Lûqa 2
[1] Wan r’ojada ji Awgûstoyê Qeyser e’mir derk’et, ku h’emû merivêd Împêratorîya R’omayê bêne navnivîsarê.
[2] Ev navnivîsara pêşin hêna Kûrênyoyê welîyê Sûryayêda hate kirinê.
[3] H’emû diçûne bajarê xwe, ku her kes navê xwe bide nivîsarê.
[4] Ûsiv jî ji bajarê Nisreta Celîlê r’abû hevraz çû Cihûstanê, bajarê bûyîna Dawid, ku jêr’a Beytleh’m digotin, çimkî ew ji mal û qebîla Dawid bû.
[5] Ew çû ku t’evî Meryema dergîstîya xwe bik’eve navnivîsarê. Meryem jî h’emle bû.
[6] Çaxê ewana li Beytleh’mê bûn, r’oja welidandina wê pêr’a gihîşt
[7] û kur’ê xweyî Nixurî anî, Ew p’êç’ekêda p’êç’a û afir’da danî, çimkî mêvanxanêda bona wan cî t’unebû.
[8] Li wir çolê şivan hebûn, ku wê şevê xweyîtîya kerîyê pezêd xwe dikirin.
[9] Milyak’etê Xudan wanva xuya bû û r’ûmeta Xudan dora wan şewq da, ew gelekî tirsîyan.
[10] Lê milyak’et wanar’a got: «Netirsin! Va ye ez Mizgînîya şabûneke mezin didime we, ku wê bona t’emamîya milet be.
[11] Îro wer’a bajarê Dawidda Xilazkirek bû, ew Mesîh Xudan e.
[12] Eva wer’a bibe nîşan: Hûnê zar’okekê p’êç’ekêda p’êç’ayî afir’da bibînin».
[13] Nişkêva t’evî wî ordîke milyak’etêd e’zmanaye mezin k’ifş bû, pesinê Xwedê didan û digotin:
[14] «Şikir Xwedêyê Herî Jorinr’a, e’dilayî ser dinê wan merivar’a, ji k’îjana Xwedê r’azî ye ».
[15] Gava milyak’et ji wan dûr k’etin hilatine e’zmên, şivana hevr’a got: «De werin em her’ine Beytleh’mê, ev tiştê bûyî, ku Xudan em pê h’esandin, bibînin».
[16] Û bi lez hatin, Meryem, Ûsiv û Zar’a afir’da r’azayî dîtin.
[17] Gava Ew dîtin, çi ku bona Kur’ik wanr’a hatibû e’lamkirinê, gotin.
[18] Her kesê ku ji şivana ev tişt dibihîstin, zendegirtî diman.
[19] Lê Meryemê ev h’emû tişt dilê xweda xwey dikirin û li ser wan difikirî.
[20] Şivan veger’îyan, bona tiştêd bihîstî û dîtî pesin û şikirî didane Xwedê. Ev h’emû usa bûn çawa wanar’a hatibû gotinê.
[21] R’oja h’eyşta gava kur’ik sinet kirin, navê Wî Îsa danîn, çawa ku hê berî h’emlebûna dê, milyak’et bona vê yekê gotibû.
[22] Çaxê anegorî Qanûna Mûsa r’ojêd paqijbûna wan t’emam bûn, kur’ik birine Orşelîmê, ku Wî p’êşk’êşî Xudan kin ,
[23] çawa ku Qanûna Xudanda nivîsar e: «Her nixurîkî nêrîn ku bet’inê vedike, nedirê Xudan be»
[24] û li gora gotina Qanûna Xudan: «Cotek fatimok yan jî du cûcûkêd kevotka» h’edî bê dayînê.
[25] Hingê merivek Orşelîmêda hebû, navê wî Şimh’ûn bû. Ew merivekî r’ast, xwedêxof û li hîvîya berdilîya Îsraêlê bû. R’uh’ê Pîroz jî li ser wî bû
[26] û wîr’a gotibû: «H’eta ku tu Mesîhê Xudan nebînî, namirî».
