Lûqa 1
[1] T’êyofîloyê xweyîqedir, niha geleka destpêkirîye serhatîya wan tiştêd nava meda bûyî usa r’êz kin,
[2] çawa ewêd ku pêşîyê bi ç’e’vê xwe dîtibûn û ev Mizgînî bela dikirin, mer’a gotin.
[3] Ez jî çawa yekî hê zûva r’ast pey wan h’emû tişta diçûm, min r’ê têr’a dît ku bi hûr-gilî ter’a binivîsim,
[4] wekî tu r’astîya wan tiştêd ku hîn bûyî, bizanibî.
[5] Çaxê Hêrodes p’adşayê Cihûstanê bû, k’ahînek ji bereka Ebîya hebû, navê wî Zekerîya bû. Jina wî jî ji e’silê Harûn bû, navê wê Êlîzabêt.
[6] Evana her du jî li ber Xwedê r’ast bûn û nav h’emû t’emî û qanûnêd Xudanda bêqusûr diçûn.
[7] Lê zar’êd wan t’unebûn, çimkî Êlîzabêtê zar’ nedanîn û her duya jî e’mirê xwe derbaz kiribûn.
[8] Awa çaxê Zekerîya dora bereka xweda xizmetk’arîya k’ahîntîyê li ber Xwedê dikir,
[9] bi e’detê k’ahîntîyêda p’eşk wîr’a k’et, ku her’e p’aristgeha Xudan, bixûrê bişewitîne.
[10] Û dema şewitandina bixûrê, t’emamîya cime’tê derva dua dikir.
[11] Hingê milyak’etê Xudan wîva xuya bû û alîyê r’astêva k’êleka gorîgeha bixûrê sekinî.
[12] Çaxê Zekerîya dît, t’evîhev bû û saw k’ete ser wî.
[13] Lê milyak’et wîr’a got: «Zekerîya, netirse! Dua te hate bihîstinê, k’ulfeta te Êlîzabêtê ter’a kur’ekî bîne û tê navê wî Yûh’enna daynî.
[14] Ewê ter’a bibe eşq û şayî û gelekê bi bûyîna wî şa bin.
[15] Çimkî ewê li ber Xudan mezin be. T’u car gerekê şerav-araqê venexwe . Û hê zikê dîya xweda, wê bi R’uh’ê Pîroz t’ijî be.
[16] Wê ji zar’êd Îsraêlê geleka berbi Xudan Xwedêyê wan veger’îne.
[17] Ewê bi r’uh’ û qewata Êlyas p’êxember pêşîya Xudanva her’e , wê dilê bava ser zar’ada û neêlima berbi fe’mdarîya r’asta veger’îne, wekî cime’tekê bona Xudan hazir ke».
[18] Zekerîya milyak’etr’a got: «Ezê vê yekê çawa bizanibim? Ez kal im û k’ulfeta min jî e’mirê xwe îdî derbaz kirîye» .
[19] Milyak’et lê veger’and û gotê: «Ez Cibrayîl im, ku li ber Xwedê disekinim. Û ez hatime şandinê, ku ter’a bêjim û vê mizgînîyê bidime te .
[20] Va tê lal bî û nikaribî xeber dî, h’eta wê r’oja ku ev tişt bêne sêrî, çimkî te ew gotinêd min bawer nekirin, ku wê wextê xweda bêne sêrî».
[21] H’eta hingê cime’t hîvîya Zekerîya bû û e’cêbmayî diman, ku ew p’aristgehêda derengî dik’et.
[22] Û çaxê ew derk’ete derva, îdî nikaribû wanar’a xeber da. Wana şik bir, ku p’aristgehêda tişt hatîye li ber ç’e’va. Û ewî bi nîşana wanar’a xeber dida û lal ma.
[23] Gava r’ojêd xizmetkirina wî xilaz bûn, çû mala xwe.
[24] Pey wan r’ojar’a, k’ulfeta wî, Êlîzabêt h’emle derk’et, pênc meha ewê xwe vedişart û digot:
[25] «Ev çi yek bû van r’ojada Xudan bona min kir, h’alê minda nihêr’î û qara min ji nav meriva da hildanê».
[26] Meha şeşada Xwedê milyak’et Cibrayîl şande bajarekî Celîlê ku navê wî Nisret bû,
[27] cem qîzeke bik’ir, ya ku merivekî bi navê Ûsivê mala Dawidr’a nîşankirî bû. Navê qîzikê Meryem bû.
[28] Milyak’et wêva xuya bû û gotê: «Silav li te qîzika k’erem lê bûyîyê, Xudan t’evî te ye ».
[29] Ewa ser gotina wî t’evîhev bû û fikirî: «Gelo ev çi silav e?»
[30] Û milyak’et jêr’a got: «Meryem, netirse! Çimkî te k’erem ji Xwedê stand.
[31] Va tê h’emle derêyî Kur’ekî bînî û navê Wî Îsa daynî.
[32] Ewê mezin be û Kur’ê Yê Herî Jorin wê bê gotinê. Û Xudan Xwedê wê t’extê bavê Wî Dawid bide Wî.
[33] Ewê h’eta-h’etayê p’adşatîyê ser mala Aqûb bike û xilazîya P’adşatîya Wî wê t’unebe».
[34] Meryemê milyak’etr’a got: «Ev yekê çawa bibe, çimkî ez hela hê qîz im?»
[35] Milyak’et lê veger’and û got: «R’uh’ê Pîroz wê bê ser te û qewata Yê Herî Jorin wê ser te bike sî. Bona vê yekê ew Pîrozê ku wê ji te bibe, ew Kur’ê Xwedê wê bê gotinê.
