Lûqa 15
[1] Awa h’emû xercgir û gunek’ar nêzîkî Wî dibûn, ku guhê xwe bidana ser gotinêd Wî.
[2] Lê fêrisî û qanûnzana bîna xwe teng dikir û digotin: «Eva gunek’ara qebûl dike û t’evî wan nan dixwe».
[3] Û Îsa eva mesela wanr’a got:
[4] «Ji we k’î ye ew merî, ku sed pezêd wî hebin û gava yekî ji wan unda ke, nod neha çol û besta nehêle û pey ya undabûyî nek’eve, h’eta ku wê bibîne?
[5] Û gava bibîne, wê ji şabûna dayne ser milê xwe,
[6] veger’e malê, gazî der û cînara ke û wanr’a bêje: ‹T’evî min şa bin! Min peza xweye undabûyî dît›.
[7] Ez wer’a dibêjim, usa jî li e’zmên bona gunek’arekî ku t’obe dike, hê wê bibe şabûneke mezin, ne ku bona nod nehêd r’ast, k’îjanar’a t’obekirin ne h’ewce ye.
[8] Yan k’îjan e ew k’ulfeta ku dehe zîvêd wê hebin û gava yekî ji wan unda ke, wê ç’irê vênexe, malê gêzî neke û qenc lê nager’e, h’eta ku zîvê xwe bibîne?
[9] Û çaxê ew bibîne, wê gazî der û cînara ke û wanr’a bêje: ‹T’evî min şa bin! Min zîvê xweyî undakirî dît›.
[10] Ez wer’a dibêjim, usa jî milyak’etêd Xwedê bona gunek’arekî ku t’obe dike, şa dibin».
[11] Û Îsa got: «Du kur’êd merivekî hebûn.
[12] Yê biç’ûk gote bavê xwe: ‹Bavo, ji hebûka xwe çi ku p’ara min dik’eve, bide min›. Û ewî wanar’a hebûk p’arevekir.
[13] Pey çend r’ojar’a kur’ê biç’ûk her tiştê xwe t’op kir çû welatekî dûr. Li wir ewî e’mirê toltîyê derbaz kir, h’emû hebûka xwe p’ûç’ kir.
[14] Û gava tiştek dêstda nema, wî welatîda jî bû xelayîke mezin û ew k’ete h’alekî giran.
[15] Çû xwe li bajarvanekî wî welatî girt û ewî ew şande k’ewşên ber beraza.
[16] Ew h’ewce bû ku zikê xwe bi wan xirnûfêd ku beraza dixwar t’êr bikira, lê kesekî ew jî nedida wî.
[17] Lê gava ew ser h’işê xweda hat, got: ‹Çiqas p’ale mala bavê minda hene, ku nan dixwin û ber wan dimîne, lê ez vira bir’çîna dimirim.
[18] Ez r’abim her’ime cem bavê xwe û wîr’a bêjim: Bavo, min ber te û e’zmên gune kir.
[19] Ez îdî ne hêjayî kur’tîya te me. T’enê mîna p’alekî xwe min qebûl ke›.
[20] Û r’abû hate cem bavê xwe. Lê gava hê dûrva bavê ew dît, dilê wî ser şewitî, berbi wî bezî, ew h’emêz kir û r’amûsa.
[21] Kur’ jêr’a got: ‹Bavo, min ber te û e’zmên gune kir. Ez îdî ne hêjayî kur’tîya te me›.
[22] Lê bavê xulamêd xwer’a got: ‹Zû bikin, çuxê lapî r’ind bînin lê kin, gustîlê têkine t’ilîyê û sola jî bikine niga.
[23] Canegayê dermalîkirî bînin, serjêkin, em bixwin û şa bin.
[24] Çimkî ev kur’ê min mirî bû, sax bû, undabûyî bû, hate dîtinê›. Û dest bi şayîyê kirin.
[25] Wî çaxî kur’ê wîyî mezin li k’ewşên bû. Gava hat nêzîkî malê bû, dengê stiran û r’eqasê bihîst.
[26] Ewî gazî ji xulama yekî kir û jê pirsî: ‹Ev çi h’ewal e?›
[27] Xulêm wîr’a got: ‹Birê te hatîye, bavê te canegayê dermalîkirî serjêkirîye, çimkî ew sax û silamet veger’îyaye›.
[28] Bira hêrs k’et û nexwest ku her’e hindur’. Bav derk’ete derva, lava wî kir.
[29] Ewî li bavê xwe veger’and û got: ‹Eva muxdarê çend sala ne ku ez ter’a xulamtîyê dikim û ji gur’a te qet dernek’etime, te qet karek jî nedaye min ku min t’evî heval-hogirêd xwe k’êf bikira.
[30] Lê gava ew kur’ê teyî ku hebûka te bir, t’evî qava p’ûç’ kir hat, te bona wî canegayê dermalîkirî serjêkir›.
[31] Bavê jêr’a got: ‹Lawo, tu her gav t’evî min î û h’emû hebûka min ya te ye.
[32] Gerekê em eşq û şa bûna, çimkî ev birê te mirî bû, sax bû û undabûyî bû, hate dîtinê›».