Skip to content
Opens in a new window

Lûqa 9

Listen to this chapter • 10:31

[1] Îsa gazî her donzdeh şagirtêd Xwe kir, qewat û h’ukum da wan, ku h’emû cina derxin û ji nexweşîya qenc kin.

[2] Ew şandin, ku P’adşatîya Xwedê dannasîn kin û nexweşa qenc kin

[3] û wanar’a got: «Bona r’ê tiştekî hilnedin, ne şivdar, ne tûrik, ne nan, ne p’ere, ne jî du dest kiras.

[4] Çi mala ku hûn her’inê, wir bimînin û ji wir r’êk’evin.

[5] Û ew dera ku we qebûl nekin, gava ji wî bajarî dertên, t’oza nigêd xwe dawşînin, wekî wanar’a bibe şe’detî».

[6] Û şagirt r’abûn, gund-gund ger’îyan û her dera Mizgînî dan, nexweş qenc kirin.

[7] Awa Hêrodesê serwêr bona h’emû kirinêd Îsa bihîst û t’evîhev bû, çimkî hineka digot: «Eva Yûh’enna ye, ji nav mirîya r’abûye»

[8] û hineka jî digot: «Êlyas e k’ifş bûye» û hinekêd mayîn jî digotin: «Eva yek ji p’êxemberêd berê ye sax bûye».

[9] Hêrodes got: «Min serê Yûh’enna da lêxistinê, lê Eva k’î ye ku ez derheqa Wîda van tişta dibihêm?» Û wî dixwest Îsa bidîta.

[10] Gava şandî veger’îyan, çi ku wan kiribû Îsar’a gilî kirin. Ewî t’enê şandîyêd Xwe t’evî Xwe hildan û çûne berbi bajarê Beytsaydayê.

[11] Gava e’lalet pê h’esîya, pey Wî çû. Îsa ew qebûl kirin û t’evî wan bona P’adşatîya Xwedê xeber dida û ewêd ku h’ewcê qencbûnê bûn qenc kirin.

[12] Berê êvarê her donzdeh hatine cem Wî û jêr’a gotin: «E’laletê ber’de, ku her’in gund û bergêd dor-bera cî-war bin û xwer’a xurek dest xin, çimkî em li cîkî xikî-xwelî ne».

[13] Lê Îsa wanr’a got: «Hûn xurek bidine wan». Wana jî lê veger’and û gotin: «Pêştirî pênc nan û du me’sîya wekî mayîn tiştekî me t’une, heger em neçin t’emamîya cime’têr’a xurek nek’ir’in?»

[14] Çimkî weke pênc h’ezar mêrî bûn. Ewî şagirtêd Xwer’a got: «Cime’tê pêncî-pêncî bidine r’ûniştandinê».

[15] Û usa kirin, h’emû jî dane r’ûniştandinê.

[16] Ewî ew pênc nan û her du me’sî hildan, berê Xwe e’zmênda kir şikirî da, kerkir û da şagirta, ku belayî e’laletê kin.

[17] H’emûya jî xwar t’êr bûn û donzdeh sele jî hûrikêd bermayî berev kirin.

[18] Carekê Îsa bi t’enê t’evî şagirtêd Xwe dua dikir, ji wan pirsî: «Bi t’exmîna cime’tê Ez k’î me?»

[19] Wana lê veger’and û gotin: «Hinek dibêjin ‹Yûh’ennayê nixumdar e›, hinekêd din dibêjin ‹Êlyas e›, hinekêd mayîn jî dibêjin ‹yek ji p’êxemberêd berê ye sax bûye›».

[20] Ewî ji wan pirsî: «Lê hûn çi dibêjin? Bi t’exmîna we Ez k’î me?» Petrûs lê veger’and û got: «Tu Mesîhê Xwedê yî».

[21] Hingê Îsa h’işk t’emî da wan, ku wê yekê kesîr’a nebêjin.

[22] Û ewî got: «Kur’ê Mêriv gerekê gelekî cefa bik’işîne, ji alîyê r’ûspîya, serekêd k’ahîna û qanûnzanada bê t’exsîrkirin û kuştinê, lê r’oja sisîya wê ji mirinê r’abe».

[23] Û Îsa h’emûyar’a got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înk’ar ke û her r’oj xaçê xwe hilde û li pey Min bê.

[24] Çimkî k’î ku dixwaze e’mirê xwe xilaz ke, ewê unda ke û k’î ku e’mirê xwe bona Min unda ke, ewê xilaz ke.

[25] Çi feyde, heger meriv t’emamîya dinyayê qazinc ke, lê e’mirê xwe unda ke yan zirarê xe?

[26] Û k’î Min û xeberêd Min şerm h’esab ke, Kur’ê Mêriv jî wê wî şerm h’esab ke, gava Ew bi r’ûmeta Xwe, r’ûmeta Bavê û milyak’etêd pîrozva bê.

[27] Ez r’ast wer’a dibêjim, hinekêd li vir sekinî wê mirinê nebînin, h’eta ku P’adşatîya Xwedê bibînin».

[28] Pey vê xeberdanêr’a weke h’eftêkê şûnda, Îsa Petrûs, Yûh’enna û Aqûb hildan çûne serê ç’îyê ku dua bikin.

[29] Gava Îsa dua dikir, r’engê r’ûyê Wî hate guhastinê, k’incêd Wî çîl-qerqaş bûn, biriqîn.

[30] Û va du meriva t’evî Wî xeber didan, yek Mûsa bû, yek jî Êlyas.

