Skip to content
Opens in a new window

Lûqa 10

Listen to this chapter • 7:04

[1] Pey vê yekêr’a Xudan h’eftê du şagirtêd din jî k’ifş kirin û ewana dudu-dudu pêşîya Xweva şandine wan cî û bajara, k’îderê Xwexa wê biçûyayê

[2] û wanar’a got: «Nandirûn gelek e, lê p’ale hindik in. Awa hîvî ji Xweyê nandirûnê bikin, wekî p’ala nandirûna Xwer’a bişîne.

[3] Her’in, Ez va we mîna berxa dişînime nava gura.

[4] Xwer’a ne k’îsik hildin, ne tûrik, ne jî çarixa. Û r’êva silavê nedine t’u kesî,

[5] çi mala ku hûn her’inê, pêşîyê bêjin: ‹E’dilayî vê malêr’a›.

[6] Û heger li wir merivekî hêjayî e’dilayîyê hebe, e’dilayîya weyê li ser wî bimîne. Lê heger t’unebe, wê li we veger’e.

[7] Û wê malêda bimînin, çi xwarinê jî bidine we, ewê jî bixwin û vexwin, çimkî p’ale hêjayî heqê xwe ye. Û mal bi mal neger’in.

[8] K’îjan bajarê ku hûn her’inê û we qebûl kin, çi daynine ber we, bixwin.

[9] Nexweşêd navda qenc kin û wanr’a bêjin: ‹P’adşatîya Xwedê nêzîkî we bûye›.

[10] Lê ew bajarê ku hûn her’inê û we qebûl nekin, derêne meydana û bêjin:

[11] ‹Em wê t’oza ku ji bajarê we nigêd meva girtîye jî li ser weda dawdişînin. Lê vê yekê bizanibin ku P’adşatîya Xwedê nêzîkî we bûye›.

[12] Ez ji wer’a dibêjim, R’oja Axretê h’alê Sodomê wê ji ya wî bajarî çêtir be .

[13] Wey li te Xorazîn! Wey li te Beytsayda! Heger ew k’eremetêd ku nava weda bûn, Sûr û Saydayêda bibûna, ewanayê zûva bi k’urx nav k’ozîyêda r’ûniştî t’obe bikirana.

[14] Lê R’oja Axretê h’alê Sûr û Saydayê wê ji h’alê we çêtir be.

[15] Û tu Kefernahûm, te t’irê tê h’eta e’zmên bilind bî? Lê tê h’eta dîyarê mirîya her’î xwarê!

[16] Ewê guhdarîya we dike, guhdarîya Min dike û ewê we t’exsîr dike, Min t’exsîr dike, lê ewê Min t’exsîr dike, yê ku Ez şandime t’exsîr dike».

[17] Ew h’eftê du şagirt bi eşq û şa veger’îyan û gotin: «Xudan, cin jî saya navê Te êlimî me dibûn».

[18] Ewî wanar’a got: «Min mîrêcin dît, çawa birûska ji e’zmên jorda k’etî.

[19] Awa Min h’ukum daye we, ku hûn me’r û dûp’işka û t’emamîya qewata dijmin p’êpeskin û qet t’u tiştê zirarê nede we.

[20] Lê bi wê yekê şa nebin ku cin êlimî we dibin, lê şa bin, ku navêd we li e’zmana nivîsar e».

[21] Wî çaxî Ew bi R’uh’ê Pîroz şa bû û got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê e’rd û e’zman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zar’a vekir. Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat.

[22] Her tişt ji Bavê Min Minr’a hatîye dayînê. Kesek nizane Kur’ k’î ye, pêştirî Bavê û kesek nizane Bav k’î ye, pêştirî Kur’ û yêd ku Kur’ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê».

[23] Û wê gavê ser şagirtêd Xweda veger’îya û wanar’a başqe got: «Xwezî li wan ç’e’va, çi ku hûn dibînin ew jî dibînin.

[24] Çimkî Ez wer’a dibêjim, ku gelek p’êxember û p’adşa xwestin ew tiştêd ku hûn dibînin bidîtana, lê nedîtin û ew tiştêd ku hûn dibihên bibihîstana, lê nebihîstin».

[25] Hingê qanûnzanek r’abû Ew cêr’iband û got: «Dersdar, ez çi bikim, wekî jîyîna h’eta-h’etayê bistînim?»

[26] Ewî jî wîr’a got: «Qanûnêda çi nivîsar e? Tu çawa dixûnî?»

[27] Ewî lê veger’and û got: «‹Xudan Xwedêyê xwe h’iz bike, bi t’emamîya dilê xwe, bi t’emamîya canîya xwe, bi t’emamîya qewata xwe û bi t’emamîya h’işê xwe› , ‹hevalê xwe jî weke xwe h’iz bike› ».

[28] Û Îsa wîr’a got: «Te r’ast got. Usa bike û tê bijîyî».

[29] Lê ewî xwest xwe r’ast derxe, Îsar’a got: «Hevalê min k’î ye?»

[30] Îsa lê veger’and û got: «Merivek hebû, ew ji Orşelîmê berjêrî Erîhayê dibû. Ew k’ete destê qaçaxa û wana ew te’zî kir, k’utan û nîvkuştî hiştin çûn.

[31] Usa qewimî ku k’ahînek wê r’êda dihat. Gava ew dît, berr’a derbaz bû çû.

[32] Usa jî yekî lêwî hat, gihîşte wî cîyî, li wî nihêr’î, berr’a derbaz bû çû.

[33] Paşê r’êwîkî samerî hat. Gava ew dît, gunê wî lê hat.

[34] Ew nêzîkî wî bû, bizir û şerav li birînêd wî xistin, p’êç’a û ew danî ser k’erk’edanê xwe bire mêvanxanê û bona wî xem kir.

[35] R’oja dinê du zîv derxistin dane xweyê mêvanxanê û got: ‹Xweyîtîyê li vî bike, tu çi jî ser wî zêde xerc kî, gava ez veger’îyam, ezê li te veger’înim›.

[36] Niha t’exmîna te, ji wan hersêka k’îjan bû hevalê wî merivê ku k’ete destê qaçaxa?»

[37] Ewî jî got: «Ewê ku gune lê anî». Îsa wîr’a got: «Her’e tu jî usa bike».

[38] Çaxê r’êk’etin çûn, Îsa k’ete gundekî. K’ulfetek ku navê wê Mert’a bû Ew bire mala xwe.

[39] Xûşkeke wê jî hebû, navê wê Meryem. Ewa ber nigêd Xudan r’ûniştibû û guhdarîya xeberêd Wî dikir.

[40] Mert’a jî ku gelek t’ivdarekdîtinêva gîro bû, hat sekinî û Îsar’a got: «Xudan, qet xema Te nîne ku xûşka min nava vê t’ivdarekdîtinêda ez t’enê hiştime? Bêje wê ku alî min bike».

[41] Xudan lê veger’and û gotê: «Mert’a, Mert’a, tu bona gelek tişta xema dikî û t’evîhev dibî.

[42] Lê t’enê tiştek lazim e, ew p’ara qenc jî Meryemê xwer’a bijart û ji wê nayê standinê».

Lûqa — Chapters