Skip to content
Opens in a new window

Lûqa 13

Listen to this chapter • 6:10

[1] Wî çaxî hinek hatin bona wan celîlîya Îsar’a gotin, xûna k’îjana Pîlato t’evî xûna qurbanêd wan kiribû.

[2] Îsa li wan veger’and û got: «We t’irê ew celîlîyêd ku ev yek hate serê wan, ji h’emû celîlîyêd mayîn gunek’artir bûn?

[3] Ez wer’a dibêjim, na! Lê belê heger hûn ji gunekirinê veneger’in, hûn h’emûyê jî r’oja wanda her’in.

[4] Yan jî ew h’îjdeh merivêd ku kela Sîlwamê ser wanda k’et mirin, we t’irê ewana ji h’emû binelîyêd Orşelîmê gunek’artir bûn?

[5] Na! Ez wer’a dibêjim, heger hûn ji gunekirinê veneger’in, hûn h’emûyê jî r’oja wanda her’in».

[6] Ewî eva mesela jî got: «Merivek hebû, nava r’ezê tirîyê wîda dareke hêjîrêye nikandî hebû. R’ojekê ew hat, ku ser wê ber biger’e, lê nedît.

[7] Wî çaxî r’ezvanr’a got: ‹Eva muxdarê sê sala ye ez têm, berê vê dara hêjîrê diger’im, lê nabînim. Evê bibir’e! Badîhewa çima cî girtîye?›

[8] R’ezvan lê veger’and û got: ‹Axa, îsal jî wê sebir ke. Ezê dora wê vedim û p’eyn bikimê.

[9] Heger saleke din ber bide, qenc e, lê heger nede, paşê bibir’e›».

[10] R’ojeke şemîyê Îsa k’inîştekêda hîn dikir.

[11] Li wir k’ulfeteke qoncikî hebû, ku h’îjdeh salêd wê bû, r’uh’ê nexweşîyê pêr’a bû. Ewê qet nikaribû xwe r’ast kira.

[12] Gava Îsa ew dît, gazî wê kir û gotê: «E’vdê! Tu ji nexweşîya xwe aza yî!»

[13] Û Ewî destêd Xwe danîn ser wê, ew pêr’a-pêr’a r’ast bû û şikirî dida Xwedê.

[14] Lê serwêrê k’inîştê hêrs k’et, ku Îsa r’oja şemîyê nexweş qenc kir û e’laletêr’a got: «Şeş r’oj bona şixulkirinê hene, hûn nava wan r’ojada dikarin bên qenc bin, ne ku r’oja şemîyê».

[15] Xudan lê veger’and û gotê: «Dur’ûno! Ji we k’îjan r’oja şemîyê gayê xwe yan k’era xwe ji afir’ venake û nabe ser avê?

[16] Ne eva jî qîza Birahîm e, ku eva muxdarê h’îjdeh salêd wê bûn, mîrêcin ew girêdabû. Ne lazim bû ku ew r’oja şemîyê ji wê qeydê vebûya?»

[17] Û gava ev yek got, h’emûyêd ku miqabilî Wî bûn şermî man. Û t’emamîya e’laletê bona wan k’eremetêd Wîye r’ûmetî ku Wî dikirin şa dibû.

[18] Peyr’a Îsa got: «P’adşatîya Xwedê mîna çi ye? Û Ez wê himberî çi kim?

[19] Ew mîna h’ebeke t’oximê xerdalê ye, ku merivekî hilda baxçê xweda çand. Û gava ew mezin bû, bû dar, teyredêd e’zmên hêlînêd xwe ser ç’iqilêd wê çêkirin».

[20] Ewî dîsa got: «Ez P’adşatîya Xwedê himberî çi kim?

[21] Ew mîna hevîrtir’şk e, ku k’ulfetekê hilda nava sê kod arda stira, h’eta ku h’emû hilat».

[22] Îsa gund û bajarar’a derbaz dibû, hîn dikir û berbi Orşelîmê diçû.

[23] Yekî Wîr’a got: «Xudan, gelo hindik in, ewêd ku wê xilaz bin?» Ewî wanr’a got:

[24] «Bice’dînin, ku hûn derê tengr’a bik’evine hindur’, çimkî Ez wer’a dibêjim, gelekê bixwazin bik’evinê û wê nikaribin.

[25] Û peyr’a, ku xweyê malê r’abe derî bigire, hingê hûnê derva bimînin û derî xin bêjin: ‹Em xulam, derî li me veke›. Ewê li we veger’îne û bêje: ‹Ez nizanim hûn ji k’u ne›.

[26] Hingê hûnê bêjin: ‹Me t’evî Te xwar, vexwar û Te k’ûçêd meda hîn dikir›.

[27] Lê Ewê bêje: ‹Ez wer’a dibêjim, Ez nizanim ku hûn ji k’u ne. Ji Min dûr k’evin, hûn h’emûyêd ku neheqîyê dikin!›

[28] Li wir wê bibe girî û ç’irke-ç’irka dirana, gava hûn Birahîm, Îshaq, Aqûb û h’emû p’êxembera P’adşatîya Xwedêda bibînin, xwe jî derva avîtî.

[29] Û wê ji r’ohilat-r’oavayê û bakur-başûrê bên, P’adşatîya Xwedêda ser sifrê r’ûnên.

[30] Awa bizanibin ku hinekêd paş wê bibine pêş û hinekêd pêş wê bibine paş».

[31] Wê demê çend fêrisî hatin û Wîr’a gotin: «R’abe ji vir her’e, çimkî Hêrodes dixwaze Te bikuje».

[32] Û Ewî wanr’a got: «Her’in wî r’ûvîyîr’a bêjin: ‹Va Ez îro, sibê cina derdixim, nexweşa qenc dikim û r’oja sisîya Ezê bigihîjime meremê Xwe›.

[33] Lê gerekê Ez îro, sibê, dusibe r’îya Xweda her’im, çimkî nabe ku p’êxemberek ji Orşelîmê der unda be.

[34] Orşelîm! Orşelîm! Tu ku p’êxembera dikujî û şandîyêd cem xwe didî ber kevira. Çend cara Min xwest ku zar’êd te usa bicivanda, çawa mirîşk cûcûkêd xwe bin baskêd xweda dicivîne, lê te nexwest!

[35] Va mala te wê xirabe bimîne. Ez wer’a dibêjim, îdî hûn Min t’u car nabînin, h’eta ku hûn bêjin: ‹Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê› ».

Lûqa — Chapters