Skip to content
Opens in a new window

Lûqa 17

Listen to this chapter • 5:25

[1] Îsa şagirtêd Xwer’a got: «Nabe ku sebebîya jir’êk’etinê t’unebe, lê wey li wî, ku bibe sebebê vê yekê.

[2] Wîr’a hê qenc e, ku beraşek stûyê wîva bê girêdan û avîtinê nava be’rê, ne ku ji vanêd biç’ûk yekî ji r’ê derxe.

[3] Haş ji xwe hebin! Heger birê te guna bike, lê hilê, heger ser kirina xwe p’oşman be, wî bibaxşîne.

[4] Û heger nava r’ojêda h’eft cara neheqîyê li te bike û veger’e, ter’a bêje: ‹Ez t’obe dikim›, wî bibaxşîne».

[5] Şandîya Xudanr’a got: «Bawerîya me zêde ke».

[6] Xudan got: «Heger bawerîya we weke h’ebeke t’oximê xerdalê hebe û vê dara t’ûtêr’a bêjin: ‹Ji vir r’abe û be’rêda daç’ike›, ewê ya we bike.

[7] Ji we k’îjan e, ewê ku xulamekî wîyî cotk’ar yan şivan hebe, gava ew ji k’ewşên bê, wîr’a bêje: ‹Bilezîne k’erem ke ser sifrê›?

[8] Wê pêşîyê jêr’a nebêje: ‹Şîva min hazir ke, pişta xwe girêde û berdestîyê minr’a bike. Ez bixwim û vexwim, paşê jî tu bixwe û vexwe›?

[9] Gelo bona ew tiştêd ku xulêmr’a hatine e’mirkirinê û wî kirine, axayê wî wê jêr’a bêje: ‹Ze’f r’azî me›?

[10] Usa jî hûn, gava ew h’emû tiştêd ku wer’a hatine e’mirkirinê bikin, bêjin: ‹Em xulamêd bêkêr in. Çi ku li me dik’et, me ew kir›».

[11] Gava Îsa berbi Orşelîmê diçû, nava Sameryayê û Celîlêr’a derbaz dibû.

[12] Çaxê Ew dik’ete gundekî, dehe merivêd k’otî r’astî Wî hatin dûr sekinîn

[13] û bi dengê bilind gotinê: «Îsayê mamosta, li me were r’e’mê».

[14] Û gava Îsa ew dîtin, wanr’a got: «Her’in xwe nîşanî k’ahîna kin». Û çaxê ew hê diçûn, paqij bûn.

[15] Lê gava ji wan yekî dît ku ew paqij bûye, paşda veger’îya, bi dengekî bilind şikirî dida Xwedê.

[16] Ewî xwe dever’û avîte ber nigêd Îsa û r’azîbûn dida Wî. Ew samerî bû.

[17] Hingê Îsa got: «Ne her dehe jî paqij bûn, lê k’anê ne her nehêd din?

[18] Çima pêştirî evî merivê xerîb kesek ji wan veneger’îya, ku bihata şikirî bida Xwedê?»

[19] Û wîr’a got: «R’abe her’e. Bawerîya te tu qenc kirî».

[20] Gava fêrisîya ji Îsa pirsî, P’adşatîya Xwedê wê k’engê bê, Ewî li wan veger’and û got: «P’adşatîya Xwedê aşkere nayê.

[21] Ne jî wê bêjin: ‹Va ye vir e!› yan jî: ‹Wê dera han e!› Çimkî P’adşatîya Xwedê nava weda ye».

[22] Û şagirtêd Xwer’a got: «Wê r’ojê bên, ku hûnê h’izreta r’ojeke Kur’ê Mêriv bin, lê nabînin.

[23] Û heger wer’a bêjin: ‹Va ye vir e!› yan: ‹Dera han e!› pey nek’evin neçin.

[24] Çimkî çawa birûsk ji alîkî e’zmên birq dide û t’emamîya e’zmên r’onayî dike, Kur’ê Mêriv jî wê r’oja xweda usa be.

[25] Lê pêşîyê gerekê Ew gelekî cefa bik’işîne û ji vî miletî bê t’exsîrkirinê.

[26] Çawa r’ojêd Nuhda diqewimîn, usa jî wê r’ojêd Kur’ê Mêrivda biqewimin.

[27] Hingê dixwarin, vedixwarin, dizewicîn û mêr dikirin, h’eta wê r’oja ku Nuh k’ete gemîyê, lêyî r’abû qir’a h’emûya anî .

[28] Û usa jî çawa r’ojêd Lûtda bûn, dixwarin, vedixwarin, dik’ir’în, difirotin, dir’eşandin û çêdikirin.

[29] Lê ew r’oja ku Lût ji Sodomê derk’et, agir û k’irk’ût ji e’zmên barî, qir’a h’emûya anî .

[30] Ew r’ojê jî wê usa be, gava Kur’ê Mêriv k’ifş be.

[31] Wê r’ojê k’î ser xênî ye û hebûka wî jî malda ye, bira jorda neyê, ku tiştekî hilde û ewê li k’ewşên e, bira paşda veneger’e.

[32] Jina Lût bînine bîra xwe .

[33] K’î ku dixwaze e’mirê xwe xilaz ke, wê unda ke, lê k’î ku e’mirê xwe unda ke, wê xilaz ke.

[34] Ez wer’a dibêjim, wê şevê heger du merî nivînekêda bin, yekê bê hildanê, yekê bê hiştinê.

[35] Û heger du k’ulfet ser destar’ekî bin, yekê bê hildanê û ya din bê hiştinê» .

[37] Wana lê veger’and û gotin: «Xudan, evê li k’îderê bibe?» Ewî ji wanr’a got: «Beret’e li k’u hebe, teyrê jî li wir bicivin».

Lûqa — Chapters