Skip to content
Opens in a new window

Lûqa 5

Listen to this chapter • 6:33

[1] Carekê Îsa li ber gola Cênîsartê sekinîbû û e’laletê dora Wî girt, ku xebera Xwedê bibihê.

[2] Û Ewî du qeyik devê golê dîtin, me’sîgir ji wan derk’etibûn û t’or’êd xwe dişûştin.

[3] Îsa k’ete qeyikeke ji wan, ku ya Şimh’ûn bû, hîvî ji wî kir, ku qeyikê hinekî ji bejê dûr xe. Û Ew r’ûnişt, ji qeyikê e’lalet hîn kir.

[4] Çaxê Ewî xeberdana Xwe xilaz kir, Şimh’ûnr’a got: «Qeyikê bibe cîyê k’ûr û t’or’êd xwe bavêjine nêç’îrê».

[5] Şimh’ûn lê veger’and û got: «Mamosta, me t’emamîya şevê kir-nekir tiştek negirt, lê bona xatirê Te ezê t’or’a bavêjimê».

[6] Û gava usa kirin, haqas me’sî k’etinê, ku t’or’êd wan diqetîyan.

[7] Û bi nîşana gazî hevalêd xweye qeyika dinda dikirin, ku bên alî wan bikin. Û ewana hatin her du qeyik jî t’ijî kirin, hindik mabû nuq bûna.

[8] Gava Şimh’ûn-Petrûs ev yek dît, xwe avîte çokê Îsa û got: «Xudan, dûrî min her’e, ez yekî gunek’ar im».

[9] Çimkî bona wan me’sîyêd girtî xofê wî û h’emûyêd pêr’a girtibû,

[10] usa jî Aqûb û Yûh’ennayê kur’êd Zebedî, ku hevalêd Şimh’ûn bûn. Û Îsa Şimh’ûnr’a got: «Netirse! Ji vir şûnda tê meriva mîna me’sîya bigirî».

[11] Û qeyik derxistine bejê, her tişt hiştin pey Wî çûn.

[12] Gava Îsa bajarekîda bû, li wir merivekî serdapêda k’otî hebû. Çaxê ewî Îsa dît, xwe dever’ûya avît jê lava kir û got: «Xudan! Heger bixwazî, Tu dikarî min paqij kî».

[13] Û Îsa destê Xwe dirêj kirê, lê k’et û got: «Ez dixwazim. Paqij be!» Û destxweda k’otîbûn jê çû.

[14] Îsa t’emî da wî, ku vê yekê kesîr’a nebêje, lê got: «Her’e xwe nîşanî k’ahîn ke û çawa Mûsa t’emî daye, h’edîya paqijbûna xwe bide, wekî h’emûyar’a bibe şe’detî, ku tu paqij bûyî».

[15] Nav û dengê Îsa hê bela dibû û p’ir’ e’lalet dicivîya ku guhdarîya Wî bikin û ji nexweşîyêd xwe qenc bin.

[16] Lê Ewî Xwe li cîyê xewle digirt û dua dikir.

[17] R’ojekê çaxê Ewî hîn dikir, fêrisî û dersdarêd Qanûnê jî r’ûniştibûn, ku ji h’emû gundêd Celîlê, Cihûstanê û ji Orşelîmê hatibûn. Qewata Xudan hazir bû, wekî Îsa nexweşêd wan qenc bike.

[18] Wê demê çend merîya yekî şilûşe’t nivînêva anîn û dixwestin ew bibirana hindur’ û li ber Îsa danîna.

[19] Û gava wana ji dest e’laleta giran t’u r’ê nedîtin ku wî bînine hindur’, r’abûne ser xênî, k’ermîd vekirin, nivînêva daxistine nava malê, li ber Îsa.

[20] Gava Ewî bawerîya wan dît, gote yê şilûşe’t: «E’vdo, gunêd te hatine baxşandinê».

[21] Qanûnzan û fêrisîya destpêkir fikirîn û hevr’a gotin: «Ev k’î ye aha Xwedê bêhurmet dike? Pêştirî Xwedê k’î dikare guna bibaxşîne?»

[22] Fikirêd wan Îsava e’yan bûn û li wan veger’and got: «Hûn çi dilê xweda difikirin?

[23] K’îjan r’ih’et tê gotinê: ‹Gunêd te hatine baxşandinê›, yan: ‹R’abe û biger’e?›

[24] Lê wekî hûn bizanibin ku h’ukumê Kur’ê Mêriv heye li ser dinê guna bibaxşîne», gote yê şilûşe’t: «Ez ter’a dibêjim, r’abe nivîna xwe hilde her’e mala xwe».

[25] Ew jî ber ç’e’vê wan pêr’a-pêr’a r’abû û nivîna ku li ser p’aldayî bû hilda çû mala xwe û şikirî dida Xwedê.

[26] H’emû h’eyr-h’ujmek’ar man û şikirî didane Xwedê, bi xofa mezin digotin: «Îro me tiştêd nebûyî dîtin».

[27] Pey wê yekêr’a Îsa derk’et, li cîyê xerchildanê xercgirekî r’ûniştî dît ku navê wî Lêwî bû û gotê: «Pey Min were».

[28] Ewî jî her tişt hişt, r’abû pey Wî çû.

[29] Lêwî mala xweda hurmeteke mezin jêr’a kir. T’evî wan gelek xercgir û hinekêd mayîn jî li ser sifrê r’ûniştibûn.

[30] Fêrisîya û qanûnzanêd wan bîna xwe teng kirin û şagirtêd Wîr’a gotin: «Çima hûn t’evî xercgir û gunek’ara dixwin û vedixwin?»

[31] Îsa li wan veger’and û got: «Saxlem ne h’ewcê h’ekîm in, lê nexweş.

[32] Ez nehatime gazî yêd r’ast kim, lê gazî gunek’ara bona t’obeyîyê».

[33] Wana ji Îsa pirsî: «Çima şagirtêd Yûh’enna û usa jî yêd fêrisîya t’imê r’ojî digirin û dua dikin, lê şagirtêd Te dixwin û vedixwin?»

[34] Ewî jî gote wan: «Hûn dikarin bêjine xwendîyêd de’watê: ‹R’ojî bigirin›, h’eta ku ze’va t’evî wan e?

[35] Lê r’ojê bên, gava ze’va ji wan bê hildanê, hingê wan r’ojada wê r’ojî bigirin».

[36] Ewî meselek jî wanr’a got: «Kesek ji p’arç’ê nû nabir’e û k’inca kevin p’îne nake. Heger usa bike, hin p’arç’ê nû diqelêşe, hin jî kevin û nû li hev nakin.

[37] Û ne jî kesek şerava nû dike meşkêd kevin. Heger usa bike, şerava nû wê meşka bit’eqîne û bir’ije, meşkê jî xirab bin.

[38] Lê gerekê şerava nû bikine meşkêd nû .

[39] Û kesek pey şerava kevinr’a naxwaze ya nû vexwe, çimkî ya kevin hê lê xweş tê».

Lûqa — Chapters