[31] Ewana bi r’ûmet k’ifş bûn û bona mirina Wî xeber didan, ku Orşelîmêda wê bibûya.

[32] Ç’e’vêd Petrûs û ewêd t’evî wî ji xewê giran bibûn, lê gava h’işyar bûn, r’ûmeta Wî û her du merivêd cem Wî sekinî dîtin.

[33] Çaxê ewana ji Wî dûr k’etin, Petrûs Îsar’a got: «Mamosta, çawa r’ind e ku em vir in! De emê sê h’olika çêkin, yekê Ter’a, yekê Mûsar’a û yekê jî Êlyasr’a». Çimkî ewî nizanibû ew çi dibêje.

[34] Gava ewî hê xeber dida, e’wrek hat û ser wan kire sî. Û çaxê k’etine bin wî e’wrî, ewana tirsîyan.

[35] Û ji wî e’wrî dengek hat û got: «Ev e Kur’ê Min, Bijartîyê Min ! Guhdarîya Wî bikin!»

[36] Gava ew deng hat, Îsa t’enê ma. Û wana dengê xwe bir’î, wan r’ojada çi ku dîtibûn kesîr’a negotin.

[37] R’oja dinê, gava ewana ji ç’îyê hatine xwarê, e’laleteke giran pêşîya Wîda hat.

[38] Hingê ji nav e’laletê merivekî gazî kir û got: «Dersdar, ez hîvî ji Te dikim, bi ç’e’vê r’e’mê li kur’ê min binihêr’e. Ew tayê minî t’enê ye.

[39] R’uh’ekî xirab wî digire û nişkêva dike qîr’în vediç’ir’ike, k’ef ser dik’eve hûrdexweşî dibe û bi zorekê ji wî dûr dik’eve.

[40] Min lava ji şagirtêd Te kir, ku cin jê derxin, lê wana nikaribû».

[41] Îsa got: «Nisilê nebawer û xalifî! H’eta k’engê Ezê t’evî we bim û li we sebir kim? Kur’ê xwe bîne vir».

[42] Gava hê dihat, cin ew e’rdê xist û veç’ir’ikî. Îsa li r’uh’ê h’eram hilat, kur’ik qenc kir û da bavê wî.

[43] T’emamîya cime’tê ser mezinayîya Xwedê zendegirtî mabû. Û çaxê h’emû ser her tiştêd ku Îsa dikirin e’cêbmayî mabûn, Ewî şagirtêd Xwer’a got:

[44] «Hûn van xebera bîra xweda xwey kin: Kur’ê Mêriv wê bik’eve destê meriva».

[45] Lê wana ev yek fe’m nekir, çimkî ev ji wan veşartî bû ku fe’m nekin û turuş nedikirin jî bona wê yekê ji Wî bipirsîyana.

[46] Nav şagirtada pirs pêşda hat, ku nava wanda k’î ye yê herî mezin.

[47] Lê nêtêd dilê wan Îsava e’yan bûn, zar’okek anî cem Xwe da sekinandinê

[48] û wanr’a got: «K’î ku evê zar’okê bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike. Û k’î ku Min qebûl ke, Yê ku Ez şandime qebûl dike. Awa ewî nava we h’emûyada yê herî biç’ûk e, ew e yê herî mezin».

[49] Yûh’enna r’abû û got: «Mamosta, me merivek dît ku bi navê Te cin derdixistin, lê me kir ku em nehêlin, çimkî ew pey me nayê».

[50] Lê Îsa wîr’a got: «Pêşîyê li wî negirin, çimkî ewê ku ne miqabilî we ye, ew pişta we ye».

[51] Û çaxê ew r’ojêd ku Îsayê bihata hildanê nêzîk bûn, Ewî berê Xwe da Orşelîmê, ku her’e wir.

[52] Û pêşîya Xwe merî şandin, ewana çûne gundekî Sameryayê ku bona Wî hazirîyê bibînin.

[53] Lê samerîya Ew li wir qebûl nekir, çimkî berê Wî k’etibû Orşelîmê.

[54] Gava şagirtêd Wî Aqûb û Yûh’enna ev yek dît, gotin: «Xudan, Tu dixwazî em ji e’zmên agir bixwazin ku bibare û qir’a van bîne? »

[55] Lê Ew veger’îya, li wan hilat .

[56] Û çûne gundekî din.

[57] Û çaxê ewana r’êda bûn, yekî Wîr’a got: «Tu k’uda jî her’î ezê pey Te bêm».

[58] Îsa gote wî: «R’ûvîyar’a qul hene, teyredêd e’zmênr’a jî hêlîn, lê bona Kur’ê Mêriv cîk t’une ku serê Xwe lê dayne».

[59] Îsa yekî dinr’a got: «Pey min were». Ewî jî got: «Xudan! Îzinê bide min, ku ez pêşîyê her’im bavê xwe defin kim».

[60] Lê Îsa wîr’a got: «Bira mirî mirîyê xwe defin kin. Tu her’e P’adşatîya Xwedê dannasîn ke».

[61] Yekî din jî got: «Ezê pey te bêm Xudan, lê t’enê îzinê bide min, ku ez pêşîyê xatirê xwe ji neferêd mala xwe bixwazim».

[62] Îsa got: «K’î ku destê xwe datîne ser k’otanê û li pişt xweva dinihêr’e, ew ne hêjayî P’adşatîya Xwedê ye».

Lûqa — Chapters