[36] Va ye omida te Êlîzabêt jî, ya ku bêzur’et dihate gotinê, wê mezinayîya xweda eva meha şeşa ye kur’ekîda h’emle ye.
[37] Çimkî cem Xwedê tiştekî nebûyînê t’une».
[38] Wî çaxî Meryemê got: «Ez carîya Xudan im. Bira anegorî gotina te bona min bibe». Û milyak’et ji cem wê çû.
[39] Wan r’ojada Meryem r’abû lez çû alîyê ç’îya, bajarekî Cihûda.
[40] Ew k’ete mala Zekerîya û silav da Êlîzabêtê.
[41] Gava Êlîzabêtê silava Meryemê bihîst, zar’ok zikê wêda livîya. Êlîzabêt R’uh’ê Pîrozva t’ijî bû
[42] û bi dengekî bilind kire gazî got: «Tu nav k’ulfetada bimbarek î û berê zikê teda jî bimbarek e.
[43] Ev çi bextewarîk e ku dîya Xudanê min ser minda hat?
[44] Gava dengê silava te k’ete guhê min, zar’ok zikê minda ji şabûna lîst.
[45] Xwezî li wê, ku gotina Xudan bawer dike, ku çi jêr’a hatîye gotinê, wê bê sêrî».
[46] Meryemê got : «Nefsa min pesinê Xudan dide
[47] û r’uh’ê min bi Xwedê Xilazkirê min şa dibe,
[48] çimkî Ewî berê Xwe milûktîya carîya Xweda kir. Va ji vir şûnda h’emû nisilê xwezîya xwe li min bînin,
[49] çimkî Xwedêyê Zor bona min tiştêd p’ir’ mezin kirin. Navê Wî pîroz e.
[50] R’e’ma Wî qir’ne-qir’ne li ser wan e, yêd ku ji Wî ditirsin.
[51] Qewata destê Xwe Ewî da k’ifşê û yêd ku dilê xweda k’ubar-babax in bela-belayî kirin.
[52] Yêd qewat ji k’ursîya anîn xwarê û yêd milûk bilind kirin .
[53] Yêd bir’çî bi tiştêd qenc t’êr kirin û yêd dewletî destvala ver’êkirin.
[54] R’e’ma Xwe anî bîra Xwe, alî xulamê Xwe, Îsraêl kir,
[55] çawa kal-bavêd me, Birahîm û zur’eta wîr’a bona h’eta-h’etayê sozê Xwe dabû» .
[56] Meryem weke sê meha cem Êlîzabêtê ma, paşê veger’îya mala xwe.
[57] Awa dema welidandina Êlîzabêtê pêr’a gihîşt, kur’ek jêr’a bû.
[58] Heval-hogirêd wê bihîstin ku Xudan r’e’ma xweye mezin bona wê kirîye, t’evî wê şa dibûn.
[59] R’oja h’eyştada hatin ku kur’ik sinet kin û navê bavê wî Zekerîya lê kin.
[60] Lê dîya wî got: «Na, navê wî gerekê Yûh’enna be».
[61] Wêr’a gotin: «Nava merivêd teda bi wî navî kesek t’une».
[62] Hingê wana bi nîşana ji bavê wî pirsîn ku çi navî dixwaze wî ke.
[63] Ewî jî t’extek xwest û li ser nivîsî: «Navê wî Yûh’enna ye». H’emû e’cêbmayî man.
[64] Destxweda zar-zimanê wî vebû, xeber da, şikirî da Xwedê.
[65] Tirsê h’emû cînarêd wan girt û t’emamîya ç’îyayêd Cihûstanêda bona vê yekê dihate gotinê.
[66] H’emûyêd ku dibihîstin, bîra xweda xwey dikirin, digotin: «Gelo ev kur’ikê bibe çi?» Çimkî destê Xudan pêr’a bû.
[67] Bavê wî Zekerîya bi R’uh’ê Pîroz t’ijî bû, p’êxembertî kir û got:
[68] «Şikir ji Xudan Xwedêyê Îsraêlêr’a ku serîk da cime’ta Xwe û azayî jêr’a anî .
[69] Ji mala xulamê Xwe Dawid bona me Xilazkirekî zor r’akir,
[70] çawa Ewî hê berêda bi devê p’êxemberêd Xweye pîroz gotîye,
[71] ku em ji dijminêd xwe û destê h’emû xêrnexwaza xilaz bin ,
[72] r’e’mê kal-bavêd me bike, peymana Xweye pîroz
[73] û wê sonda ku bavê me Birahîmr’a xwar bîr bîne ,
[74] wekî ji destê dijmina azabûyî, em bikaribin bê tirs û xof,
[75] h’emû r’ojêd e’mirê xweda, r’ast û h’elal Wî bih’ebînin.
[76] Tu, lo kur’iko, tê p’êxemberê Yê Herî Jorin bêyî gotinê, tê pêşîya Xudanva her’î, wekî r’îya Wî hazir kî
[77] û zanebûna azayîyê bidî cime’ta Wî bi baxşandina gunêd wan.
[78] Ji r’e’m û h’uba Xwedêyê me çawa jorda r’o ku dertê, usa wê serîkî bide me,
[79] wekî yêd ku te’rîstanîyê û bin sîya mirinêda dimînin r’onayî ke û nigêd me dayne ser r’îya e’dilayîyê» .
[80] Kur’ik mezin dibû û bi r’uh’ qewat digirt û h’eta r’oja Îsraêlêva xuya bû jî li ber’îyê dima.