Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 8:06

[1] Destpêbûnêda Xeber hebû. Xeber t’evî Xwedê bû û Xeber Xwexa Xwedê bû.

[2] Ew destpêbûnêda t’evî Xwedê bû.

[3] Her tişt bi Wî e’firîn û bêyî Wî t’u tişt neqewimî, çi ku qewimî.

[4] Kanîya jîyînê Ew bû û jîyîn jî r’onaya meriva bû.

[5] R’onayî te’rîstanîyêda şewq dide û te’rîstanîyê Pê nikaribûye.

[6] Merivekî ji alîyê Xwedêda şandî hebû, ku navê wî Yûh’enna bû.

[7] Ew bona şe’detîyê hat, wekî bona R’onayê şe’detîyê bide, ku h’emû pê wî bawer bikin.

[8] Ew xwexa ne ew R’onayî bû, lê ew hat ku şe’detîya R’onayê bide.

[9] R’onaya r’ast Ew e, k’îjan ku tê dinyayê û h’emû meriva r’onayî dike.

[10] Ew dinyayêda bû û dinya pê Wî e’firî, lê dinyayê Ew nas nekir.

[11] Ew hate ser warê Xwe, lê cime’ta Wî Ew qebûl nekir.

[12] Lê ewêd ku Ew qebûl kirin û bawerîya xwe navê Wî anîn, Ewî da, ku heqîya wan hebe bibine zar’êd Xwedê.

[13] Evana ne ji xûnê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina merivayê bûne, lê ew ji Xwedê bûne.

[14] Û Xeber bû xûn û goşt, bi k’erem û r’astîyêva t’ijî nav meda konê Xwe danî. Me r’ûmeta Wî dît, ew r’ûmeta Kur’ê Bavêyî tayê t’enê.

[15] Yûh’enna bona Wî şe’detî da û bi dengekî bilind got: «Eva ye, bona K’îjanî min gotibû: ‹Ewê ku pey min tê Ew ser minr’a ye, çimkî Ew berî min hebû›».

[16] Me h’emûya ji t’êr-t’ijîya Wî k’erem ser k’eremêda stand .

[17] Çimkî Qanûn bi destê Mûsa hate dayînê, k’erem û r’astî bi destê Îsa Mesîh.

[18] T’u kesî t’u car Xwedê nedîtîye, lê Yê Tayê T’enêyî ku xût Xwedê ye û h’emêza Bavêda ye, Ewî Ew da e’yankirinê.

[19] Ev bû Şe’detîya Yûh’enna: Gava cihûya ji Orşelîmê k’ahîn û lêwî şandin, wekî ji Yûh’enna bipirsin, ku ew k’î ye, Yûh’enna hilda ser xwe,

[20] înk’ar nekir û aşkere got: «Ez ne Mesîh me».

[21] Wana jê pirsî: «Lê tu k’î yî? Êlyas î?» Ewî got: «Na». «Ew p’êxemberê sozdayî yî?» Cab da: «Na».

[22] Hingê jêr’a gotin: «De bêje, tu k’î yî, wekî em cabekê wanr’a bibin, yêd ku em şandine. Tu bona xwe çi dibêjî?»

[23] Ewî got: «Ez ew deng im ku ber’îyêda dike gazî: ‹R’îya Xudan r’ast bikin!› çawa ku Îşaya p’êxember gotîye».

[24] Ewêd ku hatibûne şandinê ji fêrisîya bûn.

[25] Wana jê pirsî: «Lê îdî çima dinixumînî, heger tu ne Mesîh î, ne Êlyas û ne jî p’êxember?»

[26] Yûh’enna li wan veger’and û got: «Ez bi avê dinixumînim, lê Yek nav weda heye, ku hûn Wî nas nakin.

[27] Ew e, Yê ku pey min tê, ku ez ne hêja me, wekî benê çarixêd Wî jî vekim».

[28] Ev h’emû li wî berî Ûrdunê, li Beytanyayê, wî cîyê ku Yûh’enna li wir dinixumand qewimîn.

[29] R’oja dinê Yûh’enna dît ku Îsa berbi wî tê, ewî got: «Va ye! Berxê Xwedê, Yê ku gunêd dinyayê hildide!

