Lûqa 18
[1] Îsa meselek bona wê yekê şagirtar’a got, wekî her gav dua bikin û aciz nebin
[2] û got: «Bajarekîda h’akimek hebû, ew ne ji Xwedê ditirsîya û ne jî minet ji mêriv dikir.
[3] Wî bajarîda jinebîk jî hebû, her gav dihate cem wî û digot: ‹Heqîyê bike, min ji destê neyarê min xilaz ke›.
[4] H’akim gelek wext guh nedida wê, lê paşê xwexa xwer’a got: ‹Ez ji Xwedê natirsim û ji mêriv jî minetê nakim,
[5] lê bona xatirê wê yekê, ku eva jinebîya tê ze’metê dide min, ezê heqîyê jêr’a bikim, ku her gav neyê min aciz neke›».
[6] Û Xudan got: «Bibihên ku h’akimê ner’ast çi got.
[7] Gelo Xwedê jî bijartîyêd Xwer’a wê heqîyê neke, yêd ku şev û r’oj hewara xwe Wî datînin? Yan Ewê caba wan derengî bêxe?
[8] Ez wer’a dibêjim, wê destxweda heqîyê bike. Lê gava Kur’ê Mêriv bê, gelo ser dinê wê bawerîyê bibîne?»
[9] Ev mesele jî wanr’a got, yêd ku xwexa xweda guman bûn, yançîye ewe r’ast in û h’emûyêd mayîn ber tiştekî h’esab nedikirin.
[10] «Du merî hilk’işîyane p’aristgehê, ku dua bikin. Yek fêrisî bû, yek jî xercgir.
[11] Ewê fêrisî t’enê sekinîbû xweda guman bi vî cûr’eyî dua dikir: ‹Xwedêyê min, şikirdar im, ku ez ne mîna wan meriva me, yêd ku t’alanîyê, neheqîyê, zinêk’arîyê dikin û ne jî mîna vî xercgirî me.
[12] Lê ez h’eftîyê du cara r’ojî digirim û dehekê ji h’emû k’ara xwe jî didim›.
[13] Lê ewî xercgir dûr sekinîbû, r’ûyê wî nedigirt li e’zmên jî binihêr’îya, sîngê xwe dixist û digot: ‹Xwedê, li min gunek’arî were r’e’mê›.
[14] Ez wer’a dibêjim, ku ev xercgira r’asth’esabbûyî çû mala xwe, ne ku yê din. Awa her kesê ku xwe bilind ke, wê nimiz be, lê k’î ku xwe nimiz ke, wê bilind be».
[15] T’ifal jî anîne cem Îsa, ku destê Xwe dayne ser wan. Gava şagirta ev yek dît, li yêd danîn hilatin.
[16] Lê Îsa gazî zar’oka kir û got: «Bira ew zar’ok bêne cem Min, pêşîya wan negirin, çimkî P’adşatîya Xwedê p’ara yêd aha ye.
[17] Ez wer’a r’ast dibêjim, k’î P’adşatîya Xwedê mîna zar’okekê qebûl neke, ew t’u car nak’eve nava wê».
[18] Serwêrekî ji Wî pirsî û got: «Dersdarê qenc, ez çi bikim, wekî jîyîna h’eta-h’etayê war bim?»
[19] Îsa wîr’a got: «Tu çima Minr’a dibêjî qenc? Qenc t’enê Xwedê ye, pêştirî Wî kesekî din t’une.
[20] Tu t’emîya zanî: ‹Zinêk’arîyê neke, nekuje, nedize, şe’detîya derew nede, qedirê dê û bavê xwe bigire› ».
[21] Ewî jî got: «Ev h’emû jî min ji cahiltîya xweda xwey kirine».
[22] Gava Îsa ev yek bihîst, wîr’a got: «Tiştekî te hê kêm e, her tiştê xwe bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li e’zmana hebe. Û pey Min were».
[23] Gava ewî ev yek bihîst, eşqa wî şkest, çimkî gelekî dewletî bû.
[24] Îsa dît ku beşera wî nexweş e, got: «Çiqasî ze’met e bona yêd xweyîhebûk ku bik’evine P’adşatîya Xwedê.
[25] Deve wê qula derzîyêr’a hê r’ih’et derbaz be, ne ku dewletî bik’eve P’adşatîya Xwedê».
[26] Ewêd ku dibihîstin, gotin: «Îdî k’î dikare xilaz be?»
[27] Û Îsa got: «Ew tiştê ku ji destê mêriv nayê, Xwedê dikare bike».
[28] Petrûs got: «Awa me her tiştêd xwe hiştine û pey Te hatine».
[29] Ewî wanr’a got: «Ez r’ast wer’a dibêjim, her kesê ku bona P’adşatîya Xwedê mal, yan jin û zar’, yan xûşk û bira, yan dê û bav hiştibe,
[30] wê vê dinê hê zêde bistîne û dinya dinda jî jîyîna h’eta-h’etayê».
[31] Ewî her donzdeh dane alîkî û wanr’a got: «Bibihên! Em hevraz diçine Orşelîmê û h’emû tiştêd ku bi destê p’êxembera bona Kur’ê Mêriv hatine nivîsarê, wê bêne sêrî.
[32] Ewê bik’eve destê necihûya, wê qerfê xwe lê bikin, bêhurmet kin, t’ûkinê,
[33] bidine ber qamçîya, Wî bikujin. Û r’oja sisîya wê ji mirinê r’abe».
[34] Şagirta t’u tişt ji van xebera fe’m nekirin. Ev yek ji wan veşartî bû û ev gotin serê wanda r’ûnedinişt.
[35] Gava Ew nêzîkî Erîhayê bû, yekî kor li ser r’ê r’ûniştî p’ars dikir.
[36] Û gava bihîst ku e’lalet ber wîr’a derbaz dibe, pirsî: «Ev çi h’ewal e?»
[37] Wîr’a gotin: «Îsayê Nisretê derbaz dibe».
[38] Hingê ewî kire qîr’în û got: «Îsa, Kur’ê Dawid, li min were r’e’mê!»
[39] Û yê ku pêşîyê diçûn, li wî hilatin, ku dengê xwe bibir’e, lê ewî hê dikire qîr’în: «Kur’ê Dawid, li min were r’e’mê!»
[40] Îsa cîda sekinî û e’mir kir, ku ewî bînine cem Wî. Û gava kor nêzîkî Wî bû, ji wî pirsî û got:
[41] «Tu çi ji Min dixwazî ku Ez bona te bikim?» Ewî got: «Xudan, dixwazim ç’e’vêd min bibînin».
[42] Û Îsa wîr’a got: «Bira bibînin, bawerîya te tu qenc kirî!»
[43] Û destxweda ç’e’vêd wî dîtin, da pey Îsa çû û şikirî dida Xwedê. T’emamîya wê cime’tê ku ev yek dît, pesinê Xwedê didan.