[27] Hingê ew bi r’êberîya R’uh’ hate p’aristgehê. Çaxê dê û bavêva Îsayê biç’ûk anîn ku li gora e’detê Qanûnê bona Wî bikin,
[28] Şimh’ûn Kur’ik hilda da h’emêza xwe, şikirî da Xwedê û got:
[29] «Ya Xweyî, niha li gora sozê Xwe bi xêr û silamet berdestîyê Xwe ber’de.
[30] Çimkî ç’e’vê min azakirina Te dît,
[31] ya ku Te ber ç’e’vê h’emû mileta hazir kirîye ,
[32] ku bibe r’onayîya ber ç’e’vê necihûya û qedir-hurmet cime’ta Te Îsraêlr’a» .
[33] Dê û bavê Wî ser tiştêd ku Şimh’ûn bona Wî digotin, zendegirtî mabûn.
[34] Şimh’ûn dua wan kir û dîya Wî Meryemêr’a got: «Bibihên, Eva ewî k’ifşkirî ye, Yê ku wê Îsraêlêda bibe sebebê k’etin-r’abûna geleka, usa jî bibe nîşanek, ku gelekê miqabilî Wî r’abin
[35] û bi vî awayî fikirêd gelek dila wê e’yan bin. Û dilê ter’a jî mîna tîrekê wê derbaz be».
[36] Li wir ji r’ik’inyata Aşêr, qîzeke Fanowêle p’êxember hebû, navê wê Hana. Ewê gelek e’mir derbaz kiribû, pey qîztîya xwer’a h’eft sala cem mêrê xwe mabû.
[37] Ew jinebîke h’eyştê çar salî bû û ji p’aristgehê dûr nedik’et, şev û r’oj bi dua û r’ojîya Xwedê dih’eband.
[38] Eva jî wê demê hat, şikirî da Xwedê û t’evî h’emûyêd ku ç’e’vnihêr’îya azabûna Orşelîmê bûn, derheqa kur’ikda xeber da.
[39] Gava Ûsiv û Meryemê her tişt li gora Qanûna Xudan kirin, veger’îyane Celîlê, bajarê xwe Nisretê
[40] Kur’ik mezin û qewat dibû, bi serwaxtîyê t’ijî dibû, k’erema Xwedê jî bi Wîr’a bû.
[41] Dê û bavê Wî her sal Cejina Derbazbûnêda diçûne Orşelîmê.
[42] Çaxê Ew bû donzdeh salî, li gora e’det ewana hevraz çûne cejinê.
[43] Gava r’ojêd cejinê xilaz bûn û paşda vediger’îyane mala xwe, Îsayê xişîm li Orşelîmê ma. Lê dê û bavê Wî haş ji Wî t’unebûn,
[44] wana t’irê t’evî r’êwîya ye. R’îya r’ojekê hatin, nav heval-hogirêd xweda li Wî ger’îyan.
[45] Gava Ew nedîtin, paşda veger’îyane Orşelîmê, li Wî ger’îyan.
[46] R’oja sisîya wana Ew p’aristgehêda dît. Ew t’evî dersdara r’ûniştibû, guhdarîya wan dikir û pirs didane wan.
[47] H’emûyêd ku xeberdana Wî dibihîstin, ser zanebûn û cabêd Wî zendegirtî diman.
[48] Gava dê û bavê Wî ew dîtin, h’eyîrîn û dîya Wî jêr’a got: «Lawo! Te çima usa serê me kir? Ez û bavê te k’el-bîn li Te diger’îyan».
[49] Ewî wanr’a got: «Hûn çima li Min diger’îyan? We nizanibû gerekê Ez mala Bavê Xweda bim?»
[50] Lê wana fe’m nekir Ewî çi got.
[51] Ew t’evî wan veger’îya hate Nisretê û gur’a wanda bû. Lê dîya Wî ev h’emû tişt dilê xweda xwey dikirin.
[52] Û Îsa bi serwaxtîyê û bejinêda pêşda diçû û li Xwedê û meriva xweş dihat.