Skip to content
Opens in a new window

Lûqa 23

Listen to this chapter • 8:04

[1] Û t’emamîya e’laleta wan r’abû, Îsa birine cem Pîlato.

[2] Û dest bi xeybê kirin gotin: «Me Ev meriva dît ku miletê me dixalifîne û ne jî dihêle ku xerc bidine Qeyser. Bona Xwe jî dibêje: ‹Ez Mesîh P’adşa me›».

[3] Pîlato ji Wî pirsî û gotê: «Tu yî p’adşê cihûya?» Ewî lê veger’and û gotê: «Te bi devê xwe got».

[4] Pîlato serekêd k’ahîna û e’laletêr’a got: «Ez t’u neheqîyê Vî merivîda nabînim».

[5] Lê ewana ser ya xwe man û gotin: «Evî merivî nava t’emamîya Cihûstanê, ji Celîlê destpêkirî h’eta vira, cime’t bi hînkirina Xweva t’evîhev kirîye».

[6] Gava Pîlato bona Celîlê bihîst, pirsî: «Ev meriva ji Celîlê ye?»

[7] Gava pê h’esîya, ku Ew bin h’ukumê Hêrodesda ye, Ew şande cem Hêrodes, ku ew jî wan r’ojada hatibû Orşelîmê.

[8] Gava Hêrodes ç’e’v Îsa k’et, gelekî şa bû. Ewî hê zûva dixwest ku Ew bidîta, çimkî ewî gelek tişt bona Wî bihîstibûn û h’izreta Wî bû, ku k’eremetekê bi destê Wî bibîne.

[9] Hêrodes gelek pirs dane Wî, lê Îsa caba t’u pirsê neda.

[10] Serekêd k’ahîna û qanûnzana jî sekinîbûn û gelekî davîtine Wî.

[11] Hêrodes jî bi eskerêd xweva Ew bêqedir kir, pê k’enîyan, paşê k’incê r’ewş da lê kirinê, dîsa paşda şande cem Pîlato.

[12] Wê r’ojê Pîlato û Hêrodes li hev hatin, çimkî pêşîyê nava wanda dijminatî hebû.

[13] Pîlato gazî serekêd k’ahîna, serwêra û cime’tê kir,

[14] wanr’a got: «We Ev meriva anî cem min, çawa Yekî cime’tê dixalifîne. Awa min li ber we her tişt ji Wî pirsî, lê ji wan xirabîyêd ku hûn gilî dikin, min t’u tişt li ser Vî merivî nedît.

[15] Û ne jî Hêrodes dît, lema jî wî Ew li ser meda veger’and. Evî tiştekî usa nekirîye ku bê kuştinê.

[16] Ezê Wî bidime ber qamçîya û ber’dim» .

[18] Lê t’emamîya e’laletê bi hevr’a kire qîr’în û got: «Wî li r’ûbarî dinê nehêle! Barabas bona me ber’de!»

[19] Barabas yekî bona serhildanê û mêrkuştina bajêrda bûyî hatibû girtinê.

[20] Pîlato dîsa destpêkir xeber da, çimkî wî dixwest ku Îsa bida ber’danê.

[21] Lê wana hê dikire qîr’în û digot: «Xaç ke! Ewî xaç ke!»

[22] Ewî cara sisîya wanr’a got: «Evî çi xirabî kirîye? Min li ser Vî neheqî nedît ku Ew bê kuştinê. Ez Wî bidime ber qamçîya û ber’dim».

[23] Lê ewana bi dengê bilind ser ya xwe bûn û dixwestin ku Ew bê xaçkirinê. Sewta wan serk’et.

[24] Pîlato qirara xwe da, ku bi xwestina wan be.

[25] Anegorî xwestina wan, yê ku bona serhildanê û mêrkuştinê kelêda bû, ber’da. Lê Îsa hişte ser xwestina dilê wan.

[26] Û gava eskera Ew dane pêşîya xwe birin, yekî kûrênî navê wî Şimh’ûn, ku ji k’ewşên dihat, ew girtin û xaç danîne ser milê wî, ku li pey Îsa bibe.

[27] Û e’laleteke cime’têye giran li pey Wî diçû, usa jî k’ulfetêd ku şîna Wî dikirin û digirîyan.

[28] Îsa li ser wanda veger’îya û got: «Qîzêd Orşelîmê! Ser Minda negirîn, lê ser xwe û zar’êd xweda bigirîn.

