda xwarina wan bide wan.

[43] Xwezî li wî xulamî, ku çaxê axayê wî bê, ewî usa bibîne.

[44] Ez r’ast wer’a dibêjim, ewê wî bike serwêrê t’emamîya hebûka xwe.

[45] Lê heger ew xulam dilê xweda bêje: ‹Axayê min hatina xwe derengî dêxe› û destpêke li xulam û carîya xe, bixwe, vexwe û serxweş be,

[46] axayê wî xulamî wê r’ojeke usa bê, ku ew ne hîvîyê ye û sih’eteke usa, ku ew nizane. Wê wî qet-qetî ke û p’ara wî t’evî p’ara bêamina ke.

[47] Û ew xulamê ku xwestina axayê xwe zane û k’arê xwe nake, ne jî li gora xwestina wî dike, wê gelekî bê k’utanê.

[48] Lê ewê ku ji nezanîya xwe tiştekî hêjayî k’utanê dike, wê hindikî bê k’utanê. K’êr’a gelek hatîye dayînê, gelek jî wê jê bê xwestinê û k’êr’a gelek hatîye spartinê, cabdarîya wî jî wê gelek be.

[49] Ez hatim, wekî êgir bavêjime ser dinê û Min çawa dixwest wekî îdî alav bida.

[50] Lê nixumandineke Min heye, ku Ez gerekê pê bême nixumandinê û dilê Min qet ne r’ih’et e h’eta ku ew bê sêrî.

[51] We t’irê Ez hatim e’dilayîyê bidime dinê? Ez wer’a dibêjim na, lê bona cudebûnê.

[52] Ji vir şûnda malekêda pênc merivê ji hev cude bin, sisê wê miqabilî duda bin, dudu miqabilî sisîya.

[53] Bavê r’abe miqabilî kur’, kur’ jî bavê, dê qîzê, qîz jî dê, xwesî bûkê û bûk jî xwesîyê».

[54] Û Ewî e’laletêr’a jî got: «Çaxê ji r’oavayê e’wr dertê, hûn destxweda dibêjin: ‹Baranê bibare› û usa jî dibe.

[55] Û gava bayê başûrê tê, hûn dibêjin: ‹Hewayê germ be› û usa dibe.

[56] Dur’ûno! Hûn r’ûyê e’zmên e’nene dikin hewayê çawa be, lê çawa vî zemanî e’nene nakin?

[57] Hûn çima xwexa nadine li ber h’esaba, ku k’îjan e r’ast?

[58] Çaxê neyarê te te k’aşî cem h’akim dike, usa bike, ku r’êva t’evî wî li hev bêyî. Nebe ew te bide destê h’akim, h’akim jî te bide destê seresker û ew jî te bavêje kelê.

[59] Ez ter’a dibêjim, tu ji wir t’u car dernak’evî h’eta polê paşin nedî».

Lûqa — Chapters