[30] Ev e bona K’îjanî min gotibû: ‹Pey minr’a Yekê bê, ku ser minr’a ye, çimkî Ew berî min hebû›.

[31] Min nizanibû Ew k’î ye, lê ez hatime bi avê dinixumînim, wekî Wî Îsraêlêva bidime e’yankirinê».

[32] Yûh’enna eva şe’detîya da û got: «Min dît ku R’uh’ ji e’zmên mîna kevotkekê hat ser Wî danî û ma.

[33] Min nizanibû Ew k’î ye, lê Ewê ku ez şandim, ku bi avê binixumînim, minr’a got: ‹Tu k’îjanî bibînî ku r’uh’ tê ser datîne û dimîne, Ew e ku bi R’uh’ê Pîroz dinixumîne›.

[34] Min jî dît û şe’detî da ku Ev e Kur’ê Xwedê».

[35] R’oja dinê Yûh’enna dîsa t’evî du şagirtêd xwe sekinî bû.

[36] Dît ku Îsa wirar’a derbaz dibe, got: «Va ye Berxê Xwedê!»

[37] Ev yek ku bihîstin, her du şagirt pey Îsa çûn.

[38] Îsa li pişt Xweva veger’îya û dît ku wana daye pey Wî tên, wanr’a got: «Hûn çi dixwazin?» Wana jêr’a got: «R’abbî», ku tê fe’mkirinê: «Dersdar», «Tu li k’u derê dimînî?»

[39] Ewî wanr’a got: «Werin hûnê bibînin». Wana çû û dît ku Ew li k’u dimîne. Îdî sih’et nêzîkî çara bû û wê r’ojê ew li cem Wî man.

[40] Ji wan her duya, yêd ku ji Yûh’enna bihîstin û pey Îsa çûn, yek Endrawisê birê Şimh’ûn-Petrûs bû.

[41] Ewî pêr’a-pêr’a birê xwe Şimh’ûn dît û jêr’a got: «Me Mesîh dît», ku tê fe’mkirinê: «Yê K’ifşkirî» .

[42] Wî ew anî cem Îsa. Îsa li Şimh’ûn nihêr’î û gotê: «Tu, Şimh’ûnê kur’ê Yûh’enna, tê Kîfas bêyî gotinê» (awa gotî «Petrûs», ku tê fe’mkirinê: «Qeya»).

[43] R’oja dinê Îsa qirar kir ku her’e Celîlê. Wî Fîlîpo dît û jêr’a got: «Pey min were!»

[44] Fîlîpo ji Beytsaydayê bû, ji bajarê Endrawis û Petrûs.

[45] Fîlîpo çû Natanyêl dît û jêr’a got: «Me Ew dît, bona k’îjanî Mûsa Qanûnêda û p’êxembera jî nivîsarêd xweda salixê Wî dabûn, Îsayê Kur’ê Ûsivê ji Nisretê».

[46] Natanyêl jê pirsî: «Qet dibe ku tiştekî p’ak ji Nisretê derk’eve?» Fîlîpo jêr’a got: «Were û bibîne!»

[47] Gava Îsa dît ku Natanyêl berbi Wî tê, derheqa wîda got: «Va ye îsraêlîkî heqî-h’elal ku dilê wîda mixenetî t’une».

[48] Natanyêl jê pirsî: «Çawa min nas dikî?» Îsa lê veger’and û gotê: «Hê Fîlîpo gazî te nekiribû, gava ku tu li binê dara hêjîrê r’ûniştî bûyî, Min tu dîtî».

[49] Natanyêl jêr’a got: «Dersdar, Tu Kur’ê Xwedê yî! Tu P’adşê Îsraêlê yî!»

[50] Îsa lê veger’and û gotê: «Tu bona vê yekê bawer dikî, wekî Min ter’a got: ‹Min tu li binê dara hêjîrê dîtî?› Tê tiştêd ji vê mestir bibînî».

[51] Û jêr’a got: «Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim, hûnê bibînin e’zman vebûye û milyak’etêd Xwedê çawa ji ser Kur’ê Mêriv hildik’işin, peya dibin» .

Yûh’enna — Chapters