Lûqa 14
[1] R’ojeke şemîyê Îsa bona nanxwarinê çû mala serwêrekî fêrisîya. Wana ç’e’vê xwe ji ser Wî nedibir’î.
[2] Li wir pêşberî Wî merivekî bi nexweşîya avzê hebû.
[3] Îsa ji qanûnzan û fêrisîya pirsî û got: «R’oja şemîyê qenckirin cayîz e yan na?»
[4] Wana dengê xwe nekir. Hingê Ewî nexweş girt, qenc kir û ver’êkir.
[5] Paşê Ewî wanr’a got: «Ji we k’îjan e, heger kur’ê wî yan gayê wî bik’eve bîrê, r’oja şemîyê pêr’a-pêr’a dest nevêjê dernexe?»
[6] Nikaribûn caba vê pirsa Wî bidana.
[7] Û gava Ewî dît, wekî merivêd t’eglîfkirî çawa xwe cîyê jorin digirtin, meselek wanr’a got:
[8] «Gava yek te gazî de’watê dike, cîyê jorin r’ûnenî, nebe ku yekî ji te qedirtir jî alîyê wîda t’eglîfkirî be,
[9] û xweyê de’watê, awa gotî t’eglîfkirîyê we her duya, bê ter’a bêje: ‹K’erema xwe cî bide filan kesê›. Hingê tê ji şerma xwe r’abî cîyê jêrin r’ûnêyî.
[10] Lê çaxê te t’eglîf dikin, her’e cîyê jêrin r’ûnê, ku çaxê xweyê de’watê bê ter’a bêje: ‹Pismam, k’erem ke, derbazî jorê be!› Hingê qedirê teyê ber ç’e’vê h’emû r’ûniştîya bilind be.
[11] Awa her kesê ku xwe bilind ke, wê nimiz be û k’î ku xwe nimiz ke, wê bilind be».
[12] Û Îsa t’eglîfkirîyê Xwer’a got: «Çaxê tu firavînê yan şîvê datînî, gazî heval-hogir, bira-pismam yan jî der-cînarêd xweye dewletî neke, nebe ew jî te t’eglîf kin û qencîya te li te veger’înin.
[13] Lê gava tu xwarinekê datînî, gazî feqîr, seqet, yêd dikulin û kora ke.
[14] Hingê tê xwezilî bî, çimkî ewana nikarin qencîya te li te veger’înin, lê belê R’oja R’abûna r’astaye ji mirinê wê li te bê veger’andinê».
[15] Gava ji hazira yekî ev yek bihîst, Wîr’a got: «Xwezî li wî, ku P’adşatîya Xwedêda nên bixwe».
[16] Lê Îsa wîr’a got: «Merivekî şayîke giran hazir kir û gelek merî t’eglîf kirin.
[17] Gava wextê şayîyê pêr’a gihîşt, ewî xulamê xwe şand, ku h’emû t’eglîfkirîyar’a bêje: ‹Her tişt îdî hazir e, k’erem kin werin›.
[18] Lê her yekî destpêkir me’nî girt. Yê pêşin wîr’a got: ‹Min xwer’a e’rd k’ir’îye, ez e’seyî gerekê her’im bibînim. Ez hîvî ji te dikim, min bibaxşîne›.
[19] Û yê din got: ‹Min pênc cot ga k’ir’îne, ez diçim ku wan bicêr’ibînim. Ez hîvî ji te dikim, min bibaxşîne›.
[20] Yê sisîya jî got: ‹Ez zewicîme, lema nikarim bêm›.
[21] Û ew xulam veger’îya hat, ev h’emû axayê xwer’a gilî kirin. Hingê axa hêrs k’et, xulamê xwer’a got: ‹Zû her’e meydan û k’ûçêd bajêr, feqîra, qopa, seqeta û kora t’op ke bîne vir›.
[22] Peyr’a xulêm gotê: ‹Axayê min, te çawa e’mir kir, min usa jî kir, lê dîsa cî heye›.
[23] Û axê xulêmr’a got: ‹Derk’eve serê r’ê û dirba, zorê li her kesî bike bîne vir, ku mala min t’ijî be.
[24] Ez wer’a dibêjim, ku ji wan merivêd t’eglîfkirî t’u kes ji şayîya min wê tiştekî te’m neke›».
[25] Pey vê yekêr’a e’laleteke giran t’evî Îsa diçû û Ew ser wanda veger’îya û got:
[26] «Heger yek pey Min bê û Min ji dê û bavê xwe, ji jin û zar’êd xwe, ji xûşk û birayêd xwe û usa jî ji xwe ze’ftir h’iz neke, nikare bibe şagirtê Min.
[27] Û k’î ku xaçê xwe hilnede pey Min neyê, ew nikare bibe şagirtê Min.
[28] Ji we k’îjan e, ku bixwaze bilindcîke nobedara çêke, pêşîyê r’ûnenî nede ber h’esêb, gelo qewata wîyê bigihîjê bîne sêrî yan na?
[29] Nebe ku h’îmê wê dayne û nikaribe bîne sêrî, yêd ku bibînin lê bik’enin
[30] û bêjin: ‹Evî merivî destpêkir çêke û nikaribû banîya sêrî›.
[31] Yan jî k’îjan p’adşa p’adşakîr’a derê şêr’, pêşîyê r’ûnenî neşêwire, gelo wê bikaribe bi dehe h’ezara ber yekî ku bi bîst h’ezarî tê ser wî bike şer’?
[32] Heger ew pê nikare, gava hê dûr e wê qasidê xwe bişîne, bona lihevhatinê hîvî jê bike.
[33] Awa ji we her kes, k’î ku destê xwe ji t’emamîya hebûna xwe nek’işîne, ew nikare bibe şagirtê Min.
[34] Xwê tiştekî qenc e. Lê heger ew te’ma xwe unda ke, paşê ewê bi çi te’mê bistîne?
[35] Ne wê dewsa xwelîyê bigire û ne jî dewsa p’eyn. Wê bavêjine wêda. Guhê k’êyî bihîstinê heye bira bibihê».