Lûqa 16
[1] Îsa şagirtêd Xwer’a got: «Merivekî dewletî hebû, wek’îlxercekî wî hebû. R’ojekê gilî gihîşte wî, yançîye wek’îlxercê wî hebûka wî p’ûç’ dike.
[2] Ewî jî gazî wî kir û gotê: ‹Ev çi yek e ku ez bona te dibihêm? Heq-h’esabê wek’îlxerctîya xwe bide, çimkî îdî tu nikarî wek’îlxerctîyê bikî›.
[3] Wek’îlxerc dilê xweda got: ‹Ez çi bikim? Axayê min ji wek’îlxerctîyê min derdixe, e’rdk’olan li min nabe, ji p’arskirinê jî şerm dikim.
[4] Ez zanim ezê niha çi bikim, ku malêd xweda min qebûl kin, gava ez ji wek’îlxerctîyê derk’evim›.
[5] Ewî yek-yek gazî deyndarêd axayê xwe kir û yê pêşinr’a got: ‹Tu çiqasî deyndarê axayê min î?›
[6] Ewî got: ‹Sed k’ûp bizirê zeyt’ûnê› û wîr’a got: ‹Han nivîsara xwe hilde û zû r’ûnê binivîse pêncî›.
[7] Paşê yê dinr’a got: ‹Tu çiqasî deyndar î?› Ewî jî got: ‹Sed ç’e’l genim› û wîr’a got: ‹Han nivîsara xwe hilde û binivîse h’eyştê›.
[8] Û axa pesinê wek’îlxercê bêamin da, wekî ewî bi aqilî kir. Awa merivêd vê dinê hindava xweda ji merivêd r’onayê serwaxttir in.
[9] Ez wer’a dibêjim, hûn bi hebûka vê dinê hevala xwer’a dest xin û gava hebûk kêm be, we bin konêd h’eta-h’etayêda qebûl kin.
[10] Ewê ku nava tiştêd hindikîda amin e, nava tiştêd gelekîda jî amin e, lê ewê ku nava tiştêd hindikîda bêamin e, nava tiştêd gelekîda jî bêamin e.
[11] Heger hûn nava hebûka vê dinêda bêamin bûn, k’ê wê hebûka r’ast bide we?
[12] Heger hûn nav tiştê yê xerîbda amin nîbin, ya we k’ê wê bide we?
[13] Xulamek nikare du axar’a xulamtîyê bike, çimkî yan wê h’îlê wî ji yekî her’e û yê dinê h’iz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêr’a, hin jî hebûkêr’a xulamtîyê bikin».
[14] Gava fêrisîya ev h’emû tişt bihîstin, qerfê xwe li Îsa dikirin, çimkî p’ereh’iz bûn.
[15] Îsa wanr’a got: «Hûn ew in yêd ku xwe ber meriva r’ast didine k’ifşê, lê Xwedê dilê we zane. Bizanibin ku ew tiştê nav merivada xweyîqedir e, ew li ber Xwedê h’eram e.
[16] Zemanê Qanûn û p’êxembera h’eta Yûh’enna k’işand, ji wir şûnda P’adşatîya Xwedê tê dannasînkirinê û her kes dice’dîne bi qewatê bik’eve wir.
[17] Lê e’rd û e’zmanê hê r’ih’et derbaz bin, ne ku ji Qanûnê noktek unda be.
[18] K’î ku jina xwe ber’de û yeke din bistîne, zinêk’arîyê dike. Û k’î ku ya mêrber’dayî distîne, zinêk’arîyê dike.
[19] Merivekî dewletî hebû, ku k’incê r’ewş û nazik li xwe dikir û her r’oj bi eşq-şa k’êf dikir.
[20] Merivekî feqîr jî hebû, navê wî Lazar. Ew nava p’izikêd p’îsda ber derê yê dewletî k’etî bû.
[21] Û ç’e’vê wî bermayîyê sifra dewletîda dima, ku dixwest kurmê xwe pê bişkênanda. Se jî dihatin, birînêd wî dalastin.
[22] R’oj hat feqîr mir, milyak’eta ew birine cem Birahîm. Yê dewletî jî mir, defin kirin.
[23] Gava yê dewletî dîyarê mirîyada cefa dik’işand, serê xwe bilind kir, ji dûrva Birahîm dît û Lazar h’emêzêda.
[24] Ewî deng dayê û gotê: ‹Bavê Birahîm, li min were r’e’mê. Lazar bişîne, ku serê t’ilîya xwe avêda ke bîne zarê min şil ke, çimkî ez k’ûra vî agirîda dişewitim›.
[25] Lê Birahîm gotê: ‹Lawo! Bîne bîra xwe, ku te qencîyêd p’ara xwe nav zemanê e’mirê xweda standine, lê Lazar zelûlî k’işandîye. Niha jî dilê wî li vir r’ih’et e, lê tu nava cefada yî.
[26] Û pêştirî vê yekê jî, gelîkî bêbinî nava me û weda heye. Ne yê vir dikarin derbazî cem we bin, ne jî yê wir dikarin derbazî cem me bin›.
[27] Hingê ewî gotê: ‹Bavo, wekî usa ye, ez hîvî ji te dikim, tu ewî bişîne mala bavê min,
[28] çimkî pênc birayêd min jî hene, bira her’e t’emîyê bide wan, wekî ew jî neyêne vî cîyê cefa›.
[29] Lê Birahîm gotê: ‹Mûsa û p’êxemberêd wan hene. Bira guhdarîya wan bikin›.
[30] Ewî jî got: ‹Na, bavê Birahîm, heger ji mirîya yek her’e cem wan, wê ji gunekirinê veger’in›.
[31] Hingê Birahîm wîr’a got: ‹Heger guhdarîya Mûsa û p’êxembera nakin, yek ji mirîya r’abe jî, dîsa ewana bawer nakin›».