Lûqa 20
[1] Û r’ojeke ji wan r’ojada, gava Ewî p’aristgehêda xelq hîn dikir û Mizgînî dida, serekêd k’ahîna û qanûnzan t’evî r’ûspîya hatine cem Wî
[2] û gotin: «Bêje me, Tu bi çi h’ukumî van kira dikî? K’ê ev h’ukum daye Te?»
[3] Ewî li wan veger’and û got: «Ez jî tiştekî ji we bipirsim û hûn Minr’a bêjin:
[4] H’ukumê nixumandina Yûh’enna ji e’zmên bû yan ji meriva?»
[5] Ewana nav hevda şêwirîn û gotin: «Heger em bêjin: ‹Ji e’zmên bû›, Ewê bêje: ‹Lê we çima ew bawer nekir?›
[6] Lê heger em bêjin: ‹Ji meriva bû›, t’emamîya cime’tê wê me bide ber kevira, çimkî ew e’seyî bawer dikin, ku Yûh’enna p’êxember bû».
[7] Wana caba Wî da û gotin: «Em nizanin ji k’u bû».
[8] Îsa wanr’a got: «Ez jî wer’a nabêjim, ku bi çi h’ukumî van kira dikim».
[9] Û Îsa destpêkir ev mesele cime’têr’a got: «Merivekî r’ezê tirîya danî û ew bi k’irê da r’ezvana, wextekî dirêj çû welatekî din.
[10] Û wextda xulamek şande cem r’ezvana, wekî ji wî r’ezî berê p’ara wî wîr’a bişînin, lê r’ezvana xulamê wî k’uta û destvala ver’êkirin.
[11] Axê xulamekî din jî şand, wana ew jî k’uta, ew r’obet kirin û destvala ver’êkirin.
[12] Yê sisîya jî şand, vana eva jî birîndar kir û ji r’ez derxistin.
[13] Xweyê r’ez got: ‹Ez çi bikim? Kur’ê xweyî delal bişînim, hilbet wê ji wî şerm bikin›.
[14] Lê gava r’ezvan ç’e’v wî k’etin, li hev şêwirîn û gotin: ‹Ev warê wî ye! Werin em wî bikujin, ku mîrat’a wî mer’a bimîne›.
[15] Û ew ji r’ez derxistine der û kuştin. Awa xweyê r’ez wê çi bîne serê wan?
[16] Ne ewê bê qir’a wan r’ezvana bîne û r’ez bide hinekêd din». Gava ev yek bihîstin, gotin: «Xwedê neke».
[17] Û Îsa li wan nihêr’î û got: «Lê ew çi ye, ku nivîsar e? ‹Ew kevirê ku hosta t’exsîr kir, ew bû serê e’nîşkê› .
[18] Her kesê ku bik’eve ser wî kevirî, wê hûrdexweşî be û ew kevir bik’eve ser k’ê, wê wî bih’incir’îne».
[19] Serekêd k’ahîna û qanûnzana wê demê kirin ku Wî bigirin, çimkî fe’m kirin, ku Ewî ev mesele anî ser wan, lê ji cime’tê tirsîyan.
[20] Û ç’e’vêd wan li Îsa bûn, çend merivêd ce’sûs şandin, ku bi dur’ûtî xwe dewsa r’asta danîbûn, wekî Wî bi xebera bigirin û bidine destê h’ukumetê û dîwana welî.
[21] Wana ji Wî pirsî û gotinê: «Dersdar, em zanin ku Tu r’ast xeber didî û hîn dikî, nav merivada firqîyê jî danaynî, lê r’îya Xwedê r’ast hîn dikî.
[22] Gelo r’ast e ku em xerc bidine Qeyser yan na?»
[23] Ewî ku fêlbazîya wan zanibû wanar’a got :
[24] «Zîvekî nîşanî Min kin. Ev navê nivîsar û sifet yê k’ê ye ser?»
[25] Wana got: «Yêd Qeyser in». Ewî wanr’a got: «Wekî usa ye, çi ku yêd Qeyser in, bidine Qeyser û çi yêd Xwedê ne bidine Xwedê».
[26] Û nikaribûn ber cime’tê nava xebera Wîda Ew bigirtana, ser cabdayîna Wî zendegirtî dengê xwe bir’în.
[27] Sadûqî, ku dibêjin r’abûna mirîya t’une, hineke ji wan hatine cem Wî ji Wî pirsîn û gotin:
[28] «Dersdar, Mûsa mer’a nivîsîye: ‹Heger birê yekî bizewice û bêzur’et bimire, bira birê wî jina wî bistîne û warê birê xwe şîn ke› .
[29] Awa h’eft bira hebûn. Birê mezin jinek stand, bêzur’et mir.
[30] Peyr’a yê duda
[31] û paşê yê sisîya ew jin stand, heyneser wan her h’efta jî ew jin stand û zar’ pey wan nek’etin, mirin.
[32] Pey gişkar’a ew k’ulfeta jî mir.
[33] De îjar wê R’oja R’abûna mirîya ew k’ulfetê bibe jina k’îjanî? Çimkî her h’efta jî ew standibû».
[34] Îsa li wan veger’and û got: «Merivê vê dinê dizewicin û mêr dikin.
[35] Lê ewêd ku hêjayî wê dinê bin û bigihîjine r’abûna mirîya, ne wê bizewicin û ne jî mêr kin.
[36] Ewê îdî nikaribin bimirin, ew weke milyak’eta ne. Ew zar’êd Xwedê ne, çimkî p’ara r’abûna mirîya ne.
[37] Lê bona r’abûna mirîya, Mûsa jî daye k’ifşê. Ew serhatîya dara dir’îyêda bona Xudan dibêje: ‹Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq, Xwedêyê Aqûb› .
[38] Awa Xwedê ne Xwedêyê mirîya ye, lê yê zêndîya ye, çimkî bona Wî h’emû jî sax in».
[39] Ji qanûnzana hineka lê veger’and û gotinê: «Dersdar, Te qenc got».
[40] Û îdî kesekî newêribû ku tiştekî jî ji Wî bipirse.
[41] Û Îsa wanar’a got: «Çawa dibêjin ku Mesîh kur’ê Dawid e?
[42] Dawid xwexa k’itêba Zebûrada dibêje: ‹Xudan gote Xudanê min: Li milê Minî r’astê r’ûnê,
[43] h’eta ku dijminêd Te bikime binê p’îyêd Te› .
[44] Awa heger Dawid Wî ‹Xudan› h’esab dike, îdî Ew çawa dibe kur’ê Dawid?»
[45] Hê t’emamîya cime’tê guhdarî dikir, Ewî şagirtêd Xwer’a got:
[46] «H’evza xwe ji wan qanûnzana bikin, yêd ku h’iz dikin bi çuxêd dirêj biger’in, bazarada silavê bidine wan, k’inîştada k’ursîyêd pêşin bigirin û şayîyada jî herema jorin r’ûnên.
[47] Evana alîkîva malêd jinebîya h’ûfî xwe dikin, alîyê dinva jî bona xwek’ifşkirinê duayê xwe dirêj dikin. Dîwana wanê hê giran be».