Lûqa 4
[1] Îsa bi R’uh’ê Pîrozva t’ijî ji Ûrdunê veger’îya, R’uh’ ber’îyêda r’êberîya Wî dikir,
[2] çil r’ojî ji mîrêcin hate cêr’ibandinê. Ewî wan r’ojada tiştek nexwar û gava ew r’oj derbaz bûn, bir’çî bû.
[3] Hingê mîrêcin Wîr’a got: «Heger Tu Kur’ê Xwedê yî, vî kevirîr’a bêje ku bibe nan».
[4] Îsa lê veger’and û got: «Nivîsar e: ‹Însan t’enê bi nên najî› ».
[5] Hingê mîrêcin Ew r’akire ser cîkî bilind, deqêda h’emû p’adşatîyêd dinyayê nîşanî Wî dan
[6] û gote Wî: «Ezê r’ewş û serwêrtîya van h’emûya bidime destê Te, çimkî minr’a hatîye dayînê û k’êr’a ku bixwazim ezê bidimê.
[7] Heger niha Tu serê xwe li ber min daynî, ev h’emû wê p’ara Te bin».
[8] Îsa lê veger’and û got: «Nivîsar e: ‹Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û t’enê Wî bih’ebîne!› »
[9] Paşê mîrêcin Îsa bire Orşelîmê, Ew ser bilindcîya banê p’aristgehê da sekinandinê û gote Wî: «Heger Tu Kur’ê Xwedê yî, de Xwe ji vir bavêje xwarê.
[10] Çimkî nivîsar e: ‹Xwedê wê t’emîya Te bide milyak’etêd Xwe, ku Te xwey kin›
[11] û: ‹Ewê Te ser destê xwe bigirin, wekî nigê Te kevir nek’eve› ».
[12] Îsa lê veger’and û got: «Hatîye gotinê ku: ‹Xudan Xwedêyê xwe necêr’ibîne!› »
[13] Û gava mîrêcin h’emû cêr’ibandin xilaz kirin, demekê ji Wî dûr k’et.
[14] Îsa bi qewata R’uh’ veger’îya Celîlê û nav-dengê Wî h’emû alîyêd wî welatîda bela bû.
[15] Ewî k’inîştêd wanda hîn dikir û h’emûya pesinê Wî didan.
[16] Ew hate Nisretê, wî cîyê ku Ew lê mezin bibû, mîna e’detê Xwe r’oja şemîyê Ew k’ete k’inîştê û r’abû ku bixûne.
[17] K’itêba Îşaya p’êxember dane Wî û gava k’itêba gulomatkkirî vekir, ew cî dît ku aha nivîsar bû:
[18] «R’uh’ê Xudan li ser Min e, çimkî Ewî Ez bi r’ûnkirinê k’ifş kirim, wekî Mizgînîyê bidime feqîra, û Ez şandime hêsîrar’a boy serbestîyê û korar’a boy dîtinê dannasîn kim, azayîyê bidime bindesta
[19] û sala Xudane r’e’mê jî bidime naskirinê» .
[20] Û k’itêb gulomatk kir da berdestî r’ûnişt û k’inîştêda h’emû zûr’ bibûn li Wî dinihêr’în.
[21] Ewî destpêkir wanar’a got: «Eva nivîsara îro hate sêrî, gava we bihîst».
[22] H’emûya jî bona Wî qenc xeber didan û ser xeberdana Wîye me’rîfet zendegirtî mabûn û digotin: «Eva ne kur’ê Ûsiv e?»
[23] Ewî wanr’a got: «Hûnê r’ast vê gotinê ser Min bêjin: ‹H’ekîmo! De h’ekîmtîyê li xwe bike. Û ew tiştêd me bihîstin ku Te Kefernahûmêda kirin, li vir cî-misk’enê xweda jî bike›».
[24] Û got: «Ez r’ast wer’a dibêjim, p’êxember cî-misk’enê xweda bêqedir e.
[25] Ez r’astîyê wer’a dibêjim, gelek jinebî Îsraêlêda hêna Êlyasda hebûn, çaxê sê sal û şeş meha e’zman hate girtinê û t’emamîya welêtda bû xelayîke giran.
[26] Lê Êlyas kesekîr’a nehate şandinê, pêştirî jinebîya ji bajarê Serepta Saydêr’a .
[27] Û gelek k’otî jî Îsraêlêda hêna Êlîşa p’êxemberda hebûn û ji wan t’u kes paqij nebû, pêştirî Ne’manê ji Sûryayê» .
[28] Gava h’emûyêd k’inîştêda ev yek bihîstin, hêrs k’etin.
[29] R’abûn Ew ji bajêr derxistin, birin ser wî ç’îyayê li k’u bajarê wan hatibû çêkirinê, wekî Wî ji kendêlda bavêjin.
[30] Lê Ew nav wanr’a derbaz bû çû.
[31] Îsa berjêr bû hate bajarê Kefernahûma Celîlê û r’oja şemîyê ew hîn dikirin.
[32] Ew li ser hînkirina Wî zendegirtî mabûn, çimkî xeberdana Wî bi h’ukum bû.
[33] Û k’inîştêda merivek hebû, ku r’uh’ê cinayî h’eram pêr’a hebû. Ewî bi dengekî bilind kire qîr’în:
[34] «Weyê! Tu çi ji me dixwazî Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qir’a me bînî? Ez zanim Tu k’î yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!»
[35] Îsa lê hilat û got: «Ker’ be û jê derk’eve!» Cin ew ber wan li e’rdê xist û bê zirardayîn ji wî derk’et.
[36] H’emû zendegirtî man, hevr’a digotin: «Ev çi gotin e? Ew bi h’ukum û qewatê e’mirî li r’uh’êd h’eram dike û derdik’evin?»
[37] Û be’sa Wî h’emû dor-bera bela dibû.
[38] Ew ji k’inîştê derk’et çû mala Şimh’ûn. Xwesîya Şimh’ûn te’l t’ayêda dine’lîya û bona wê ji Wî hîvî kirin.
[39] Îsa ser wêr’a sekinî, li t’ayê hilat û t’ayê jê ber’da. Destxweda r’abû ser xwe, berdestî wanr’a kir.
[40] Gava r’o diçû ava, h’emûyêd ku cûr’e-cûr’e nexweşîyêd wan hebûn anîne cem Wî. Ewî destê Xwe danî ser wan her yekî û ew qenc kirin.
[41] Ji geleka jî cin derdik’etin, dikirine qîr’în û digotin: «Tu Kur’ê Xwedê yî!» Lê Îsa li wan hilat û nedihişt ew xeber din, çimkî zanibûn ku Ew Mesîh e.
[42] Sibeh ku zelal bû, Îsa r’abû çû cîkî xewle. E’lalet li Wî diger’îyan û h’eta cem Wî hatin, nedihiştin ku Ew dest ji wan bik’işîne.
[43] Lê Ewî wanr’a got: «Gerekê Ez bajarêd dinda jî Mizgînîya P’adşatîya Xwedê bidim, çimkî Ez bona wê yekê hatime şandinê».
[44] Û k’inîştêd Cihûstanêda dannasîn dikir.