[29] Çimkî va wê r’ojê bên ku wê bêjin: ‹Xwezî li wan k’ulfetêd bêzur’et, ku zar’ neanîne û nemêjandine› .

[30] Hingê merivê destpêkin bêjin: ‹Ç’îyano! Li ser meda bik’evin. Girno! Me veşêrin› .

[31] Heger serê dara Ter’ aha dikin, lê h’alê dara h’işk wê çawa be?»

[32] Du merivêd neheq jî anîn, ku Pêr’a bêne kuştinê.

[33] Û gava gihîştine wî cîyê ku Qaf tê gotin, li wir Ew xaç kirin. Û ewêd neheq jî yek li milê r’astê xaç kirin û yek jî li milê ç’epê.

[34] Hingê Îsa got: «Bavo, bibaxşîne van, çimkî nizanin çi dikin». Ser k’incêd Wî p’eşk avîtin wekî nava xweda bela kin .

[35] Û cime’t sekinîbû dinihêr’î. Serwêra jî qerfê xwe li Wî dikirin û digotin: «Xelq xilaz kirin, de bira Xwe jî xilaz ke, heger Ew e Mesîh, bijartîyê Xwedê».

[36] Esker jî li Wî dik’enîyan, pêşda dihatin, sirke didanê

[37] û digotin: «Heger Tu yî p’adşayê cihûya, de Xwexa Xwe xilaz ke».

[38] Û fêza serê Wî jî nivîsar bû , ku: «EVA P’ADŞAYÊ CIHÛYA YE».

[39] Ji wan neheqêd dardakirî, yekî Îsa bêhurmet dikir û digotê: «Tu ne Mesîh î? De me xilaz ke, Xwe jî pêr’a».

[40] Lê hevalê wî lê hilat û got: «Tu ji Xwedê natirsî? Ne tu jî xût wî cezayîda yî?

[41] Ev heqê me ye, ku ez û tu anegorî e’melêd xwe dik’işînin, lê Evî t’u xirabî nekirîye».

[42] Û Îsar’a got: «Îsa, min bîr bînî, gava P’adşatîya Xweva bêyî ».

[43] Îsa wîr’a got: «Ez r’ast ter’a dibêjim, îro tê t’evî Min buhiştêda bî».

[44] Gava nîvro sih’et nêzîkî donzdeha bû, t’emamîya e’rdê h’eta sih’eta sisîya bû te’rî

[45] û r’ûyê r’oyê hate girtinê. P’er’da p’aristgehê nîvîda bû du tîşa.

[46] Û Îsa bi dengê bilind kire gazî û got: «Bavo, r’uh’ê Xwe didime destê Te» . Û gava ev yek got, r’uh’ê Xwe da.

[47] Sersed ev tiştê bûyî ku dît, şikirî da Xwedê û got: «R’astî Eva merivekî r’ast bû».

[48] Û t’emamîya e’laletê, ku li wir bona t’emaşê civîyayî bû, ev yeka dît, sîngêd xwe dixistin, paşda vediger’îyane malêd xwe.

[49] H’emû nasêd Wî jî û ew k’ulfetêd ku ji Celîlê hatibûn, dûr sekinî bûn û ev tişt didîtin.

[50] Merivekî qencî şîrh’elal û endemê civîna giregira cihûya hebû, navê wî Ûsiv.

[51] Eva ji bajarê Arîmetya Cihûstanê bû û xwexa jî hîvîya P’adşatîya Xwedê bû. Ew t’evî şêwir û kirina civîna wan nebibû.

[52] Ew r’abû çû cem Pîlato û cinyazê Îsa ji wî xwest.

[53] Cinyaz ji xaçê anî xwarê, qedekê k’itanîda k’efen kir û danî nav t’irba qeyêda k’olayî, ku t’u car wêda kesek nehatibû danînê.

[54] Û ew r’oja t’ivdarekkirinêda bû û êvara şemîyê destpêdikir.

[55] Û ew k’ulfetêd ku ji Celîlê t’evî Îsa hatibûn, ew jî pey wî çûn û ew t’irba ku çawa cinyazê Wî têda hate danînê, dîtin.

[56] Û paşda veger’îyan, biharet û r’ûnê bînxweş hazir kirin û anegorî t’emîya Qanûnê r’oja şemîyê r’ih’et bûn.

Lûqa — Chapters